Ceribandina Komara Kurdistanê û Otonomîya Kurdistanê; Rojavayê Kurdistanê…

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Mirovek dema kete tengasîyê, an bi serê wî de tiştekî nexweş hat, an jî pirsgirêkek çêbû, tişta xwezayî ew e ku ji bona çareserkirinê hewil bide. Lê gelek caran, di wan hewildanan de, zanyarîya rojane ji bona çareseriya pirsgirêkan têrê nake.

Wê demê, li zanyarîya ceribandina xwe dinêre. Di encamê de, ceribandinên ji mirov re zanyarîya ku çêkirîye, dibe alîkar ku pirsgirêkên xwe çareser bike.

Wek mirovan, netewe jî dikevin zehmetîyê, tujî pirsgirêkên mezin dibin, bi serê wan de felaket û kerasetên mezin tên. Netewe jî mecbûrin ku van pirsgirêkan çareser bikin. Ew jî, ji cerabandinên xwe, ji zanyarîya xwe ya bi giştî îstifade dike.

Ceribandina neteweya me ya kurd û Kurdistanê, di dîroka xwe ya dirêjxane de gelek caran, gelek sedsalan, 50 salan tujî pirsgirêk, felaket û kerasatê bûye. Ji bona ku ji van kerastan rizgar bibe, pirsgirêkên xwe yên stratejîk çareser bike hewildana xwe domandîyê.

Di hewildana xwe ya çareserî, de hîç şik tune ye ku ceribandinên neteweya kurd yên bihûrî, jê re bûne alikar. Di ser karesat û xeterîyên stratejîk re jî bi ceribandinên xwe yên dîrokî û zanyarî derbas bûye.

Di vê qoxana dawî de, neteweya me ya kurd li Rojavayê Kurdistanê di nav xeterîyeke mezin de ye. Divê ji vê xeterîyê rizgar bibe. Pirsgirêka neteweya me, bi kêmrîsk çareser bibe, qetlîameke nû bi serê neteweya me de neyê.

Ji bona vêna, divê em li ceribandinên dîrokî û stratejîk yên neteweya kurd binêrin. Du ceribandinên dîrokî yên girîng li Kurdistanê hene ku divê em ji wan cerabandinan fêde bibînin:
Ceribandinek li Rojhelata Kurdistanê pêk hat!
Ceribandinek jî li Başûrê Kurdistanê pêk hat!

CERIBANDINA KOMARA KURDISTANÊ YA MEHABADÊ…

Ceribandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê, li Rojhelata Kurdistanê pêk hat. Piştî şerê Cîhanî yê 2emîn ku di serê neteweya me re derbas bû.. Ew ceribandina, di sala 1946an de, berîya 73 salan pêk hat.

Li çar parçeyên Kurdistanê, hezar mixabin, serhildan û şoreşên milî, beriya Şerê Cîhanê yê 2.emîn biqede, bi zora dewletên kolonyalîst hatin şikandin. Argûnên Şoreşên Milî hatin tefandin. Li hemû parçeyên Kurdistanê neteweya kurd, darbeyeke mezin xwar û di qetlîaman re derbas bû.

Li Rojhelata Kurdistanê jî Şoreşên milî û serhildanên serxwebûnxwaz hatibûn şikandin.

Di wan şertên gelek zehmet de û li Kurdistanê bêdengîyeke gelek trajedîk didomand, dema dawîya Şerê Cîhanê yê 2.emîn qedîya, ji bona neteweya kurd, li Rojhelata Kurdistanê derfeteke nû derket û hêvîyên serxwebûna Kurdistanê ji nû ve geş bû.

Ew konjonktura nû jî, bi destên Emerîkayê, Îngiltereyê û Yekîtiya Sovyetan îşgala Îranê bû. Her dewletek emperyal dixwestin ku li Îranê xwedîyê desthilatdarî û nufûza sîyasî bin.
Yekîtiya Sovyetan, di ew konjonktura taybet de xwest ku li Îranê azerbeycaniyan û kurdan bike dost û hevalbendê xwe. Loma jî xwest ku Azerbeycanê bike dewleteke serbixwe û Kurdistanê jî wek welatekî otonom bi Dewleta Azerbeycanê ve girêbide.

Berpirsîyarên kurdan û heyeta ku di bin serokatîya Pêşewa Qazî Mihemed de çûn serdana Yekîtîya Sovyetan, ev projeya qebûl nekirin. Yekîtiya Sovyetan mecbûr bûn ku li Kurdistanê jî dewlet ava bibe û ji wê dewletê re bibe alîkar. Di bin pêşengîya Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê û Pêşewa Qazî Mihemed de, di sala 1946an de Dewleta Kurdistanê ya Meheebadê ava bû.

Dema ku di navbeyna dewletên emperyal de, li ser parvekirina dinyayê li hevkirin pêk hat, biryar dan ku ji Îranê derkevin. Dema ku Yekîtiya Sovyetan jî, ji Îranê derket, piştgirîya xwe ya dewleta Kurdistanê jî qût kir.

Dewleta Îranê ya kolonyalîst dema ku dît, Yekîtiya Sovyetan pişitgirîya Dewleta Kurdistanê nake, wê demê biryar da ku êrîşî Kurdistanê bike û di demek kurt de jî êriş kir.

Pêşewa Qazî Mihemed û berpirsîyarên din yên Dewleta Kurdistanê û Meclîs û Hikûmeta Kurdistanê biryar dan ku ji bona ku li Kurdistanê qetlîam nebe, biryar dan ku şer nekin. Biryar dan ku qedera xwe bi ya neteweya xwe ve bikin yek. Di encamê de Dewleta Kurdistanê hat rûxandin û Pêşawa Qazî Mihemed û Sadrî û Seyfî Qazî hatin îdam kirin.

CERIBANDINA OTONOMÎYA KURDISTANÊ…

Wek tê zanîn Serokê Milî Mistefa Barzanî û hevalên wî, di damezrandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de damezrênêr bûn. Serok Bazranî, di bin serokatîya Pêşawa Qazî Mihemed de wezîfeya serleşkerîya dewletê girt ser milên xwe.

Dema ku êrîşa Dewleta Îranê li hemberî Dewleta Kurdistanê dest pê kir, Qazî Mihemed ji Serok Barzanî daxwaz kir, ku ji Kurdistanê derkeve. Wê demê Ala Kurdistanê jî da wî ku ew biparêze. Di hemandem de ji wî re wasîyet kir ku ew dikare Ala Kurdistanê, li Kurdistanê bilind bike.

Serok Barzanî û hevalên xwe, gelek bi zehmetî û di nav xeterîyan û şeran re derbasî Yekîtiya Sovyetan bûn. Li wir jî gelek zehmetî û meşaqet dîtin.

Di sala 1958an de, dema ku li Iraqê desthilatdarîya sîyasî hat guhertin û Ebdûlkerîm Qasim bû desthilatdar, li Iraqê xwest ku guhertinan çê bike. Bi taybetî jî xwest ku guhertinê li Kurdistanê û di makezagonê de çê bike. Loma jî terefê kurd ji bona guhertinê hewcedar didît. Ji bona vê jî dizanî ku Serok Mele Mistefa Barzanî terefê kurd temsîl dike.. Lewra ew serokê PDKê bû. Di heman dem de serokê Tevgera Barzanîyan bû. Tevgera Barzanîyan li Başurê Kurdistanê û li Iraqê di dema Şêx Ebdûlselam Barzanî de jî, temsîla neteweya kurd dikir.

Serok Barzanî û hevalên wî bersîva desthilatdarîya nû erênî (pozîtîf) dîtin. Ew û hevalên wî vegerîyan Iraqê û Başurê Kurdistanê.

Dema ku Serok Barzanî û hevalên wî vegerîyan Iraqê, di makezagonê de guhertineke gelek girîng û bingehî çêbû. Di makezagonê de hat pejirandin ku Iraq ji du neteweyan, neteweya kurd û ereb ava dibe. Li Iraqê du ziman fermî ne. Ew jî zimanê kurdî û erebî ye.

Ew dihat wê wateyê ku li Iraqê du herêmên otonom, herêma ereban û kurdan dê ava bibe. Her neteweyek dê li welatê xwe û di otonomîyan de desthilatdar be.

Hezar mixabin, piştî demekê desthilatdarîya siyasî û hikûmeta navendî ya Iraqê gor makezagona nû tevnegerîyan. Wê demê, Serok Barzanî û PDKê tespît kir ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê dê êrişî wan bike. Loma jî li Kurdistanê dest amadekarîya berxwedanê hat kirin.

Demeke dirêj derbas nebû dewletê êriş kir. Li Başurê Kurdistanê Şoreşa Milî ya Îlonê di sala 1961an de dest pê kir.

Şoreşa Milî ya Îlonê serkeftî bû. Desthilatdarîya Baasê mecbûr bû ku bi Serok Mele Mistefa Barzanî û PDKê re li hev bike.

Di 11 Adara 1970yî de di navbeyna kurdan û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de peyman çêbû. Deglerasyonek hevbaş hat pejiranadin Di wê peymanê de Otonombûn û desthilatdarbûna kurdan li Kurdistanê û Iraqê hat pejirandin.

Di Peymana 1970yî de ji bona Kerkûkê biryarek taybet hat girtin. Gor biryarê, statuya Kerkukê piştî çar salan, yanî di sala 1974an de wê bi plebîsîtê dîyar bibe ku dê di bin desthilatdarîya kurdan de an jî di bin desthilatdarîya Hikûmeta Navendî de be.

Hezar mixabin, Hikûmeta Navendî dizanîbû ku encama plebîsîtê dê dîyar bike ku Kerkûk bajarê Kurdistanê ye, loma ji bona ku plebisît neyê li dar xistin, provokasyonên mezin pêk anî. Ewqas pêştaçûna xerabî çê bû ku ji bona Serok Mele Mistefa Barzanî bê kûştin, sûîkast lê hat kirin.

Di encamê de girêdayî mijara stratejîk ya Kerkûkê, di navbeyna Hikûmeta Navendî û Kurdan de şerekî dijwar derket. Her çiqas Yekîtiya Sovyetan li pişt Hikûmeta Navendî bû jî, serkeftina wan pêk nehat. Kurd pêş diketin.

Di vî şerî de, bi wasîteya Îranê Emerîkayê alîkariya kurdan dikir. Lê dem hat, piştgirî qedandin. Wê demê ji bona ku kurd nayên qetlîam kirin û erebkirin, Serok Barzanî û PDKê şer da rawestandin.
Hîç şik tune bû ku rawestandina şer, wek ceribandina Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê, dewleta duyemîn ya Kurdistanê hat hilweşandin. Lê ji bona ku neteweya kurd di aramî de bijî, kurdan û serok Mele Mistefa Barzanî tehamulî vê encamê kir.

DIVÊ ROJAVAYÊ KURDISTAN Û PKK/PYD, JI VAN HERDU CERİNBANDİNÊN LI KURDISTANÊ DERS BİGRE Û PKK/PYD DEV JI ÇEK BERDE…

Li Sûriyeyê dema li Deraayê serthildana siwîl çê bû, rêxistinên Kurdistanê pozîtîf pêşwazî kirin, ji serhildanê re piştgirî kirin.

Wê demê PKK/PYD li dijî van xwepêşandanan bûn û dixwestin ku xwepêşandanên li Kurdistanê provoke bikin, ji mecraya rewa û demokratîk derxin. Lê ji bona ku ne ewqas xurt û ne hezeke mezin bû, nedikarî di ev plana xwe de serkeftî be.

PKK, her çiqas di Sibata sala 1999an de Ocalan ji Sûriyeyê derket hat Tirkiyeyê jî, pêwendiyên PKKê û Sûriyeyê domand. Sûriye, di sala 2003an de PYD ava kir. PYD, wek partiyeke Sûriyeyê hat ava kirin.
Li Sûriyeyê dema ku di sala 2011an de serhildanên siwîl hatin li dar xistin, PKK/PYD stratejîya xwe, gorî ku Rejîma Baasê nayê rûxandin tespît kir.

Rejîma Baasê, ji bona ku Rojavayê Kurdistanê bigre bin kontrolê û bi mixalefeta giştî ya ereb re yekîtî çê neke, PYDê çekdar kir û desthiladariya xwe ya leşkerî bi PKK/PYDê re parve kir. PKK/PYDê li Kurdistanê û li Helebê wezîfeya xwe gelek baş anî cî. Li Kurdistanê sîstemeke zûlmê û dîktatorîyeke tarî û tirsê ava kir.

Rejîma Sûrîyeyê, piştî ku gazî Rûsya û Îran kir, PKK/PYD bi sê dewletan re xebat kir, xizmetî sê dewletan kir.

Di sala 2015an de ji bona PKK/PYD derfeteke nû derket. Ew jî ew bû ku Emerîka li leşkeran digerîya ku bi DAEŞê re şer bikin, li Reqayê û li Dêre Zorê operasyonan pêk bînin. Wê demê Emerîkayê bi PKK/PYDê re danûstandin kir. Bi her awayî jê re alîkarî kir. PKK/PYD ji Rejîma Sûriyeyê û Îran û Rûsyayê dûr ket.

Di van rojên dawî de, biryara Emerîkayê ji Sûriyeyê derkeve, ji bona PKK/PYD hem bû darebeyeke mezin û hem jî bû îflasa siyaseta wan. PKK/PYD nuha jî li hemberî êriş û operasyona Dewleta Tirk, dixwaze ku ji nû ve bikeve bin xizmeta Rejîma Sûrîyeyê.

Dema vê yekê dike, ji Rejîma Sûrîyeyê re dibêje were axa xwe biparêze. Di encamê de rewş û statuya Sûrîyeyê vedigere berîya 2011an.

PKK/PYD, bi vê sîyaseta xwe, dixwaze Rojavayê Kurdistanê bike qada şerê Dewletan: Dewleta Tirk û Sûrîye û Rûsya û Îranê. Lê hîç şik tune ye ku ev siyaseta wan, dê zerarê bide neteweya kurd û Kurdistanê.

Dewleta Sûrîyeyê û Ereb, PKK ji bona ku bi alîkarîya Emerîkayê gelek bajar û bajerokên wan îşgal kir û li wan deveran desthilatdar bû, PKK/PYDê naxwazin ku wek rêxistin bidome. Tasfîyekirina wan dê bixwaze.

PKK/PYD, ji bona ku li dijî mixalefeta ereb şer kir û piştgirîya Rejîma Baasê kir, ji aliyê wan de jî dijmin tê qebûl kirin.

Dewleta Tirk, PKK/PYD dijmin qebûl dike. Loma Efrîn îşgal kir. Nuha jî ji bona ku Rojavayê Kurdistanê îşgal bike, amadekariyê dike.

Vegera Emerîkayê ji bona operasyona Dewleta Tirk, ji bona mixalefetê, ji bona Surîyeyê derfetên nû derxistin holê ku PKK/PYD tasfîye bikin. Bi tasfîyekirina PKK/PYDê, dê di hemandem de zerar bide Rojavayê Kurdistanê.

Loma ji bona berjewendîya kurdan divê PKK/PYD, ceribandinên Kurdistanê yên ku min li rêzên jorîn analîz kir, ders bigire; dev ji çek berde.
Amed,04. 01. 2019

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir