Dewleta Tirk `li xwe mikurhat` ku; bi zanatî vê qirkirinê pêkhanî ye!

Dewleta Tirk `li xwe mikurhat` ku; bi zanatî vê qirkirinê pêkhanî ye!
6 Çile 2012
Him serokerkanê Tirkîyê û him Wezîrê Hundur yê Tirkîyê di nav rêzên diyarkirina agadarîyan de, lixwe mikur tên ku vê qirkirina li Qilaban bi zanatî kirine!
Ji xwe me qet bawer nekirîye ku vê qirkirinê binezantî hatîye kirin. Jixwe tevayîya agadarî û nûçeyan vekirî didin nîşandan ku; van gundîyan tim dinavbera Kurdistana Bakur û Başûr de kirînûfirotanê dikin.
Vî karî jî vekirî û bi agadarîya desthilatdarên vê dewletê dikin. Ji walî bigire, heta Qaymeqam herkes dizane û ji xwe bi îzin û rêya Qereqolê çûyinûhatin dibe. Heta ji alîyê gundîyan ve jibona kirînûfirotana sînor daxwaza vekirina Derîyek fermî jî heye. Yanê ev kirînûfirotin nîvfermîye! Kesên ku nîvfermî û vekirî li devera ku çûyinûhatinê dikin bi xeletî nayên kuştin, ji xwe talûke yan tirsekî wan hebûna gurûbek ewçend mezin ku piranîya wan zarok ji alîyê dêûbavên wan ve nedihatin şîyandin!
Ev alîyek pirsgirêkê ye.
Lê ji alîyê dinve kesên berpirsîyarê vê bûyera kuştinan di gotinên xwe de çi didin dîyarkirin?
Serok erkanîya Dewleta Mêtinkar di nav agadardayina xwe de (29-12-2011) dibêje ku: `… di êrîşên terorîstan yê berêde, çekên xwe yên giran cephane û bombeyên xwe ji Iraqê bi rêya heywanên bar dihanîn… Me li ser îstixbaratê keÅŸif û çavdêrî li ser sînor pirtir kir. Di vî warî de di 28 Berçile 2011 an di katjimêr 18.39 an de ji alîyê ji alîyê balafirên bê kes ve gurûbek ku ber bi hudûdê meve tê dîtin….`
Lê ya vekirîtir û balkêştir ji devê Wezîrê Hundur Idris Naim Şahin derdikeve:
Li ser Kursîya Meclisa Dewleta Tirk bi gengeşî û hêrsa li hember Hesib Kaplan Miletwekilîyê Åžirnexê weha dibêje: `… jibona têgihîştina kuÅŸtina wê derê (Qilaban) gereke rêxistina terora veqetandinê baÅŸ bê fêmkirin. Gavek ji wê kuÅŸtinê wêde rêxistina terora veqetandinê ye, Qendil e. Li Qendîlê kesên ziman bixwîn hene. Xwîn heye. Gereke Qendîl bê dîtin û bê zanîn. Ji bona dîtina kuÅŸtina wê deverê, gereke meriv wan kesên ku malên qaçax didin kesên ku hatine kuÅŸtin bibîne. Gereke rêxistna parçekar bibîne…(5-01-2012)`
Di vê qirkirinê de Serokerkanîya Tirk, kîna êrîşkarîyên berê yên li ser Qereqolan û rexneyên li hember wan derdixe pêş. Wezîrê Hundur vekirî dibêje; ji ber ku van gundîyan mal ji PKK digirin yanê ticaretê bi PKK re dikin gunehkarin û ji ber vê jî hatine kuştin. Yanê evana ji ber kirînûfirotana malê terorîstan dikin ew jî wek terorîstan hatine cezakirin!!!
Lixwe mikurhatinek ji vê vekirîtir nayê kirin!
Herçend em vê dewleta mêtinkar baş nasdikin, Em qirkirinên wan yên hovane ku di demajoya dîroka wan ya xwînmêj de kirine jî baş dizanin û herweha bêyî kuştin, talan û wêrankirinan pêve ji wan hêvî jî nakin, lê dîsajî mikurhatina wan girîng e!
B Baran

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *