Muhsin Mendelawî daxwaza dadperweriyê ji bo Kurdên Feylî dike

Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet daxwaza dadperweriyê ji bo Kurdên Feylî û nehêlana bandorên nerênî yên serdema diktatoriyê li ser wan dike.

Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet Muhsin Mendelawî îro (Pêncşem, 02.05.2024) tekez li ser pêdivîtiya bicihanîna dadperweriyê ji bo Kurdên Feylî kir.

Muhsin Mendelawî daxwaza nehêlana wan bandorên nerênî kir ên ku li serdema diktatoriyê li ser wan hatibûn sepandin.

Feylî di destûrê Îraqê de wekî neteweya Kurd hatine nasandin. Li meha yekê ya sala 2019ê, Kurdên Feylî li parêzgeha Wasitê kursiyeke kêmaniyan wergirt ku Mazin Ebdilmuneîm Gome bi 5078 dengan di hilbijartinên Civata Nûnerên Îraqê de li sala 2018ê serkeftin tomar kiribû.

K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *