PÊWÎSTÎYA PARTÎYA LEGAL Û PIRSGIRÊKÊN WÊ

Demek berê, bi şêwra civînek li Medkomê, ji bo avakirina partîyek legal bi nasnama Kurd, dest bi tevgerê bû. Li gorî agahdarîyan, di encama vê hewldanê de, Platforma Yekîtîya Demokratîk a Kurd ava bûye. Mafê gelê Kurd e, ku ji bo serxwebûn û azadîya xwe, ji her qada tekoşînê fêde bike. Ji xwe gelê Kurd, tu carî nexwestîye serî ji qanûnê Tirkî ku li ser înkar û bişaftina netewa Kurd ava bûye re deyne. Loma çiqas bi awayên aktîf û pasîf be jî gelê Kurd, li hemberî qanûnên Tirkî, gohnedarîyek nefermayî (neîteatkirina sivîl) kirîye. Lê di qada legal de, heta aniha, bi rexistinî tevgerek radîkal ku gohnedarîyek nefermayî bike derneket holê. Weke tê zanîn gelek eger û astengên vêna hebûn. Astenga mezin, şiyarkirin, birêxistin, çirandina perda tirsê ya li ser gelê Kurd û hilpekandina gelê Kurd ya qada tekoşînê bû. Legal dibe, illegal dibe, her rêxistin, li gorî pêwîstîya mere û hoyên xwe, ji bo mere bigehîje armanca xwe her yek pergalekî tekoşînê ye. Lê gava kîjan pergalê tekoşînê em baş nepîvin û di cîh de bi kar neynin, em ê şaşînî mezin bikin û wê tekoşîna me derbê bixwe. Ez ne li hemberî partîyek legal ya demokratîk û girseyî me. Ez ne li hemberî ku neteweperest jî di nava partîyek werê de cîh bistînin. Lê sosyalîst û demokratên Kurd divê gelhûrên di nav netewa Kurd dijîn, mafê wan jî bi qasî yên xwe biparêzin. Divê him navê vê partîyê, him jî bername û destûra vê partîyê li gorî mafê wan hindikayîyan jî bê amadekirin. Peşnîyara min ev e: Ji berdêla ku nav “partiya Kurd” be, divê “partiya Kurdistanê” be. Lê bi ya min pirsgirêk ne ev tenê ye: Heta îro dewleta Tirk, di her qanûn û çalakîya xwe de netewa Kurd înkar kir û ji bo ku hebûna wê bibişêfe û ji holê rake, kete hewldanek rûxînê. Kê serê xwe hilda bi iskence, zindan, kuştin û nefîkirin ew bêdeng da hîştin. Mirovekî Kurd, ji bo ku heşkere sîyasetê bike, divîya ku Kurdbûna xwe înkar bike û ji bo vêna jî, li ser navê nijadperestîya Tirk sondek şovenî bixwîne, ji bo ku gelê Kurd li ser navê xwe sîyaseta legal bikira, divîya ku li hember zor û dijwarîya dewleta Tirk, jê re piştek ku pê ewle bibe hebaya. Çawa ku dewleta Tirk, siyaseta xwe ya çepel (şoven) û kolonyalîst bi piştgirî û rêya hêzên xwe yên çekdar dimeşîne, ji bo gelê Kurd, di qada legal bi heşkereyi doza mafê xwe bikira û mafê xwe bi dest xista, divîya bi rexistinek îlegal berê hêza xwe ya çekdar ava bikira. Me dît ku piştî li darxistina şerê Kurd yê çekdarî, dewleta Tirk, partîyê Kurdistanê yên li ser navê Tirkî jî vebûn tehemul (baldirejî) nekir û bi dijwarî çû ser wan. Lê ji bo ku piştek çekdarî ji wan re hebû, bi wî awayî hebûna xwe berdewam kirin.

Tekoşina qada legal ji me re girîng e; lê dive em sosyalîst xwe nexapînin; li ser pişta tu kesî em nikanin sîyasete bikin. Lewra armanca me desthilatîya sîyasî û avakirina sîstemek nû ye. Li vê gorê, divê em di her mijarê de loma tevger bikin. Gava ku em vêna nekin, ji bo armancên nêzîk jî, em nikarin wek muhatabên grîng derkevin holê. Her hêz li gorî leyîstina rolê xwe hoyan diguherîne. Lê gava ku em rola xwe nelîzin, tu hoy jî li gorî daxweza me çênabin. Dewleta Tirk, bi xwe dewletek militarîst e, li ser hîmê tundî û dijwarîyê ava bûye û her dem dijwarî sipartiye gelê me. Di vê rewşê de gelê Kurd çiqas bixwaze jî nikare mercên demokrasîyê pêk bîne. Çima ku Tirkî ne dewletek ewrûpa ye. Lewra hayê gelê Kurd yê reben ne ji demokrasîyê çêbûye, ne jî zani demokrasî çi ye. Kesên ku seranserî jîyana xwe zilm û zora dîktatorîya mîlîtarîzma mêtinkarîyê dîtibin, mere çawa ji wan hêvî bike ku tenê metodê demokratîk biramin û bi kar bînin. Em baş dizanin ku îlegalîte û serê çekdarî, ji ber tunebûna demokrasîyê tê parastin û ji bo rizgarî û demokrasîyek gel ya bi rastî tê bi karanîn. Gava ku îlegalîte pewîst be, em tene xwe li legalîte rakişînin, gava ku neyar ji şerê çekdarî pê ve tu rêya tekoşînê ji me re nehêle, em jî ji şer birevin, wê gavê em nikarin peşengîya gel bikin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir