8 Adarê Roja Jinên Cîhanê Pîroz be!

Vê roja ku ji bo azadîya jinê girîng e, bi tekoşîna jinên karker û daxwazkirina mafên wekhevîya bi mêran û daxwaza mafê keda xwe pêkhatîye.

Di nava merivan de newekhevî, pêşî di nava mêr û jin de çêbûye! Her tiştê ku jinê afirandîye û berhimandîye, mêr bi xurtî bûye xwedî û lê asê bûye! Jinê terşê kovî kedî kirîye; lê piştre mêr bûye xwedîyê garan û kerîyan! Jinê çandînî afirandîye û zad berhimandîye, lê mêr bûye xwedîyê bax û baxçe û zevîyan! Loma tevlî halet û amûran bûne milkê kesane yê mêran. Aha newekhevîya di navbêna jin û mêr de li vir dertê holê! Li ser van têkilîyên aborî dîn û dewlet dibe ya mêran! Piştî bi hezar salan ku sîstema sermîyandir pêş dikve, dîsa pêwîstîyek xurt ya berhimandina meta ji keda jinan çêdibe. Loma jin li ser erdê, dîsta dertê qada civatê ya aborî û sîyasetê!

Jinên karkerên raçandinê (tekstîlê) yên li bajarê Şîkago, di roja 8 Adar 1857`an de li Bajarê Amerîka yê New Yorkê, ji bo rojane karê wan dakeve 8 seetan û heqdestê wan mîna yê mêran bê pejirandin û berdêla keda xwe bistînin, da ku xwe û zarokên xwe xwedî bikin dest bi grevê û pêşandanê kirin. Di encama ji alî polîsan ve, di kargehê de kilîtkirina karkeran û derxistina şewata kargeha jinên di grevê de, li dor 120 jinan canê xwe wenda kir. Lê bi vê serhildanê re, fitîla tekoşîna mafê jinan li hemû cîhanê, ji bo azadîya jinê û wekhevîya jinê ya bi mêr re jî vêxist.

Jin çiqas bêtir beşdarî xebata pîşesazî û endustrîya sermîyandarî bû, ewqas pêwîstî bi rêxistinî, perwerdehî û beşdarîya her qada aborî, sîyasî û çandî ya civatê hat dîtin. Loma li Amerîka avabûna sandîkayên jinên karker, di sala 1903`an de gehîşt asta “Yekîtîya Sendîkayên Jinan”. 8 Adar 1908 dîsa li New Yorkê, Jinên Sosyalîst ji bo mafê aborî, rêxistinî, sîyasî û dengdanê meşek li darxistin.

Di sala 1910`an li Kopenhagê, Konferansa Navnetewî ya Jinên Sosyalîst yên bi Enternasyonala II ve girêdayî, biryar dan ku her sal di 8 Adar de wek Roja Jinan bê pîrozkirin.

Li cîhanê jin bi gelek şêwe û azînan tekoşîna rizgarîya cinsê xwe meşandin. Li welatên ku aborîya sermîyandarî pêşde çûye û demokarîseyek bûrjûwazîyê lîberal avabûye, di warê civatî jî û zagonên fermî jî gelek maf bi destxistin û hatin asta wekhevîya mêr. Lê li welatên ku di warê aborî de bi şûnde mane û bi taybetî yên mîna Kurdisatan mêtingeh in, rewşa jinan hîn xerab e û di nava gelek alozîyan de ye.

Bi bawerîya min, ji bo ku di nava civatê de rewşa jina Kurd başbibe, divê berêberê di warê netewî de Kurdisatan rizgar bibe, gelê Kurd bi giştî bibe xwedîyê welat, aborî û çanda xwe. Rewşa civatê ya sîyasî, aborî û çandî çend pêşde biçe, wê rewşa jina Kurd jî baştir bibe.

Lê divê ev neyê wateya ku bira jin niha tekoşîna xwe ya azdîya cînsî rawestîne û li bendî rizgarîya Kurdistanê bimîne; divê bi tekoşîna rizgarîya neteweyî re, tekoşîna wekhevîya xwe jî bidomîne; lê divê neyê jibîrkirin ku li Kurdistanê, rizgarîya rastî ya çînî û cinsî bi rizgarîya netewî ve girêdayî ye.

Jina Kurd di bin cendera, mêtinkarî, asîmêlasyon, olî, feodalî û çînî de tê eciqandin! Divê xwe li hemberî van sazîyan rizgar bike, bi rêxistin bike.

Divê em ji bîr nekin, jina Kurd bi mêrê Kurd re wek endamê neteweyek mêtingeh, berê divê xwe ji koletîya mêtinkarîyê rizgar bike!

Ji bo ku em kolonî ne û ne xwedî dewlet in, jin û zarokên me ji alî DÎİŞ (Dewleta İslami ya İraq û Şam) ve li bazaran hatin firotin û ji xwe re wek carîye/kole xebitandin!!!

Ji bo civatek demokratîk û azad, divê berê Kurd bibin xwedî dewlet. Ji bo cıvata Kurd dewletek ku xwedîyê rejîmek demokratîk û qanûnên demokratîk ku cudabûna jin mêr ji hev neke pêwîst e.

Îro li Başûrê Kurdistan, dewletek me ya Federal heye. Li Başûrêrojava jî defakto îdareyek Kurd tê de beşdarin heye. Li van her du beşan jî rewşa jina Kurd ya civatî, sîyasî, çandî û perwerdeyî ji her du beşê din çêtir e!

Partî û rêxistinên Kurd ku doza azadîya civatî û rizgarîya netewî dikin, divên ji niha de wekhevîya jin û mêr bihûne, tu cudayê di navbêna wan de nebîne.

Pîvana azadîya mêr, bi asta azadîya jinê ve girêdayî ye! Jin çend azad be, mêr jî ewçend azad e!

Roja Jinên Cîhanê Pîroz be!

Roja Jinên Kurd Pîroz be!

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir