NEXWEŞÎYEKE DOYÎN Û ÎROYÎN

Jîyan ji alîyê tecrube û têkoşînê ve wek behrekî pir dewlemend e.  Ji destpêkirina mirovahîyê virde şerê ku di nav alîkarên tarî û ronahî de didome, pir di demên xwînî de derbas bûye û gellek ditînên nû, ku di di jîyanê de hatine ceribandin, dîyarî kirîye. Dîroka mirovatîyê ji nav dilhişkîya jîyanê hatîye dapilandin û ji me re gellek tecrube û pratîk û dersên dewlemend pêkanîye. Ji dema îptîdaî (îlkel) virde malbata mirovatîyê ji bo jîyaneke sipehîtir sazbike, him bi hêzên tarî re him jî bi xweza re (tabîat) şer dike. Ew şer di her demî de li gor hoyên tê de dijîn û li gor têkîlîyên civakî ji xwe re pergalên têkoşînê pêkanîye û di dawîya wê pêkanînê de ji malbata mirovatîyê re pir ders û tecrube daye qezenc kirin. Di pêvajoya veguhêrandina hemû demên civakî de, têkoşîna çînî jî tecrubên kevn ders derdixe û li ser van dersan jî, ji xwe re pêrgalên nû, metodên nû pêktîne û wana di nav germîya têkoşînê de diceribîne. Bi wî awayî, him gencîne zanyarî ya mirovatîyê dewlemend dibe, him jî di nav têkoşînê de sînorê têkîlî û pergalên çewt baş tê xizik kirin.

Gava ku rûpelên dîroka mirovatîyê yek bi yek bê zivirandin emê bibînin ku têkoşîna ku di navbera zordar belengazan da çêbûye pir bi xwîn derbas bûye. Gelên bindest ji bo rizgarîya xwe, têkoşînên xwe bi gellek metodên cûda domandine û di dawîyê de têkoşînên xwe bi serkeftin û azadî xemîlandine. Ji ber vê yekê, di pêvajoya îroyîn de, divê gelê Kurd jî, ji dîroka xwe, ji dîrok û têkoşîna gelên dinê dersan derxe. Lewra her tim bi alîkarîya kêmasî û çewtîyên me, dewletên dagirker temenên xwe dirêj kirin e. Gava ku em têkoşîna xwe ji çewtîyan paqij nekin, dê her tim astengî derkeve pêşîya me.  Ji bo ku astengî rêya mî negirin, berîya her tiştî têkoşîneke bêhempa lazim e. Ew têkoşîna bêhempa jî, incex bi dezgeh û pergalên nû, bi rêxistinên xurt û fireh ve, wê bi serfiraz keve. Bi kurtî di pêvajoya îroyîn de lazime ku hêzên Kurdistanî, yên ku berjewendîya wan di şoreşê de ne, di bin ala enîyeke netewî de bên çem hev û têkoşîneke zîndî bidomînin. Ew jî, gava em xwe ji çewtî û kemasîyan biparêzin mumkun e. Di bin van dîtinên gelemperî de ez dixwazim li ser rewşa îroyîn rawestim û di derhaqê hin têkîlîyan ku ji alîyê hemû kesan ve wek nexweşîyek tê zanîn, ramanên xwe binivîsim.

Pratîkên li welatên din û yêr li welatê me dide xuya kirin ku di jîyana sîyasî de têkîlîyên çewt pir astengî û kelem derdixe holê û zirar dide xwendîyê xwe. Mînakên ku di dîrokê de hatine jîyandin pir in. Ji bo vê yekê divê mirov ji çewtîyan, ji kêmasîyan ders derxe û wek pêwîstîyeke mezin li ser vê nexweşîyê bisekine û sedemên vê ji holê rake. Ji bo vê jî, berîya derman kirina nexweşîyê divê em bi şiklekî rastî bi zanayî, nexweşîyê nasbikin. Di qada sîyasetê de nexweşî têvel têvel in. Lê belê, ez dixwazim di van têvelan de bal bikşînim ser yekî. Ev jî secterîanîsm e (grupçuluk).

Mîna ku tê zanîn ew nexweşî ne nû ye. Qet tune be, bi qasî sîyasetê kevn e. Hemû kesîn di qada sîyasetê de kar dikin sedema vê nexweşîyê li gor dîtin û daxwazîyên xwe şîrove dikin. Li gel van şîroveyên ku ji alîyê her kesî ve tê qebûl kirin ev e: Kî berjewendîyên komik û rêxistina xwe li ser her tiştî bihesibînê û li pêşîya berjewendîyên gelemperî (yên çînî û netewî) bigire û vî tiştî biparêze ev kes sectarîan e. Ev kes bi kirin û dîtinên xwe hundirê vê şîrovê tijî dike.

Mirovên ku berjewendîyên rêxistin û komika xwe li pêşîya berjewendîyên çînî û netewî dîgîrîn, wek sofîyên nezan û serhişk, çi zanibin û çi nizanibin, ji vê nexweşîyê re xizmat dikin. Di pratîka van mirovan de ji bo nîşandarîya secterîanîzmê gellek mînak hene. Yên ku ne fanatîk in, wê bi rehetî karin van mînakan bibînin. Ji xencî van ditînan, em dikarin ji bo mijara xwe jî, ji nav pratîkên doyîn û îroyîn gellek mînak hilbijêrin û binivîsin. Lê, li gor dîtina min, hewca nake ku em mijara xwe bi van mînakan, ku ji alîyên me hemêyan tê nas kirin, biwerimînin. Daxwaza min a yekemîn ew e ku, nexweşîyên di qada sîyasetê de kelemîn xwe dixin nav dîtinên me û me di bin bandora xwe de dihêlîn, ji alîyên hemû kesan ve bila baş bên naskirin û jê çareseîyekî bibînin. Gava ku bi vî awayî em sîyaseta xwe bidomînin û li rewşa xwe ya îroyîn binêrin, em dê astengên ku di diroka Kurdan de her tim hebûna xwe domandine, rîya yekîtîyê girtinê baş naskin. Ger di vê mijarê de em hinekî serî xwe biêşînin û ji bo çi ew berjewendîyên şexsî, berjewendîyên eşîrî û berjewendîyên herêmî li ser rêya me bûne asteng û çima bîrjewendîyên netewî û çînî girtine, em ê baş bibînin.

Mirov ger li bajêr, li gund an jî li mala xwe be an jî di nav komel û rêxistinekî de be, divê berpirsîyarên xwe yê şexsî û civakî baş bizani be û tu car li pey hesabên hûrik baz nede. Gava mirov li hemberê hev bi leyistikên sectarîanîzm û bi armancên vala bi hevre bileyize, ew ê di dawîyê de tu tiştekî qezenc neke. Ew meş, dest û lingê mirov wek qeydek girê dide.

Divê bê zanîn ku, ger di jîyana gelemperî de be û ger di jîyana sîyasî de be, çavnabarîya sîyasî nexweşîyeke sectarîan e û zadê xwe ji nezanîyê digire. Di nav nezan û hovan de dermanê vê nexweşîyê tune ye. Ev nexweşî di jîyana mirovatîyê debûye sedema gellek birînên kûr. Dîrok daye xûya kirin ku yên xwestine di behra jîyanê de di nav pêla nezanîyê de bi avjênî bileyîzin, her tim xwe di kûranîya nezanîyê de xeniqandine û heta îro jî, hê serfirazî nedîtine û ji vir pê ve jî dîtina van mumkun e.

Çi heyfe ku, ev nexweşî îro jî hebûna xwe didomîne. Bi taybetî ev nexweşî di jîyana sîyasî de pir giran û biêş e. Ji bo vê yekê, ew nexweşîya ku do di navbera hêz û civatên Kurd de tovê dijminatîyê reşandî bû, divê em jê re çareserîkî bibînin. Gava ku tovê dijminatîyê di dilê mirov de cîh bigre, êdî ev êş birîneke gelemperî tê hesab kirin. Di qada sîyasetê de mîna êşên din sectarîanîsma fanatîk jî tovê xwe bi dek û dolab, bi leyîstik û dafikan dide xûya kirin û roj bi roj têkîlîyên dostanî xirab dike. Ev nexweşî do çawa têtîlîyên sîyasî qirîj dikir îro jî wilo serê me diêşîne û encamîn xwenîşan dide. ( Hewce nake em dûr ve herin; waye li Kurdistana başûr du tevgerên Kurd li hemberî hev ketine kozikan û dixwazin hevûdu di nav xwînê de bifetisînin). Piri caran ev êş ronahîya çavên me dinuxumîne û nahîle em pêşîya xwe bibînin. Em elimîne an bi alîkarîya hinekan an jî bê guman dimeşin. Lê belê dawîya meşeke weha piranî bi çewtîyayr tê. Wê gavê jî ew şopa çewt, roj bi roj şaxên xwe dirêjî  nav qada sîyasetê dike û bûyerên nû derdixe holê. Bi vî awayî di navbera hêzên civakî de rêya têkîlîyên sîyasî, piştgirîyê û dostanîyê digire. Ew rewşa han pirî caran, bi yên alaqadarin ve namîne û hemû hemwelatêyan di bandora xwe de dihelê. Di dawîyê de ji vê rewşê em hemû zirar dibînin. Çê dibe ku rojekêçivîkekê bê û li kevirekî keve û xwedîyê vê sîyasetê di xewa de xewnek bibîne û pê kêvxweş be. Lê di jîyana rastî de cihê xewnan tune ye. Bi kurtî, ger bê zanîn ku ew sîyaset ji xencî dijmin, zirar dide me hemûyan.

Nexweşîyên me pir in. Ger em vana yek bi yek binivîsin vê gavê rûpel wê têrî me nekin. Ji bo vê yekê a rastî ew e ku, divê em di her tiştî de, di her gavî de ji xwe re pîvanokekê peyda bikin û têkîlî û rexnên xwe li gor vê pîvanokê bidomînin. Divê ev pîvanok jî, me ji armanc û têkoşîna me dûr nexe û gere em tu carî, ji bo berjewendîyên xwe yên şaxsî, berjewendîyên çînîn û netewî paş çav nexin. Gava ku vê pîvanokê li gor berjewendîyên gelekperî bigrin û bidin şûxilandin, wê gavê em ê berpirsîyarîyên xwe bi şiklekî herî çêtir bi cîh bînin.

İro sîstema kolonyalîst bi hemû dezgeh û pergalên xwe, şerê qirêj didomîne. Di vê şerê qirêj de hemû hêz li gor rewşa xwe, barê xwe hilgirtine û dimeşin. Lê belê, dijminê me yê xwînmij pêşeroja xwe û hebûna xwe bi şerê qirêj ve girêdaye. Ev jî tê vê manê ku sîstema kolonyalîst dixwaze ji alîyekî ve temenê xwe dirêj bike û saltanata xwe bidomîne, ji alîyê din ve jî bi destê xwe hoyên dawîya xwe pêktîne.

Dîroka têkoşîna gelên bindest daye xûya kirin ku dawîya dewleta dagirker wek dawîya dûpişkê ye. Gava hêzên welatparêz di hemû qadên têkoşînê de di bin ala enîyekî bijûn de mil bidin milê hev û aginê têkoşîna netewî geş bikin, vê çaxê dewletên dagirker wek dûpişkek dê di bin agirê şer de bi xwe vede. Ji bo vê yekê, em hemû kesên welatparêz, şoreşger ji hev re qadirşînas bin û dev jî sectarînîsm û nexweşîyên din berdin. Gelşîya ramanî ya me çi qas pir be jî, dîsa jî gere em rê nedîn têkîlîyên çewt û nexweşîyên dijminatîyê. Divê hemû hêzên Kurdistanî di hoyên îroyên de ji bo welatekî azad û serbixwe, berjewendîyên Kurdistanê li pêş bigirin û biparêzin. Ji bo îttîfak û enîyeke netewî divê em polîtîkayên xwe, nêzîktêdayînên xwe di nav germîya alozên şer de nîşan bidin û bi hev re têkoşînekek xurt bidomînin. Nêzîkbûna rojên ronahî bi hevalbendî û yekîtîya hêzên Kurdistanî ve girêdayî ye. 07.07.1995

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *