AŞÊ JENOSAYDÊ Bİ AVA NARKOTÎKÊ DİŞUXİLE (1)

Cano AMEDÎ

Ji pêvajoya destpêka damezrandina dewleta Tirk bigirin heta niha, rola herî sereke ya dîzaynkirina sîyaseta Tirkîyê, girêdayî hêzên paramîlîter û mîlîtarîst bûne. Ev hêzên hanê, bi perwerde û rêvebirîya Îngilîz û Almanan tevgerîyane û tevdigerin.

Li gorî berjewendîyên xwedîyê xwe û ji bo desthilatdarîya xwe di heman deman de, bi hişmendîyek nijadperestî û bi aqilekî endezyarî, bi şêweyekî hîyerarşîk civat dizayn kirine û bi rêve dibin. Ji destpêkê heta niha xwedîyê hemû sazî û dezgehên dewletê ev hêzên hanê ne û bi metodên hovane serwerîya xwe didomînin.

Damezrînerên dewleta tirk, ji bo “sermayekî milî” ava bikin, di destpêkê de projeyên nefîkirinê û talankirinê xistin rojeva xwe. Armanc, serkeftina projeya “sê terzên siyaset”ê bû. Bi şirîkatîya hêzên çete û yên narkotîk stratejîya dest dayîna ser mal û mulkên Kurd, Ermen, Keldan, Suryan, Rûm û Cûhîyan xistin rojevê û ev proje bê rawestandin domandin. Encamên wan trawmayên dîrokî, îro jî zîndî ne.

Li seranserê welatê me, hêzên dagirker bi tora îstîxbaratê û têkilîyên aşê narkotîkê civata Kurd dîl girtine. Karên narkotîkê, bi şêweyek sîstematîk didomînin. Bingeha desthilatdarî û serwerîya wan, li ser têkilîyên aborîya reş didome. Qaçaxa mirovan, amadekirina hêzên paramîlîter, şebekeyên qûmarxanan, qaçaxa maddeyên hişbir, qaçaxa organên laşê mirovan, organizasyona werzişê (futbol), qaçaxa ardû (sotemanî), kîmyawî û hwd, zîncîra cîhên masaj û laşfiroşîyê, li bajaran parselkirina tax û kolanan, karên otopark û şêweyên hemû beşên dizîyê, qaçaxa çek û alavên din, organîzasyonên (mafya) arazî û îhaleyan bigirin heta yên nehatine nivîsandin, ev hemû stûnên bingeha dewletê û alavên aşê desthilatdarîyê ye.

Ev mekanizmaya aşê narkotîkê, ji pêvajoya damezrandinê vir de didome. Di dirokê de, bi şêweyek vekirî û eşkere hatîye meşandin. Di navbera salên 1929-1933 an de, li bajarê Stenbolê, bi fermî 3 fabrîkayên eroînê hebûn. Xwedî û şirîkê wan fabrîkan parlementer û rêvebirên payebilind bûn. Di arşîvên wan deman de navê serokvezîr Şukru KAYA û Hasan SAKA derbas dibe. Hasan SAKA, di navbera 1921-1954an de parlementerê bajarê Trabzonê bûye. Hasan Saka, di navbera wan salan de postê parlamentarîyê, serokatîya meclisê, wezîrê malîyê û serokwezîrtîya Tirkîyê kirîye.

Danûstendina wan bi mafya Îtalî, Emerîkî, Belçîkî û welatên din re hebûye. Morfîn û eroîn, bi keştîyan li dinyayê belav dikirin. Di wan salan de tenê li Misrê, sî hezar mirov ji sedemên maddeyên hişber jîyana xwe ji dest dane. Bavê Mafyayê, yê navdar Lucy Luciano, wê demê ji Stenbolê bi keştîyan ticareta eroînê dike. Em baş dizanin ku îro jî mafyaya bi navê Deryayê Reş li tirkîyê desthilatdar e û rêvebirîya sazî û dezgehên dewletê di destê wan de ye…

Cano Amedi      24 /02/2022     AMED

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *