Ev demên dîrokî, derfetên zêrin her dem bi dest nakevin.

Cano Amedî bersiva pirsên Rojevakurd dide û dibêje: Deverên şerê xendekan têde hat ceribandin hemû wargehên kurdewarîyê bûn. Dagirkeran tucarî li wan deran bandor û desthilatdarîya xwe serast nekiribûn.

Pirs:

Li Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya ”çareserîyê” têkçû, şerek dijwar dest pê kir.

Gelo berjewendî û zerera tevgera kurd û gelê kurd li Kurdistana Bakur di vî şerî de çiye?

Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?

Di bawerîya we de cardin pêvajoyek bi navê çareseriyê dikare dest pê bike? Eger dest pê bike  dê çewa be?

 

Bersiva Pirsan:

Cano AMEDÎ

Berîya her tiştî silav û rêz ji bo rêveberî û xwendekarên malpera Rojevakurd re…

Pêvajoya “çareserîyê”  an jî  bi gotinek din pêvajoya entergasîyon û  dîlgirtina gelê kurd!

Ji bo mirov “pêvajoya çareserîyê”  baş fêm bike û binîrxîne, divê ji salên 1999 an vir de, pêvajoya berîya Îmralî û ya heta îro didome baş li ser bisekine û şîrove bike. Guhertina   sîyaseta PKK  di warê ziman û ramanan de, ji 2000 an heta 2004 di nav serûbinekî de bû. Navê partîya xwe, al, nexşe û sembolên gelê Kurd, di sazî û komelan de navê Kurdîstan hate qedexekirin û li şûna wan şorbenîskek ji hevokên bêwate pêk dihat ket rojevê!  Beşek ji bingeha PKKê li hemberî van guhertinan kêfxweşbûn û her tim digotin: “heval ev taqtîk e!”   Beşek  kadro û endamên PKKê,  li dijî  pêvajoya nû helwest nîşandan û veqetîyan an li mala xwe rûniştin.  KADEK, kongra gel û hwd gelek têgeh  û hevok bikar anîn.  Piştre  bi têgeha “demokratîk”  naveroka “misak-î  mîllî” ji nûh ve tije kirin û mafê dewletbûnê, mafê netewbûnê weke daxwazek rûreşî bi nav kirin.  Parastina  sînorên dagîrkeran, weke erkek dîtin û li gor daxwaz û hêvîyên dagîrkeran helwest nîşan dan. 2004 an heta 2012 bingeha pêvajoyekê hat amade kirin.  Di 2011 an û 2012 an de,  bi giranî li herema Botan û Çolemergê, di bin navê  “teorîya deverên azadkirî” (kurtarılmış alan teorisi) rê li ber zerar û ziyanek mezin vekir û dûre bi fînala rojîya mirinê bi dawî hat. Piştre di bin navê “pêvajoya aştî û çareserîyê de” listikek din derket ser dikê. Aktor û listîkvanên Oslo yê cîhê xwe dan nebîyên îttîhat terakî û kemalîstên çepgir.

Di bin çavdêrî, plankarî û kordînatorîya serokê MİTê de pêvajoyek nû dest pê kir. Serekê aktorê wê pêvajoyê jî “kûpê nehênî” şagirti Yalçın Kûçik û karmendê Tuncay Özkan Sırrı Süreyya Önder û ”şoreşgerê kadînê” Ertuğrul Kürkçü, derketin ser dîkê. Di bin çavdêrî û amadekarîya wan de lîstoka  xapînok û ya herî genî, di bin navê “şerê şoreşgerîya gel” dest pê kir. Encam û destkeftîyên wî şerî di wêneyên Varto, Farqîn, Gewer, Cizîr, Silopî, Sûr, Şirnak, Nisêbînê û deverên hwd de derket holê.  Gelê Kurd çi bidest xist, çi hunda kir, mirov li wan wêneya binêre raste rast dibîne. Hewce nake mirov wan wêneyan dûr û dirêj şîrove bike. Lewra ev cîhê hatin hilweşandin û şewitandin her tiştî radixe ber çavan..

Encama şerê xendekan carek din nîşanda ku  “Kurd” bi aqilê xwe tevnagerin. Derhêner û fînansorên dagîrker, wê herdem lîstîkan amade bikin, li ser dîkê wê“kurd” jî lîstîkvan bin. 

Ji bo em bigîhîjin encamên erênî, divê hemû beş û alîyên sîyasî yên cıvata Kurd bi aqilekî Kurdî û bi hestên Kurdîstanî li ser pêvajoya têkçû bisekine û bi nîrxîne. Rexne û xwerexnekirina pêvajoyê, bi zimanekî zelal û vekirî bikin û şaşîyan raxin ber çavan. Gava şaşî û kêmasî raste rast neyên gotin û her tim rastî bên veşartin, em nagîhîjin encamekî. Em hemû baş dizanin ku keştî bi derewan nameşe. Rastî weke kelemekî tûj e, her dem kevir û hesinan diçirîne û derdikeve holê. Ger mirov bê tirs û bê şik ji xwe û derûdora xwe bipirse, çima, ji bo çi, destkeftî çi bûn, me çi girt çi da, bi amadekarî û pêşkêşkirina derfetan, di encama şerê bajaran de dijmîn bi serket an têkçû? Ger em bersîva van birsan bidin û li pey bersîvan bigerin, ez bawerim, siberoj, em dikarin xwe ji şaşî û xirabîyan biparêzin. Lê kampanyaya propagandaya reş dide xuyakirin ku her tişt li gor stratejîyên kûr dimeşe. Armanc  ew e ku rê li ber dewletbûn û serxwebûnê bigirin û li tu perçeyên Kurdîstanê gelê Kurd  bi sernekeve, nebe xwedî statuyek û  nikaribe qedera xwe bi destê xwe tayin bike.  Xewn û xeyalên dijmin ev e!

Deverên şerê xendekan têde hat ceribandin, hemû wargehên kurdewarîyê bûn. Dagîrkeran tucarî li wan deran bandor û desthilatdarîya xwe serast nekiribûn. Piştî şerê hovîyane, dagîrkeran di nav civatê de, dêrûnîya şikestinê zêde kir û civat tirsîya, bi paş vekişîya. Li alîyekî din civat bi bêdengî û bi bêhelwestî peyamek da alîgerên xendekparêz û parêzvanên şerê şoreşgerîya gel, da ku em wan polîtîka û starejîyên we yên şaş naparêzin. Sazî, komele û endamên partîyên girêdayî PKK û şirîkên wan yên “qirase” û parlementerên wan, ger piştgirî bida û li rojevê xwedî derketina, wê rewş cuda bûya. Lê belê derû dora PKKê bi xwe, ji pêvajo û stratejîya xendekan ne bawer bûn û xwe paş vekişandin. Bêdengbûn û bêhelwestîya bingeha PKK`ê dagîrkeran baş nîrxandin û êrîşên hovîyane dest pê kir.

Dagîrkeran bi ceribandina şerê kolanan, tecrubeyek girîng girt û röntgena bajaran kişand, kêmasî û pêwîstîyên nû çine tespît kirin û li gor wê hêz û qewet di nav bajaran de bi cîh kirin. Bi salan e, cîhê bandora dagîrkeran li ser tunebû, îro di bin kontrol û desthilatdarîya dagîrkeran de ye. Civat, di bin sîya tirs û girtinê de, weke rewşa “sê meymûna” ket nav bêdengîyek kûr.

Aborîya heremê, bi her awayî têkçû, rê li ber qeyranên aborî vekir. Civat ji nû ve koçber bû, li bajar û bajarokan belav bû, bêkarî her diçe zêde dibe û mirov nikarin debara xwe bi meşînin.  Sermaye, ji heremê ber bi bajarên tirkan ve koç bû û metrepol û bajarên tirkan di nav gel de weke cîhê “aram” hat dîtin. Ev koçberî û arambûna bajarên tirkan, polîkayên asîmlasyonê xurt kir û li ber rêya xeta netewîbûnê asteng çêkirin. Armanca seneryoya valakirin û xirabkirina Kurdîstanê jî yek jê ew bû. Dêrûnîya civatê serûbin bû. Dagîrkerên hov, bi alîkarîya pere û girtina kar, di nav civatê de tora îstîxbarata xwe carek din nûjen kir.

Di demên dawî de, li heremên şervan lê hene, gelek kuştin û bûyerên tarî çêbûn. Li gelek cîhî operasîyonên vekirî û taybet hatin kirin. Kuştinên girseyî ku di nav refên şervan û fermandarên pkk de pêk hat, piranî ji ber îstîxbarata navxwoyî û bi piştgirîya “mîlîs”ên du alî pêk hat. Dagîrker, bi tecruba hezar sala baş dizanin ku gelê Kurd û desthilatdarên wan di du noxteyan de xwedî zaaf in. Yek jê pere ye, di hemû deman de bi kar anîne û heta niha jî ev taktîkek gelek serkeftî ye. Ya din jî bê îtîfakî û bêbawerîya navxweyî ye. Dagîrkerên hov, van her du kêmasîyên civata Kurd baş fêr bûne û di hemû deman de bikar tînin. Di van demên dawî de propagandaya reş jî dide xuyakirin ku Kurd li ser yek xalê li hev kirîne, ew xal jî bêtifaqî û bê aqûbetî ye!!

Berpirs û xwedîyê pêvajoya şaş, îro rabûne, guneh û şaşîyên xwe, dixwazin bi dijmînatî û dijîtîya başûrê Kurdîstanê paqij bikin. Zimanê li dijî serokê Kurdîstanê û hukumeta Kurdîstanê bi kar tînin, li dijî dagîrker û dijmînê Kurd bi kar naynin.  Ji dijmînê xwe gilî û gazin dikin, lê bi birayên xwe re neyartî û dijîtî dikin.

Di medyaya rêxistinî de, di nav bingeha xwe de, di rojname û kovarên xwe de, di nav civata Kurd de, bi zimanekî bê pîvan, bê ehlaq propagandayek reş tê meşandin. Armanç di nav xwe de, di bingehê de, pêşî li nerazîbûn û munaqaşeyên tên kirin bigirin û gunêhên xwe pakij bikin. Televîzyon û rojnameyên wan di bin kontrol û berpirsîyarîya kemalistên çepgîr de ye. Ev propaganda ya reşkirina rastîyan, “biçûk” xistina sembol û nîrxên Kurdîstanî, şehsîyet û berpirsên desthilatdarîya Kurdîstanê, li gor seneryoyên di odeyên kozmîk de hatîye amade kirin tê meşandin. Ev karê tê meşandin ji hûqûq û ûjdanê mirovahîyê dûr e. Mirovên xwedî ûjdan û xwexdî hûqûq, divê kumê xwe deyne ber xwe û şaşî û kêmasîyên xwe objektîf(heyber) binîrxînin. Ders û tecruban ji xeletî û şaşîyên xwe derxin. Lê mixabin ji ber ku dagîrkerên ku “mêjîyê me kontrol dikin” rê nadin em bifikirin, şaşî û kêmasîyên xwe bibînin. Her tim bi fesadî û nakokîyên pûç, dixwazin civata  Kurd ji hev belav bikin û rê li ber berjewendî û hestên netewî bigirin.

“Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?”

Li gor min, bersîva vê pirsê girêdayê alîyên şer in. Gotinek pêşîyan heye. Divên: ”Gava şêx bixwaze, dikare avê zelal jî bike, dikare gemarî jî bike!” Xuyaye her tişt dest şex de ye. Xwedîyên pêvajoyê, ger pêwîstîya çareserîyê bibînin divê xwedî projeyên zelal û vekirî bin. Nexşerêya xwe, dîyarî civatê û hemû alîyên sîyasî yên Kurd bikin. Li ser bingehek netewî, xwedîtîyê li destkeftîyên hene bikin û parastina berjewendîyên netewî ji xwe re armancek bingehîn bigirin û li gor van berjewendîyên giştî divê nexşerêyek bê amade kirin. Propagandayên reş, divê rojekî zûtirîn bê rawestandin û li hemberî desthilatdarîya hukumeta başûrê Kurdîstanê rêz bê girtin.

Wêneyê em dibînin, ne wêneyek ronî û zelal e. Lewra di asoyek nêzîk de, rawestina şer ne xuya ye. Lê dîsa jî em dikarin bêjin qedera wî şêrê ”lihevkirî” wê encamên hewldanên serxwebûn û dewletbûnê tayin bike. Seknandin û zêdebûna pefçûnan, êdî ne didestê alîyan de ye. Aktor û xwedîyê şer zêde bûne. Lewra aramî, zelalbûna pêvajoyê, wê tesîrek baş li pirsgirêk û çarenivîsa Kurdîstanê bike. Ev demên dîrokî, derfetên zêrin her dem bi dest nakevin. Ji ber wê yekê, hemû hêz û qewetên Kurdîstanî divê bi hişmendîyek netewî tevbigere û rê li ber çareserîyê veke. Bi dijmînatî û propagandayên reş serkeftin ne mumkun e û ne jî ahlakî ye.

Hevîdarim partî û rêxistinên Kurdîstanî, rewşenbîr û sîyasetmedarên gelê kurd, dilsoz û evîndarên doza Kurd, di vê pêvajoya girîng û dîrokî de, rolekî baş bileyîzin û xewn û xeyalên sed salan bi cîh bînin! Ger aktorên îro li qadê ne, rolên xwe baş neleyizin, wê dîrok wan bi rûreşî û bi bêkêrî tawanbar bike. Hevî dikim gelê Kurd, carek din li ser masê û di nav mij û dûmana dîplamasîyê de têk neçe, bi hestên netewî û yekgirtî tevbigere û çarenivîsa xwe bi destê xwe tayîn bike.. Bi hêvîyên serkeftina azadî û serxwebûna Kurdîstanê roj baş Kurdîstan! 12-06-2017

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *