Qûrbanê nû yê İmparatoriya Rûsyayê û Împeratoriya ABD, Ûkrayna ye…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Piştî Şerê Cîhanî yê 2em, li dinyayê sîstemeke nû ava bû û dinya jinûve hat parve kirin. Vê yekê jî derxist holê ku sedema şerê cîhanî parvekirina dinyayê ye. 

Dinyaya nû, bû du sîstemên cûda û bi her awayî ji hevûdu dûr bûn. Sîstemek, kapîtalîst bû. Sîstema duyem jî, sîstema sosyalîst bû.  Pêşengîya qampa rojava û kapîtalîst ji aliyê Emerîka ve hat kirin. Pêşengîya sîstema sosyalîst, ji aliyê Yekîtiya Sovyetan de hat kirin.

 Ev parvebûna dinyayê û du sîstemên cûda, bû sedem ku şerekî nû di navbeyna du sîsteman de bê domandin. Navê vî şerî, wek “Şerê Sar” ket lîteratura siyasî û leşkerî. Herdu sîsteman jî, ji bona ku sînorên xwe fireh bikin, ev Şerê Sar domandin. Loma jî di nav dewletên ku di binê bandora hevûdu de xebata xwe domandin. 

Sîstema sosyalîst, miletên bindest bi kar anîn. Sîstema kapîtalîst, di nav welatên sosyalîst de, ji bona guhertin pêk bên, xebata xwe meşandin. Ji bona ku qewimandin bi giştî bên şirove kirin, gelek bi hêsanî tê dîtin ku sîstema sosyalîst zêdetir sînorên xwe fireh kir û gelek welatên din, encama şerê neteweyî kir dewlet, li wan dewletan bandor û dagirkeriya xwe domand. Lê bi dewletên kolonyalîst ya Iraqê û Sûriyeyê re jî hevalbendî kir.  Di dema Lenîn de jî, bi Dewleta Tirk re hevaltî kirin û dema vê dewletê, Tevgerên Neteweyî yên Kurdistanê û serhildanên Kurdistanê şikandin û li ser neteweya kurd qetlîam pêkanî, temaşa kirin û çavên xwe jê re girtin.

 Emerîka û Îngilîzan û Ewrûpayê jî li hemberî sîstema sosyalîst, bi gelek cûra stratejiyan xwe xurt kirin û sînorê xwe fireh kirin.

Di encamê de, sîstema kapîtalîst, li hemberî sîstema sosyalîst serkeftî bû. Sîstema sosyalîst, girêdayî rewşa xirab ya aborî û  siyasî û nedemokratîk têk çû. Lê divê bê qebûl kirin ku di têkçûn û rûxandina Sîstema Sosyalîst de rola Gorbaçov gelek mezin bû. Gorbaçov basîreteke mezin û berpirsiyarîyeke gelek dîrokî anî cî. Encama helwesta Gorbaçov, gelek neteweyan dewletên xwe yên serbixwe diyar kirin. Yûgoslavya bû 6 dewletên neteweyî û li Yekîtiya Sovyetan 16 dewletên netewî ava bûn. Romanya, Polonya, Çekoslovakya, Litvanya, Letonya, Estonya bûn dewletên serbixwe û ji bin bandora împeratoriya emperyal ya çep ya Yekîtiya Sovyetan derketin. Perçebûna dewleta Elmanya ji holê rabû, dewletên serbixwe û ji bin bandora împeratoriya emperyal ya çep ya Yekîtiya Sovyetan derketin. Perçebûna dewleta Elmanya, ji holê rabû û bû yek dewlet û yekîtiya xwe ava kir.

 Ev yeka, ji bona împaratoriya Rûsyayê bû darbeyeke mezin. Lê împeratorîya Rûsyayê ji bona ku hêza xwe ya berê qezenç bike, li derfetan gerîya. Bi taybetî jî ev tevgerandina, ev xebata di dema Pûtîn de xûrttir bû. Rastî jî di nav pêvajoyê de împeratoriya Rûsyayê gelek gav avêtin. Li Sûriyeyê rewşa xwe xurt kir. Li Gurcîstanê jî serjketftî bû. Dema ku Gurcîstanê û Ûkraynayê xwestin ku bibin endamê NATOyê îzin neda. Ev xebata, ji bona xwe wek ewlewîya dewletê qebûl kir. Heger di dema xurtbûna Pûtîn de bûya, ji bona Romanya, Polonyê ye, welatên Baltiqê jî îzin nedida ku bibin endamê NATOYê. 

Dema ku Ûkrayna nêzikî Êmerîkayê û rojava bû û li wan welatan şoreşê pembe hatin rojevê, Rûsyayê pêşîya wan girt. 

Qirim hat dagirkirin û îlhaq kirin. 

Di van rojên dawî de jî mijara Ûkraynayê bû mijareke girîng. 

Piştî mijara Ûkraynayê, bi sîstematîk derket holê ku Şerê Sar yê Nû hatiye rojevê. Êdî dinya, ne sîstemeke hevbeş û qampeke yekbeş e. Dinya çend qempî û qûrûbî ye. 

Qampa kapîtalîst û rojava xûrt e, lê qampên din, Rûsya û Çîn jî qampeke xûrt e. Gelek bi rehetî dikare li hemberî Qampa kapîtalîst li ber xwe bide û bi taybetî jî di pirsa Ûkraynayê diyar bû ku Rûsya gelek xurt e. Diyar bû ku ji bona ku Ûkrayna nebe endamê NATOyê Rûsya ji şerekî mezin re jî amade ye. 

Loma jî dest bi amadekarîyê kir. Bi sedhezaran leşkerên xwe, li sînorê Ûkraynayê bi cî kir. Lê Emerîka û Îngîltere, Rûsya tahrîk kir. Rûsya got ku tu planê me yê dagirkirina Ûkrayna tûne ye. Wan got heye. Heta ew tehrîka Emerîka û Îngîltere û dewletên din yên Ewrûpayê serokkomarê Ûkraynayê eciz kir. Wî her dem bala wan kişand ku Rûsyayê tehrîk nekin. 

Lê ew tehrîka wan, bû sedem ku Rûsya serxwebûna du herêman nas bike. Hêza xwe ya leşkerî jî bişîne wan herêman. 

Pûtin axavtinek ji neteweyên Federasyonê re kir. Li wir diyar kir ku ew tu wext îzin nadin ku Ûkrayna bibe endamê NATOyê. Di înterlanda Rusyayê ya berê de, yanî di înterlanda Yekîtiya Sovyetan de jî tu wext îzin nadin dewlet bibin endamên NATOYê. 

Pûtîn diyar kir ku Ûkrayna Dewletek sûnî ye. Bi destê Lenîn çêbûye. Ükrayna malê wan e. Ûkrayna bûye bingeha Emerîka û hemû welatên kapîtalîst. Li Ûkraynayê li hemberî Rûsyayê xebata sixûrî heye. Loma Ûkrayna ji bona Rûsyayê mijareke ewlekarîyê ye.

 Loma ew dê îzin nedin ku Ûkrayna bibe beregeha Emerîka û hevalbendên wê li hemberî Rûsyayê. 

Heta dikarim bibêjim ku Pûtin dema Yekîtiya Sovyetan wek stratejî pejirand. 

Loma jî di 24ê Sibatê de, li hemberî Ûkraynayê dest bi operasyona leşkerî ya dagirkerî kir. Hemû beregehên ewlekarî yên Ûkraynayê bombabaran kir. Ev pêvajoya dom dike. 

Her çiqas Rûsya dibêje ku armanca me ne ew e ku  em Ûkraynayê dagir bikin jî, ne rast e. Rûsya biryar daye ku Ûkrayna dagir bike. Desthilatdarî û serokkomarê Ûkraynayê ciza bike. Girêdayî xwe hikûmetekê ava bike. 

Li hemberî vê dagirkerîyê jî tiştekî leşkerî yên NATO bike jî tune ye. 

Ez dikarim bibêjim ku şerê li holê, her çiqas şerê Rûsyayê û Ûkraynayê xuya dike jî; şer, şerê împaratoriya Emerîka û hevalbendên wê û Împeratoriya Rûsyayê ye. 

Ûkrayna, qûrbanê wan e. 

Ji bona Ûkraynayê neheqiyek e mezin di rojevê de ye. Welatê wan di bin xetera dagirkerîyê de ye. 

Diyarbekîr, 25. 02. 20022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *