Avabûna dewleta bê milet û 100 salîya Komara jenosîdkar-1 –

Nezîr AKAT

Dewleta Komara Tirk, yek ji dewletên bermayên dewleta Osmanî ye. Dewleta Tirk di avakirina xwe de her çiqasî li ser navê Tirk hatibe avakirin jî, di  rojeva civata wê demê de, Tirk ji miletbûyinê bidûrketî bûn. Ne çandî, ne zimanî û nejî erdnîgarî ji bo Tirk, ne zelal û nexuya bû. Pirsa Tirk wek etnîk, mijareke aloszkirî bû. Jê kê re Tirk dihat gotin nexuya bû.

Dawîya serdema dewleta Oamnî, bi bûyer û ramanên xwe, di avakirina dewleta Tirk de, cîyekî girîng digre. Di vê demê de bêgûman tevgera biryardêr Cemîyeta Îttîhad û Terakkî Perwer e. Her çiqasî berîya Îttîhadîyan helwestên merkezîkirina Împaratorîyê hebin jî. di bingeha avakirina komara Tirk de, îdeolojîya Îttîhad û Terakkiperwer esase. Pêwîste ku Îttîhad û Terakki bi îdeoljî û ramnên xwe yên tirkîtîyê baş bê têgihîştin. Lewra Dewleta Komara Tirk, li ser bingehên îdeolojî, sîyaset û hêza leşkerî ya Îttîhadîyan hatîye avakirin.

Dewleta Osmanî  împaratorîyek pirreng û pirdeng bû. Bi dehan etnîk, ziman û olên cuda dewleta Osmanî dikirin dewletek pirçandî, piretnîkî û pirolî. Di serdema Osmanîyan de nasnameya olî esas bû. Nasnameya etnîkî tenê ji bo li herêmên xwe xwedî cudahîyên berbiçav bûn, Kurd,Ermen, Laz û Rum/Pontûs binav dibûn. Bi gelemperî takekesan xwe bi nasnameya ola xwe binav dikirin. Îslam, Îsewî û Mûsewî sê olên berbiçav bûn.

Têgeha “Milet-î Hakîme “ wek miletê Osmanî binav dibû. Hinek nivîskarên Tirk vê têgehê wek miletê Tirk bikar tînin. Lê ev têgeh ji rastîyê dûr e. Mebest ji Milet-î Hakîme, ne etnîka Tirk e. Mebesta vê Têgehê, tevaya cemaetên Miletên musulman in . Milet-î Hakîme ji Kurd,Tirk, Ereb, Çerkez, Laz, Arnawud û Boşnakan ve pêk dihatin. Xeyrî muslîm jî bêtir Rum, Ermen û Cihû bûn. Dewleta Osmanî, berevajî Dewleta Tirk, piretnîk, pirziman û pirolîya xwe parastîye. Di vê pêvajoyê de têgeha wek etnîka Tirk, him ji alîyê gelek dîroknasên Tirkan him jî ji alîyên dîroknasên dinyayê ve, Tirk wek têgeheke aloz û ne girîng pênase dibe.  Ji alîyê aborî ve jî pir bi hêsanî mirov dikare bêje ku hêzeke nexuyayî bû. Ango tune bû.  Kesên bi Tirk binav dibûn wek heqaret dihate pênase kirin.. Falîh Rifki Atay, dibeje ku, bersîva pirsa  “ma tu Tirk e? Estaxfurullah bû. Kurdan hetanî dawîya sedsala 20an jî ji bo Tirka Romî digotin. Zimanê tirkî hetanî sedsala dawîya 19an jî di nava Osmanîyan de ne zimanekî perwerdeyê û ne jî zimanê kîtabî bû. Lê wek nimûne di wê demê de Rum, Ermenî û Kurd bi zimanê xwe perwerdeyê dikrin.

Pênaseya sedsala 19an girînge. Lewra dawîya sedsala 19an destpêka nerînên avakirina netew- dewletan e. Bi bandora şoreşa Fransayê, miletên nava Osmanî, ji bo avakirina netew dewletên xwe dest bi serhildanan kiribûn. Dewleta Osmanî li ber balavbûnê bû. Di vê demê de desthilatdar û efserên Osmanîyan ji bo dewleta Osmanî ji perçebûnê xelas bikin di nava lêgerînan de, ramanên cuda cuda di afirandin. Li dûhev nerînên cuda diparastin. Wek nimûne, Osmanîtî, Rojavayîbûn(baticilik),Îslamîbûn û dawîn jî dest avêtin tirkîtîyê. Di nava pêvajoyê de Osmanîbûn û Tirkbûn dibûn du nerînên sereke. Di destpêka sedsala 20an de, bandora ramana Tirkîbûnî dibe nerîna sereke lê nerînên Osmanîtîyê hînê jî xurtin.

Tirkîtî (Turkçülük ) dı serdema dawiya dewleta Osmani de wek ramanên efserên Balkani dikeve rojeva Osmanîyan. Bi tevgera Jon Tirkan kûrtir dibe û bi Îttîhad Terakkî Perwer ve dighêje asta xweorganîzekirinê. Lê pêwîste mirov zelatir bike. Hetanî dawîya sedsala 19an tirkîtî her çiqasî bikar hatibe jî wek rêxistineke çandî tevgerîya ye. Lewra di wê demê de bi têgeha sîyasî Tirk jê kê re dihat gotin ne zelal bû.

Ramana Tirkîtîyê di destpêka sedsala 20an de di rojeva sîyasî de cî digre.  Di 1908an de,  grubek bi navê Tirkan ji alîyê Rusyayê hatibûn nava Osmanîyan û dest avêtibûn avakirina tevgereke sîyasî ya Tirkîtîyê. Lö navên wan jî hînê Cuwanên Osmanî bûn. Bi navê ramana tirkîtîyê rojnameyan derdixin û tevgeran ava dikin. Vê grûbê bi Îttîhadîyan re  yekîtîya sîyasî ava kirine.

Di bingeha van nerînan û rêxistinan de Îttîhad û Terakkî Perwer ku ji alîyê efserên Balkanî ve hatibû avakirin, ji alîyekî navê Osmanîyan bikar tîne ji alîyê din jî Tirkîtî wek fikra sereke bikar tîne. Îttîhadîyan Têgehên Nîştîmana Hevbeş û Welatê Yekgirtî raste rast bi navê Tirkîtîyê nedikirin, Hînê jî Osmanîbûn têgeheke grînge di sîyaseta Îttîhadîyan  de.

Di vê pêvajoyê de Kurdekî zaza Diyarbekirî, bi Navê Zîya Gokalp derdikeve rojevê. Ew bi ramana Turan Tirka binav dike û li gor xwe pênaseya miletê Tirk dike. Dibêje: Tirk navê miletekî ye. Lê her çiqasî navê Tirk û Turan bikar dihatin jî, Turan kîjan erdnîgarîye û Tirk ji kîjan miletin ne zelal û berevajî wê,  têgehên navborî aloz û ne zelal bûn.

Tevgera Îttîhad û Terakki bi vê helwesta xwe bandorek li kesayetên endam û avakerên Partîyên Kurd, Ereb. Ermen û Rum dikirin. Wek tê zanîn avakerê Îttîhad û Terakkîyê Kurd, Ermen û Arnawûdin. Lê di nava pêvajoyê de efserên bi ramanên Tirkîtîyê tevdigerîyan dibin desthilatdar. Tevgera bi navê tirkîtîyê miletên din wek Ermenî, Rum, Kurd, Ereban ber bi avakirina tevgerên xwe yên çandî û neteweyî dikirin.  Nîjadperestîya Îttîhadîyan pêkhateyên cuda birêxistin dikir. Ev jî pêngaveke erênî bû, lewra helwesta wan ya nîjadperestî miletên din şîyar dikirin.

Cemîyeta Îttîhad û Terakki, wek tevgereke leşkerî, komplowarî, antî demokratîk, totalîter, nehênî û çetewarî hatîye avakirin. Mustefa Kemal ji Surîyê/Filistînê tê û beşdarî çalakîyên çeteya Cemîyetê dibe. Bi darbeyan û Hegemonyayê artêşa Tirk berdewama helwesta Îttîhadîyan bixwe ye. Lewra midaxeleya artêşê di sîyasetê û desthilatdarîya dewletê de tradîsyoneke ji Îttîhadîyan  derbasî avakirina Komarê bûye û hetanî îro jî didome. Teybetmendîyên rewşa îro ya dewleta Tirk, wekî rewşa desthilatdarîya Îttîhadê bixwe ye. Artêş, sivîl, brokrasî giş ketîye nav hev û kî kê îdare dike nexuya ye. Lê helwestek eşkere û zelal heye ku. kî li Tirkîyê bi kîjan îdeolojîyê bibe desthilatdar dê dîsan jî mecbûr bibe Kemalîzmê û nîjadperestîya wê cî bi cî bike. Lewra bîrewerîya Kemalîzmê bingehê avakirina Dewleta Tirk e. Heger dest ji kemalîzmê berdan bi encam bibe, dê bibe sedema rûxandina dewletê bixwe. Îro Ak Partî her çiqasî xwe wek dijî kiryarên artêşê û dijî Kemalîstan pênase dike jî, di eslê xwe de biryarên digre biryarên li gor stratejîya dewleta Kemalîst bixwe ye. Yek milet,yek ziman, yek al yek welat giş bingeha Kemalîzmê îfade dikin ku berdewama Îttîhadê bixwe ne.

Di afirandina ramanên nîjadperestî de rola darbeya 1908an hebe jî di eslê xwe de kongreya Îttîhad û Terakki ya sala 1913an biryardêre. Her çiqasî bi serokatîya Prens Sabahettin muxalefeteke demokratîk hebe jî, piştî bidawîanîna meclîsa 1912an, rejîma yek partîtî cî bi cî dibe û tirkîtî di desthilatdarîyê de bihêztir dibe. Prens Sabahettîn civatek û dewletek pirçandî, pirreng û pirdengî diparêze û li gor vê pêşnîyarê jî di meclîsê de temsîla pêkhateyan pêk tê. Lê Îttîhad û teraskki vê meclîsa pirreng fesix dike û meclîsa yekdengî -tirkîtî ava dike. Bêgûman van kiryaran gişan bi rêya artêşê û çeteyên nehênî bicî dike. Tundrewî, kuştin û koçberî bingehê xebata Îttîhadîyan bû. Çawa darbeyên artêşa Tirk her ji çend salan darbeyên leşkerî dikirin û wek çeteyan tevdigerîyan, bêşik vê helwesta artêş û dewleta Tirk, berdewama tradîsyona çeteyên Îttîhadîyan bixwe ne.

Di sedsala 19an de ku dema avakirina netew-dewletan e, têgehek di nav Emerîka, Birîtanya û Fransayê de wek referans tê minaqeşekirin. Minaqeşe li ser vê prensîbê didome: “Li kuderê kî bi nifûsa xwe zêde be, li wêderê mafê avakirina netew-dewleta xwe li ser wê erdnîgarîyê bidest dixe “  Turkleştirme s.63 Gulçiçek Gunel tekin

Ev têgeheke girîng bû. Lewra ev têgeh ji bo kê bikar hatîye heta îro jî ne zelale. Lê kê jê fayde dîtîye ronîye. Heger em li rewşa Kurdan ya wê demê binêrin, li tevaya Kurdistanê û li cîyê ku Ermenî wek Ermenîstanê binav dikin jî, Kurd bi nifûsa xwe piranî ne. Kurdan dikaribûn vê têgehê bikar bînin û di sîyaseta xwe de bikin bingehê avakirina netew-dewleta xwe. Lê xuyaye vê têgehê ji gelek bêdadwerîyan re rê vekirîye. Lewra ji bo etnîk bikaribe netew-dewleta xwe ava bike divê li wê erdnîgarîyê xwedî nifuseke zêde be. Heta vir başe. Lê ji bo etnîkên serdest ku lê cî û warêxwedî  hegemonya bûn, lê bi nifûsa xwe li wir kêm bûn, dibû sedema bi zorê, bi kuştin û komkujîyan ve wan erdnîgarîyan vala bikin û etnîka xwe li wan deveran bicî bikin. Sedemê vê têgeh û prensîbê jî,  struktura dewletên berîya netew-dewletan bixwe ye. Di van dewletan de, berevajî netew-dewletan civata kozmopolit bingehe. Civat piretnîkî,pirolî û pirçandîne. Di pêvajoya ji van civatên pirçandî derbasî civatên yekrengî dibin, bi zimanekî zelal heger em bêjin, ji civatên Împaratorîyan  derbasbûna avakirina netew-dewletan de, kîjan erdnîgarî ya kê ye, di nava civatan de dibû alozîya şer û pevçûnan. Wek nimûne Kurd-Ermen, Bi vê minasebetê li ser erdnîgarîyê û nifûsa etnîkan minaqeşe dest pê dike û dibe sedemê şerên etnîkî.

Bi mebesta cî bi cî kirina vê têgehê, Îttîhad û Terakki Perwer dikeve tevgerê. Di wê demê de gelek milet ji Osmanîyan cuda bûne û dewletên xwe ava kirine. Osmanî di nav berberîyek mezin de rêya xwe nabîne. Îttîhadîyan 1912an de meclîsa piretnîkî dirûxîne û bi hilbijartinek şeklî, bi tehdîd û îşkenceyan muxalefetê û teraftarên wan bêdeng dike û meclîsek yekreng ava dike. Herweha Îttîhadî têdighêjin ku “bi vê qûşê dê neghêjin mûşê” ango dê nikaribin neteweya Tirk biafirînin. Bi vê minasebetê stratejîyên tinekirina pêkhateyên etnîkî û dînî dixin rojeva xwe. Li gor têgeha jorîn Tevgera Îttîhadê dixwaze bi komkujî û koçberîyan, bi tehdîd û asîmîlasyonê ve li herêmên ku Tirk lê kêm yan jî tine ne Tirkan bicî bikin, li cîyên ku Tirk lê kêmin bi koçberî û komkujîyan ve Tirkan bicî bikin. Bi vî awayî, ji bo pêkhateyên etnîkî û olî tine bikin, alozîyek mezin di nava Osmanîyan de derdixin. Di wê demê de zêdeyî 5 milyon însanan ku bêtirên wan pêkhateyên etnîkên cuda ne cî guhertin e. Ji alîyekî Osmanîyan dixe şerê cîhanî û ji alîyê din jî çeteyên nehênî ava dikin. Teşkîlatî Mahsûsan yek ji wan çeteyên tundrew, Qaşxûn, qatîl û bêrahm e ku destên wan di tevaya komkujîyan de heye.

Nimûneyek balkêş di vê demê de di konferansa Lozanê de derdikeve rojeva civîna konferansê. Îsmet Paşa, serokê komîsyona Tirk e, ji Rojavayê Tarakyayê serjimareke fermî ya ji 1914an ve hatîye kirin dide konferansê ku li wir, nifûsa Tirkan zêde rêdide. Lord Curzon, ji Îsmet Înunu pirsekê dike. Dibêje: Di 1914an de li rojavayê Tarakyayê kesek ji desthilatdarîya Tirkan li wir nebûn. Ez meraq dikim ku Tirkan bi rîya kê ev îstatîstîk bi encam kirine. Îsmet Paşa û delegasyona wî ne li hêvîya pirseke weha bûn û nikaribûn berîsvê bidin. Ev dibe wek laqirdîyekê ku herkes pê dikenin.

Di 1915 an de bi destên van çeteyên nehênî ku ji alîyê artêşê ve xwedî dibû û bi dîrektifên serkêşên artêşa dewletê ve tevdigerîyan, jenosîda Ermenîyan biencam kirin.

Piştî Ermenîyan êdî birîna Îttîhadan ya bêderman komkujî û koçberîya Kurdan di bihara 1916an de dikeve rojeva Îttîhadîyan.

Nivîs dê berdewam be……

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *