Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Thursday, November 15, 2018

Gelo wê hestîyên ku li ber Hefsa Amedê de derketî, hinek ji perdeya ser kuştîyên kujernedîyar bidealî? 

Gelo wê hestîyên ku li ber Hefsa Amedê de derketî, hinek ji perdeya ser kuştîyên kujernedîyar bidealî?
Kolandinên jibona ronîkirina berhemên kevneşopîya Kurdistanê û bajarê Amedê , rastê berhemên (kevne)şopa hovîtî û zordarîya Dewleta mêtinkar ya Tirk hat. Gava ku jibona restorekirina avayîya kevnar ku demek dirêj wek hefsxana Diyarbekir û piştî salên heyştêyan de jî wek cîyê leşkerî û JÎTEM dihat xebitandin de hestîyên merivan derketin.
Tê gumankirin ku van hestîyan yên kurdên ku di salên notîyan (1991-1995)de ji alîyên hêzên ewlekarîya Dewleta mêtinkarve hatine binçavkirin û kuştin û li wanderan binax kirine ne. Ji xwe avayîya mafên merivan û avayîyên din yen nefermî diyardikin ku di nav van salan de huvdehezarûpêncsed kuştîyê kujernedîyar hene.
Di van kolandinan de wê hestîyên çend kesan derkevin nexwîyaye. Van hestîyan û hestîyên ku hênajî derkevin yên çend kesan dibe bira bibe; jêder yeke, ev nîşana hovîtîyê ye, nîşana zordarîyêye,. Nîşana ruyê mêtinkerane Ev berçavkirina hovîtîya vê dewletê bixwe ye. Ev nîşan hêş û jana neteweya Kurd e.
Jixwe gava meriv bala xwe bide vê dewletê, ew bixwe lis er qûça hestîyên gelan hatîye avakirin. Vê Dewleta mêtinkar ne tenê lis er hîmê ûnkarkirin û nenasîna gelan hatîye avakirin. Wê her gel û kesên ku we neyê neyê pişaftin û nebebenî bi kuştinê hundakiriî ye. Ji ber vê jî, her devera dibin desthilatdarîya we de ku kulung lêkeve û bê kolandin we hestîyên hinek ji wan merivan derkevin!
Meriv li kîja gelî û newalên dinav sînorên vê dewletê de bigere merivê rastê cîyek ku Ermen yan Kurd yan jî hinek ji gelen din lê hatinê Kuştin were.
Li bilindahî û kûrayîya rêzeçîyayên Alpan tije şopa Ermen û Kurdên ku di rêya jicîûwar dûrxistinê (SURGUN) de hatine kuştin ve dagirtîye!
Li dora Sêwasê bigerî tuyê li gelek newal û gelîyan raste hestîyê Kurdên nemirên Koçgirî werî!
Li dor herêmên Amed. Elezîz Çebexçûr, Mûş û hwd. Bigerê tuyê raste gelek hestîyên Kurdên ku dema Şêx Seîdê Pîran ku dest û nig qeydkirê bi agirmakînan qirkirî, yan kesên bi qefleyan li deveran bi gulebaranan bêcanhiştî werî.
Li dora Agirî yê bigerê tuyê raste gelek Kurdên ku bi baombebaranê firokeyan ve qetilkirî werî.
Ger tu li dora Dêrsimê bigerî tuyê li gelîyan raste hestîyê zarok û mezinên Kurdên kuştî, çikeftênin tije zarok û jin û zilamên Kurd ve jehrdayî yan jî pêşî dîwarkirî û bê hewa fetisandî werî!
Her bêyî bi dehan buyerên wek gelîyên Zîlan, Roboskê û yên din…
Bêyî kuştîyên di nav wan xetên mayinkirî ku wek daxek li laşê welatê mexistî de parçebûyî bibînî..
Bêyî ew laşên pêroz yên nemirên Şêx Seîd û Seyid Rîza hevalên wan ku ji tirsan û ji nîşana hovîtîyên xweve li deverên nenas veşartî!
Bêyî wenothezar (90000) leşkerên ku bi giranîya xweve ji Kurdan pêkhatî di şevek de , li Qersê di nav qeşayê de xeniqandî!
Yanê liku deverî were kolan we nîşana hovîtêyek , xwînrêjîyek, zordarîyek bêhempa ya dîroka dûr û nêz derkeve rû. Ji berk u tu deverek paqij, tu alîyek ji gemara hovîtîyêdûr dîtin zor e.
Lê tevî vê jî ez dixwazim guman bikim ku van hestîyên li ber Hefsa Amedê ku li şûna hêvîya berhemên kevneşopî de derketin bibe rêyek rakirina perdeya liser hinek ji wan kiryarên hovane!
160112
B Baran

Nerîna te