Di ”Mem û Zîn”ê da hin babtên giring

Siddik BOZARSLAN

Kana zanîna giştî

”Gerçi babetê ”Mem û Zîn”ê yê sereke, çîroka evîna Memê û Zînê ye; lê belê Ehmedê Xanî qîma xwe tenê bi qalkirin û salixdana çîroka wê evînê nanîye; her weha, qîma xwe tenê  bi qalkirin û salixdana rewşa kurdan jî nanîye. Wî xwestîye li tenişta salixdana evîna Memê û Zînê û qalkirina rewşa gelê kurd, di pirtûka xwe da cî bide gelek şol û babetên cure cure, qala şolên tewira- tewir bike û bi wî awayî pirtûkeka dagirtî, pirtûkeka têrzanîn bigîhîne gelê kurd.

Bi wê daxwazê wî li dora çîroka evîna Memê û Zînê, bi hunermendîyeka mezin, hem qala rewşa gelê kurd  û toreyên wî kirîye, hem jî cî daye hin şol û babetên cure cure yên ku têkilîya wan bi jîyanê heye û li ser wan jî dîtinên xwe ragîhandine. Bi wî awayî, ”Mem û Zîn” ne ku tenê bûye pirtûkeka evînê; lê her weha jibo zanîna giştî jî bûye kaneka dewlemend û serçavîyeka têrbereket.

Awayê nivîsîna wan dîtinan jî gelek balkêş e. Xanî carna di despêka hin beşan da, li gora babetên wan beşan çend malik li ser tiştek, mesela li ser Rojê yan li ser felekê yan li ser rindîyê û wd. nivîsîne û dîtinên xwe di heqê wan tiştan da bi wî awayî dane zanîn; carna jî di dûwayîya hin beşan da wisa kirîye; carna jî di nava beşek da, li gora babetê wî beşî çend malik li ser tiştek nivîsîne û dîtina xwe li ser wî tiştî bi wî awayî daye zanîn, paşê dîsa vegerîyaye ser babetê wî beşî û qalkirina wî babetî domandîye; carna jî hin kesên çîrokê li ser hin babetan, li ser hin bûyeran peyivandine û ji devên wan kesan di heqê wan babetan û bûyeran da haydarî dane yan jî dîtinên xwe dane zanîn.

Eger mirov ”Mem û Zîn”ê bişibîne baxçeyek, ew malikên ku Xanî dîtinên xwe li ser hin şolan di wan da dane zanîn, mirov dişê wan jî bişibîne gul û kulîlkên wî baxçeyî; eger mirov ”Mem û Zîn”ê bişibîne qumaşekî hevrîşmîn, mirov dişê wan malikan jî bişibîne nexşên renga- reng ên ku di wî qumaşî da hatine raçandin.

Ji rûmeta mirov heta rûmeta rindîyê û evînê, ji dijhevîya di siriştê û komelê da heta rastî û durustîya di hevalîyê û dostanîyê da, ji awayê kargêrîya dewletan heta tevgerên dewletmirovan û mîran, ji rabûna li dijê dewletê heta parastina otorîte û dûzena dewletê, gelek babet di ”Mem û Zîn”ê da cî girtine.

Li ser hemî babetên weha mirov dikare dûr û dirêj bi sed rûpelan binivîse. Lê belê di vê ”Pêşkêşî”yê da cî tune ku em li ser hemî şol û babetên weha binivîsin. Ji ber vê yekê, bi qasê ku cîyê vê ”Pêşkêşî”yê dest dide em´ê hin numûne ji hin babetên weha nîşan bidin.” (eynê eser, r. 47- 48)

Mirov

”Ehmedê Xanî, rûmeteka gelek bilind daye mirov. Hêj di despêka pirtûkê da di beşê pêşîn da dema pesnê Xwedê daye, giringîya mirov anîye ber çavan û daye zanîn ku navê mirov, nîşana hebûna Xwedê ye. Xanî, Xwedê şibandîye xezîneyeka di nava tilîsma alemê daku ji navê mirov dixuye, ji navê mirov kifş e. Di vî babetî da ji Xwedê ra weha gotîye:

”Xezîne yî tu, di nava tilîsma alemê da yî                                                                                                  Defîne yî tu, ji navê mirov tu eşkera yî”

Li nik Xanî, amanca eslî ji afirandina Gerdûnê, mirov e; bi peyveka dî, mirov di merkeza Gerdûnê da cî digire û Xwedê her tişt jibo mirov afirandîye. Xanî di vî babetî da jî ji Xwedê ra gotîye ku:

”Bi peyvika ´bibe´, du alem afirandin fermana te                                                                                   Lê amanc çi bû? Mirov bû amanca wê fermana te

Mirov bi xwe ji her du aleman yek e                                                                                        afirîye ji fermana ´bibe´ û ji wê fermanê tîpek e

Ew tîp e  rastîya bêguman a hemin (muhaqqeq)                                                                        Hem ferman e bi qudreta te, hem jî afirandin”

Mirov ji laş û gîyan pêkhatîye. Ew her du unsur, du unsurên dijhev in; yek ji wan ji alema dinyayî ye, yek ji wan ji alema Xwedayî ye. Ew her du unsur, bê daxwaza xwe û bi zorê fermana Xwedê bi hev ra hatine zewicandin:

”Herçî ku laş in, ayînkirî (resimkirî) ne ji alema dinyayî                                                             Herçî ku gîyan in, nîşankirî ne bi nîşana Xwedayî

Ev gîyan û laş, bê daxwaza xwe, bi zor                                                                                        hatin zewicandin bi fermana Xwedê ya ku hatibû ji jor

Gerçi rûmetketî ye alema dinyayî                                                                                                 lê belê şewqa rindîyê ye alema Xwedayî”

Ji yekîtî û zewicandina wan her du unsurên dijhev, mirov pêkhatîye, ku Xanî ew şibandîye tîpek ji fermana Xwedê. Ew tîp, yanî mirov, gerçi bi telê (cismê berçav) xwe hûr e, lê belê amanc û maneya wê tîpê gelek kûr e; ew tîp, nexşê qelema tewr mezin e. Di vê babetî da ji Xwedê ra weha gotîye:

”Tîpa ku me got, ew nexşekî hûr e                                                                                                Lê amanc û maneya wê gelek kûr e

Gerçi te ew biçûk nîşan daye, bi çavdîtin                                                                                         lê di eslê xwe da ew e nexşê qelema tewr mezin”

Ji ber ku ew tîp ji wan her du unsurên dijhev pêkhatîye, qencî û xirabî di wê da gîhane hev, serfirazî û neng (tiştê şermê) tev ji wê dixuyîn:

”Di wê da ne tiştên dîyar û nedîyar                                                                                     Serfirazî jî, neng jî ji wê dibin dîyar”

Yanî mirov dikare bêje ku li gora dîtina Xanî, mirov wek bajarek e ku tê da qencî û xirabî, serfirazî û neng, li rexê hev cî digrin; yan jî mirov wek gulek e ku pelên geş û bêhnxweş jî, strîyên tûj jî pê ve hene; yan jî mirov daristanek e kut ê da xezalên xweşik jî, gur û hirçên goştxur jî, rovîyên dekzan û xasûk û hîlekar jî digerin. Bi wî awayî mirov hem ronayî ye, hem jî tarîtî ye:

”Mirov bi xwe hem tarîtî ye, hem jî nûr e                                                                                                                     Adem ji te hem nêzîk e, hem jî dûr e”

Mirov dikare bêje ku Xanî, ew alema ku di şexsê mirov da veşartî ye û ew dijhevîya ku di wê alemê da heye, bi van her du malikên jorîn bi awayekî pirr zelal anîye ber çavan. Ma mirov nikare bêje ku ew dîyalektîka ku di şexsê mirov da heye, Xanî bi van her du malikan tilîya xwe danîye ser wê û ew nîşan daye! Lê belê ew dijhevî, rûmeta mirov danaxe û kêm nake; digel ku mirov hem ronayî ye û hem tarîtî ye jî, ew dîsa amanc e jibo afirandina alemê, dîsa her tişt jibo wî hatîye afirandin û di xizmeta wî da ye, her tişt li ser karê wî ye:

”Herçî tiştên ku di vê alemê da hene                                                                                         ew peyrewên (kesê ku li pey tiştek/kesek diçe) me mirovan in, li ser karê me ne”

Çi ne ew tişt? Li gora dîtina Xanî her tişt; ji çerxa felekê heta axê, ji xurekan heta cilan, ji dozan heta daxwazan, ji lawiran heta madenan, ji amancan heta miradan:

”Bi giştî jibo me ra di kar da ne                                                                                                         û hemî pêkve jibo me di bînê kar da ne” (eynê eser, r. 48- 50)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *