ROLA INC Û DEWLETA IRAQÊ

Di van rojên dawî de di çapamenîya Tirk de, di derheqê “Kongra Netewî ya Irak”ê de gelek nûçe cîh digirin. Emerîka, Tirkîye û hevalbendên wan hemû hesabên xwe li ser INC dikin. Gelek rolekî mezin didinê û dixwazin INC li heremê bikin hêzê yekemîn.

Lê belê,  her tiÅŸt bi daxwazan naçe serî!  Gava ku em bi balkêşî li vê pirsê binihêrin emê bibînin ku hêzên emperyalîst û dagirker dixwazin INC li şûna Saddam bidin rûniÅŸtandin. Li gor dilê wan Saddam li heremê pir qilêrî bûye, divê cîhê xwe rabe, li şûna wî yekî din rûnê. Bi qasî tê dîtin ev rol jî dane INC.  Serokê INC Ahmet Cîbrîl di navbera Waşînton û London de, diçe tê. Her roj daxwazîyên xwe diyar dikin. Lê di nav  wan daxwazîyan de, di programê wan de tu mafekî gelê kurd nexuyaye. Ew tê wê vatê ku, INC dixwaze cîhê Saddam tije bike û li Kurdîstana Başûr desthelatîya xwe sazbike.  Bi qasî tê xuyandin INC niha hêzekî bê çeke, lê ew nayê wê vatê ku, wê pêş de nebe hêzekî çekdarî. Di hoyên îroyin de, rewÅŸ hewcedarîya INC ewha dixwaze. Niha, bi awayê hêzekî “demokratîk” xwe dide nîşandin. Lê di demên pêş de, gava ku li  heremê, kontrola ramyarî û “îdarî”  bigre destê xwe, wê gavê tiÅŸtên Saddam nekiribin wê ev hêz bike. Lewra ji niha ve  li dijî mafên gelê kurd dergê xwe bilind dikin û nerazîbûna xwe bi her awayî nîşandide. Gelek hêz û kesên ku di nav seroktîya INC de çîh digirin berê li hemberê gelê kurd li rû Saddam cîh girtine an ÅŸer kirine. Ev hêz û kesên berê generalên Saddam bûn wê çewa mafê gelê kurd nasbikin? Gelê kurd wê bi çi awayî bi wan bawerbe ku dest bi ÅŸirîkayî yê bike?  Pirsa rastî daxwazîya INC û alîkarên wî ew e ku kontrola heremê bixin destê xwe û dengê gelê kurd qut bikin.

Ew polîtîka hanê dibin seroktîya Emerîka û Tirkîyê de têmeşandin. Li gor wan bi vî awayî wê rola Saddam bidin INC û berjevendîyên xwe ji nû ve avabikin. Yanî, wê bi wasita INC dengê  gelê kurd qut bikin; mafên wan ji holê rakin û dezgehên ku îro li ser piyane an hatine damizrandin wê bi destê kurda xirab bikin, dawîyê de desthilatîya heremê wê bigre destê xwe.

Ji ber vê yekê,  ne zawên Saddam ne jî  INC, ne dostên gelê kurd in.  Ku her dû alî jî naxwazin gelê kurd bibin xwedîyê mafên xwe. Lewra hemû alî jî li hemberê dewleteke azad û serbixwe ne. Hebe tune be,  daxwazîya wan hemûyan ew e ku gelê kurd û têkoşîna wî têxin bin bandora xwe û li heremê desthilatîya xwe ya ramyarî sazbikin. Divê hêzên Kurdîstanî wê rastîyê  baş bibînin û jê re çareserîkî bingehî peyder bikin. Divê gelê kurd dîsa neyê xapandin. Çewa ku do General Kasim, Hasan El Bekîr û Saddam gelê me xapandin îro jî, INC û zavên Saddam, dixwazin bi leyistikên genî gelê me dîsa bixapînin. Ez hêvî dikim partî  û sîyasetmedarên me vê rastîyê dibînin û ji dîrokê dersên zêrîn girtine.

Îro hêzên  ku li Kurdîstana başûrê  çalakîyên ramyarî didomînin, çi heyf ku ji perspektîfa şoreşê dûr in.  Li gor wan hebe tune be berjevendîyên wan yên biçûçikin. Naxwazin desthilatîya ramyarî û îdarî li kurdîstanê bigirin destê xwe. Naxwazin dewletek azad û serbixwe bê damizrandin. Ger daxwazîyekî wan ewha hebîya wê şerê xwekujî ne domandin bûna.           Gulan-1997 Ermenek

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *