Qirkirina li Roboskîyê (2011)

Siddîq BOZARSLAN

Roja 28.11.2011 firokeyên (teyarên) şer ên Tirk, li herêma Roboskî nêzikê sînorê başur û bakurê Kurdistanê 34 xortên Kurd bombebaran kir û digel heywanên wan bi awayeke hovane kuşt. Ew xortên ji gundê Roboskî, di navbera du alîyên sînor da karên bazirganî bi kaçaxî dikirin û bi vî awayî debara malbatên xwe pêk dianîn. Gelek balkêş bû ku navên wan gundîyan li qarekola cendirme qeyîdkirî bûn, ji ber ku van gundîyên reben vî karî ji mêj ve dikirin û ew ne cara ewil bû ku diçûn wî ceberî (rexê başûr) û alavan bi heywanên xwe dianîn vî ceberî (bakur); lê ev car ew hemî hatin kuştin.

Ev bûyera hovane, li Başûr ji alîyê Predatorên Amerikî ve û ji bakur jî ji alîyê Heronên Îsrailî ve bi wêne hatibûn qeydkirin. Li Batmanê baregaheka JÎTEMê hebû ku ew di xizmeta pisporên Heronan da dixebite û Heron ji Batmanê difirîyan. Yanê bi awayeke vekirî, bi zanatî û bi fermana Genelkurmaya Tirk, ew hewildana hovane pêkhat. Sê kesan wê fermana dabûn: Serokê Îstîxbarata Genelkurmay Yaşar Guler (nûha Serokê Genelkurmaya Tirk e), Serokê Genelkurmay yê duyemîn Hulusi Akar (nûha wezîrê parastinê yê neteweyî ye) û Serokê Genelkurmay Necdet Özel (nûha teqawud e) bû.

Lê di eslê xwe da fermana qetlîamê ne tenê sê kes dabûn; digel van sê kesan îradeya sîyasî jî vê fermanê dabû ku destûr nedan ku sucdar werin dadgehkirin û cezakirin. Îradeya sîyasî jî ne tenê berpirsên dadgehkirinê bûn; digel wan berpirsên hukumet û dewletê bixwe bûn ku nûha jî yek ji wan bûye serokê dewletê, yanê Recep Tayyip Erdoğan e.

Kurd di nav sînorên çar dewletan da hatine hepiskirin û cezakirin. Malbatên Kurd li vî alî ango wî alîyê sînor cîwarbûyî jî bin, ew hemî xismên hev in û bi sedsalan e ku wan sînoran nas nakin û digel ku di nav wan sînoran da xwe bikin qurbanî jî, wan têkilîyên xwe yên aburî, kultûrî, civatî û wd. domandine û didomînin.

Gelek balkêş e ku nêzîkî 70 sal berê, di temuza 1943yan da li Özalpa girêdayê Wanê 33 gundîyên reben bi fermana Generalê Tirk Mustafa Muğlalı ve bi awayeke hovîtîyê tên kuştin. Ew gundî jî ji alîyê eskeran ve tên naskirin û ew hatine girtin, lê di derbarê wan da lêpirsîn û cezakirin ji alîyê dadgehê ve tune ye; ji ber ku wan tu sucek nekirine. Lê li ser navê bahaneya ewlekarîya sînor û pirestija berpirsên herêmê, jibo îbretê ew tên kuştin. Gundîyên Roboskîyê jî, ji alîyê qereqola eskerîyê ve tên naskirin û her wek pirî caran, wê carê jî bi destûra qereqolê diherin rexê başur, karên xwe tevav dikin û dizîvirin malê, lê fermana kuştina wan hatîye dayîn û bi bombe û gullebarana teyaran, ew digel heywanên xwe tên kuştin.

Di van du bûyeran da jî mesaja herî mezin ku dewleta tirk a dagirker daye xelkê kurd ev e ku ew dibêjin; “haya we bila ji we hebe û pîyên xwe ji palasê dirêjtir mekin, em dema bixwazin we dikujin û dema em destûrê bidin, hûn dê bijîn. Têkilîyên xwe û rexên dî jî divê hûn kontrol bikin, em qet li çavên we yên reş nanêrin ku hûn xismên hev in, sînor nasnakin û wd…”

Yanî van hovîtîyan bi tevayî ku bûne bela serê neteweyê me; ji ber bêdewletbûnê ye ku dagirkerên welatê me tînin serê me. Heta ku kurd li ser axa xwe nebin xwedîyê rêvebirîya herêmên xwe, van qetlîaman dê her bidomin. Loma divê kurd bibin dewlet û li ser axa wan jî tu wezîfedarê tirk an faris ango ereb nemînin. Em dema bûn dewlet wek wan, wê çaxê em dikarin behsa yekîtî û biratîya gelan û wekî dî bikin, lê ne îro! Yên îro behsa biratîya gelan dikin; ew durû ne û berdewamîya koletîya kurdan dixwazin û xizmetkarên koledaran  e.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *