Mantiqa “tirk/tirkîtîyê”, ji Covid-19 xerertir e

 jibo miletên Cîhanê u bi taybetî jî,jibo miletê Kurd/Kurdîstanê.

Hela li vê ecêbê binêrin; hinek “tirk”ên  bav/esil nedîyar, hanîne kirine serleşkerê şervanên Kurd û berê “tifinga şervanên Kurd” dane   STATU û ALA KURDĪSTANÊ!!!

Di dîroka miletên Cîhanê de, fitne û şeytanīyek waha bêyom qet nehatîye dîtin û bihîstin!!

Ev “tirk”ên ku; hatine nav vê “projeya tirkîtîyê” (pkk), û di nav bedena Kurd de bi cîh bûne, “nuqteyên stratejîk” bi dest xistine, ne kesên ji rězê ne!! Ji helwest û gotarên wan jî, bi zelalî dīyar e ku ajende û projeyên dewleta Tirk bi rê ve dibin.

Bala xwe bidinê; Ji bo dewletên cîran (dagirker), dibêjin:

“Sînor/Al/ziman/statu’ya dewletên dagîrkerên Kurdîstaně (TR-Îran/Îraq u Sury) ji bo me meşrû û pîroz e”!!!

Lê, ji bo “STATU”ya Başurê Kurdīstanê; bi awayekî dujmin’ane, TEORÎ’yên “xerabîya dewletê” rêz dikin û li dijî Kurdîstana Federe, bangewazîyan “îlan’a Şerr” dikin.

Divê Miletê Kurd hîşyar be û “dost û dujmin”ê Miletê Kurd baş nas bik e. Tevahîya miletên cîhanê bi nasnameyên xwe tên nasîn.

Welat/Niştîman-AX-ZIMAN/AL/SIRÛDA NETEWÎ.. sembol û qrîterên sereke ne.. DEWLETA SERBIXWE jî gerantîya van qrîtera ye.

Tecrube û şopandına 45 salên dawîn, nîşanê me dide ku; dijberîya “projeya pkk” a stratejîk ya li dijî “Al û Dewleta Kurdī” ne tesaduf e û pirr bi zanatî hatîye amadekirin û bi berdewamî ji alîyên xwedîyê xwe ve çavdêrî lê tê kirin ..

Dewleta “tirk”, hebûna xwe li ser “tunekirin û ji holêrakirin”Kurd û Kurdîstanê ava bûye. Ev yeka jî, “bi darê zorê”û qetlîam’an pêkhatîye.

Ji bo miletê Kurd jî sîyasetek “STATUXWAZ” TEKANE ÇARE YE.

JIBO VÊ ARMANCÊ JÎ XWE PARASTIN JÎ DI NAV DE, HER RÊ Û HACETÊN TEKOŞÎNÊ MEŞRÛ Û REWA YE..

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *