Daxuyaniya civîna Partiyên Siyasiyên Herêma Kurdistanê

Roja sêşem 26.01.2016 li Selahedîn Serok û Sekreter û Nûnerên Partiyên Siyasiyên Herêma Kurdistanê bi mebesta guhertina bîr û ramanên li ser pirsên niha yên Herêma Kurdistanê û gihîştina bi komdengî û peydakirina çareseriyek ji bo giriftan, li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê civiya.

Li civînê de ku birêz Kosret Resûl Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û her wiha Serok û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, di destpêkê de Serokê Herêma Kurdistanê gotarek ji bo amadebûyên civînê pêşkêş kir û behsa rewÅŸa siyasiya Herêma Kurdistanê kir û daxwaz ji amadebûyan kir ku li civînê de bi awayeke berpirsiyarane bîr li çareserkirina rewşê bikin û bi pêwîst zanî ku dûrî li muzayedatên siyasî pirsa Serokayetiya Herêmê bê çareser kirin û her wiha tîşk bixin li ser çareserkirina giriftên xelk û parastina baweriya li navbera xelk û partiyên siyasî. Serokê Herêma Kurdistanê piÅŸtevaniya xwe jî ji bo hemû hengavek ragihand ku bibê sedema dirustbûna bawerî û ÅŸefafiyet û dadperweriyê. Her wiha li dirêjahiya axaftina xwe de bi kurtî di derbarê ÅŸerê Da’îş û referandum û mafê gelê Kurdistanê ya li diyarkirina çarenûsa xwe xisterû.

Her li vê civînê de amadebûyan bîr û raman û têbînî û pêşniyarên xwe yên di derbarê pirsa Serokayetî û çalakkirina parlemen û qeyrana darayî û referandumê xistinrû û rêzdar Serokê Hikûmet û Cîgirê Serokê Hikûmetê hengavên Hikûmetê yên di derbarê rêwşuwênên rûbirûbûna qeyrana aborî û her wiha çaksazî û dahat û xerciyên Hikûmetê ji bo civînê şîrove kirin.

Civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û partiyên siyasiyên Herêma Kurdistanê gihîşte van biryar û encaman:

Yekem: BeÅŸdarbûyên civînê pesnê cangorî û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li ÅŸerê terorîstên Da’îş kirin ku li rewÅŸeke dijwar de qehremanane bergiriyê li gel û niÅŸtîman dikin û bi tevahî palpiÅŸtiyên xwe ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand û civînê de bi pêwîstî zanîn ku hemû aliyên siyasiyan berpirsane muamele li gel rûdan û pêşhatan û rewÅŸa hestiyar ya niha bikin û li asta berpirsiyariya dîroka xwe û baweriya cemawerî da bin.

Dûyem: Beşdarbûyên kombûnê palpiştiya xwe ji bo proseya referandumê ragihandin û bi pêwîstî zanîn ku ji bo serxistina proseya referandumê komdengiyekî niştîmanî bê saz kirin ew jî li rêya yekxistina nav mala Kurdistan û bi hêztirkirina baweriya di navbera aliyên siyasiyan û xelkê Herêma Kurdistanê. Her di vî derbarî de aliyên siyasiyan wê yekê dûpat kirin ku pêwîste ev derfet bi xelkê Kurdistanê bê dayîn ku raya xwe ya di derbarê çarenûsa xwe ya bi cîhanê rabigihînin.

Sêyem: Civînê de nîgeraniya xwe di derbarê bi diyardeya koçbûna welatên derve û kûrbûna kêşeyên xelkê nîşan dan û piştrastî dane xelkê Kurdistanê ku bi pêkve qeyranan derbas dibin û aliyan bi tevahiya piştevaniya xwe ji bo nerazîbûn û daxwazên xelkê ragihand û balkişandin li ser birîna budçeyê û daxwaz kirin ku hemû rêyek li ber bigrin ji bo çareserkirina kêşeya bê mûçeyî û ji bo vê mebestê jî palpiştiya xwe ji bo hewl û rêwşuwênên Hikûmetê ya ji bo siyaseta destpêkirin û kêmkirina xerciyan û çaksazî û peydakirina çareseriyek ji bo girftan ragihand bû cûreyek ku rêwşuwênên Hikûmetê kêmtirîn guvaşê ji bo çîna hejar û kêmderamet û fermanberan bîne û kêmkirina mûçeya fermanberên jî wekî paşkeft ji bo fermanberan li cem Hikûmetê bimîne û bi tu awayek jî mûçe û mafê fermanberan naçê, her wiha ev siyaset û rêwşuwên bi awayeke giştî xizmeta pêkanîna dadperwerî û nehiştina giriftên darayî bike.

Çarem: Beşdarbûyên civînê li ser ewe hevrebûn ku pêwîste bi sûdwergirtina li ezmûnan her çi zûtire Parlemen bê çalak kirin û bingehek jî ji bo aştevayî siyasî ya di navbera aliyan bê xweş kirin û ji bo vê mebestê jî biryar dan komîteyekî taybet bê pêkanîn ku erkê wê jî ji zemînesaziya çalakkirina Parlemen û Hikûmet û çareseriya pirsa Serokayetî û serxistina referandum dibe. Her wiha ev komîte heta hefteyek da karên xwe temam dike û encamên wê dixe ber kombûna pêş ya partiyên siyasiyan li gel Serokê Herêma Kurdistanê.

Pêncem: Di derbarê guhertinên navçeyê de, civînê de tekez kirin ku Herêma Kurdistanê nabê beşek ji gengeşeyên navçeyê û tekez li ser parastina mafê diyarkirina çarenûs û mafên demokratiyên gelê Kurdistanê kirin.

Şeşem: Civînê bi pêwîstî zanî ku diyalog û danustandin li gel Bexda bi navê gihîştina çareserkirina kêşeyan de berdewam bê.

http://www.presidency.krd/kurdil/articledisplay.aspx?id=CmO7JSBwmGk=

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *