Murat Ekîncî: Serhildana Şêx Seîd Efendî – Rêxistina Azadî

29ê Hezîranê salvegera daliqandina Şêx Seîd Efendî û 46 têkoşerên Tevgera 1925 a Netewî ya Kurd e. 92 sal berê li Bakurê Kurdistanê Kurdan ji bo avakirina Kurdistaneke serbixwe li hemberî dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê serî hildan. Lê serhildan serneket û nêzikê 100 hezar Kurd hatin kuştin. Serok û rêberên Kurdan hatin daliqandin û heta niha jî cihê gorên wan nediyar e.

Îro salvegera daliqandina Şêx Seîd Efendî û pêşeng û têkoşerên Tevgera 1925 a Netewî ya Kurd e. 92 sal berê Kurdan dema fêm kirin ko dewleta Tirkiyeyê mafên wan ên netewî binpê dike li hemberî dagirkeriyê serî hildan û doza Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî kirin.

Ev doz herçiqas wekî Serhildana Şêx Seîd Efendî were zanîn jî di bingeha vê serhildanê de Komîteya Îstîqlala Kurdistanê ango Rêxistina Azadî heye. Rêxistina Azadî di sala 1920an de li bajarê Erziromê di Serokatiya Mîralay Xalid Begê Cibrî de hate damezirandin.

24 fermandarên pilebilind yên wekî Îhsan Nûrî Paşa, Îsmaîl Heqî Şaweys û herwiha rewşenbîrên wekî Doktor Fuat, Kemal Fewzî û Yusuf Zîya damezirînerên sereke yên Azadiyê bûn.

Azadî heta peymana Lozanê ti xebatên rêxistinî nekir. Lê di 24ê Tirmeha 1923an de Peymana Lozanê dema hate îmzekirin Azadî têgihişt ku dewleta Tirkiyeyê pabendê sozên xwe nebûye. Li ser vê yekê bi seyda, aga, mele, serokeşîr û rewşenbîrên Kurdistanê re pêwendî danî û li her çar perçeyên Kurdistanê dest bi rêxistinbûnê kir. Li Başûrê Kurdistanê bi Şêx Mehmûdê Berzencî û li Rojhilatê Kurdistanê jî bi Simkoyê Şikak re ket nav danûstandinan. Lewra rêxistina Azadî dixwest Kurdistaneka Serbixwe û Yekgirtî ava bike.

Lê haya dewleta Tirkiyeyê ji vê rêxistinbûnê zû çêbû digel Xalid Begê Cibrî hemû qadroyên siyasî, leşkerî û rewşenbirî yên rêxistina Azadî hatin girtin û rêxistin bêserî ma. Armanca Azadiyê ew bû ko piştî demsala biharê dest bi serhildanê bike. Lê ev serhildan ji ber lîstik û hincetekî dewletê di 13 Sibatê de li Pîrana Diyarbekirê ji nişka ve teqiya.

Serhildan di demek gelek zû de ji 3 milan ve li gelek bajarên bakurê Kurdistanê belav bû. Sedan hezar kurd êdî li hemberî dagirkeriyê serî hilda bûn. Lê dewleta Tirkiyeyê bi zilmeka mezin û listîkan serhildanê şikenand. Dehan hezar kurdên bêgûneh di vê serhildanê de hatin kuştin û dewleta Tirkiyeyê jênosîdek mezin pêk anî.

Piştî ku serhildan têk çû di 14ê Nîsanê de Serokê Azadiyê Xalid Begê Cibrî jî nav de Yusuf Ziya Beg, Teymen Alî Riza, Mele Evdirehmanê Şirnexî û Faîk Bey ji aliyê Dîwana Herbê ya Bilîsê ve hatin kuştin. Şêx Seîd Efendî û hevalên xwe jî piştî rojek dî li ser pira Evdirehman Paşa hatin girtin. Mehkemeya wan li Dadgeha Îstîqlalê bi rê ve çû û digel Şêx Seîd Efendî û 47 pêşengên serhildanê di 29ê hezîranê de hatin daliqandin.

92 sal berê hêviya avakirina Kurdistaneke serbixwe li Bircên Diyarbekirê nîvço man. Lê îro ew hêvî di pêvajoya referandûma serxwebûnê de li ser bircên Hewlêrê berceste dibe.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *