Li Iraqê hilbijartina serokkomar û avabûna hikûmetê û federalîzm…

Îbrahîm GUÇLU 

Li Iraqê di 10. 10. 2021an de hilbijartina giştî hat li darxistin. Encamê wê jî fermî hatin diyar kirin. Li herêma ereban kîjan partî çiqas parlamenter qezenç kiriye û li Kurdistanê partiyan çend parlamenter qezenç kiriye zelal bûye.

Neteweyên Yekgirtî û çavdêrên Yekîtiya Ewrûpayê, piştî hilbijartinê, bi  daxuyanîyekê nêrînên xwe di derbarê hilbijartinê de diyar kirin. Di daxuyanîya xwe de diyar kirin ku di hilbijartinê de kêmasîyên biçûk  hatibin rojevê jî, bi giştî hilbijartin gelek baş derbas bûye, gor pîvanên demokrasîyê tevgerandin pêk hatîye, encameke baş ji hilbijartinê hatîye girtin.

Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê û serokwezîrê Kurdistanê jî bi giştî ji encama hilbijartinê kêfxweşîya xwe diyar kirin. Lê di hilbijartinê de, beşek hêzên li dijî kurdan, xwestin ku dengên wan kêm nîşan bidin jî, li hemberî wan jî xebat û têkoşîneke demokratîk û yasayî û edeb hat meşandin. Loma jî ew kes û hêzên xêrnexwaz, li hemberî kurdan, bi giştî û bi taybetî jî li hemberî PDKê serkeftî nebûn.

PDKê, li Kurdistanê bû partiya yekem. Ji hemû partiyên Kurdistanê zêdetir parlamenter qezenç kir. Li Iraqê jî bi giştî bû partiya sereke. Di siyaseta dewleta federal de jî bû rêxistineke sereke. Loma jî di hilbijartina serokkomar û di avakirina hikûmeta federal de, dê bibe xwediyê roleke mezin e.

Ez dixwazim di destpêkê de, mijareke gelek girîng bê diyar kirin. Ev jî di vê merheleya hilbijartina serokkomar û avakirina hikûmeta Iraqê ya federal e.

Divê ku him serokkomar û him jî avakirina Hikûmeta Federal, ne wek pîvan û edeta berê, gor çanda federal û hiqûqa federal ava bibe.

Heger  Hikûmeta federal wek pîvanên berê ava bibe, wek hikûmeteke yekane ava dibû. Di hikûmetê de, her çiqas kurd jî wek wezîr cî bigrin jî, hikûmet wek hikûmeta ereban tevdigere. Qanûn û pîvanê sîstema federal zêde di hikûmetê de nayê meşandin. Loma jî her dem di navbeyna Hikûmeta Federal û Hikûmeta Kurdistanê de pirsgirêk derdikevin. Hikûmeta Federal gelek bi hêsanî dikare baca Kurdistanê bibire, kêm bike. Meaşan nede. Mafê Herêma Kurdistanê yên di makezagonê de û bi qanûnên herêmî hatine diyar kirin, ji holê rake.

Ew jî dibe sedem ku sîstema federal demokratîze nebe. Di navbeyna ereb û Kurdan û neteweyên din de divê gor hiqûqa wekhevîyê ava bibe.

Heman problem di mijara serokkomar de jî heye. Divê ev herdu problem bên çareser kirin. Di çareserkirina van probleman de rolekî mezin li ser milên PDKê ye.

 

HILBIJARTINA SEROKKOMARÊ IRAQÊ…

Wek tê zanîn piştî ku Makezagona Dewleta Federal di sala 2005an de encama refêrandûmê hat pejirandin; wek prensîp û li hevkirineke ne niviskî diyar bû ku serokkomar kurd be, serokwezîr erebê şîya be, serok meclîs jî erebê sûnî be.

Heta merhelaya hilbijartimna giştî ya berê vê, di vê li hevkirinê de problem derneket holê. Diviya bû ku serokkomar kurd be û ji PDKê be. Hezar mixabin bi felbazîya erebên nîjadperest, mirovê Îranê ku di hilbijartinê de jî partiya wî du parlamenter derxistibû û li ser navê YNKê Berhem Saleh ji bona serokkomarî hat pêşniyar kirin. Hilbijartina Berhem Saleh, bû problemeke mezin. Rastî jî Berhem Saleh heta îro jî, kurd bi awayekî layiqî di serokomarî de temsîl nekir. Hebûna wî jî, ji bona kurdan zêde diyar nebû.

Divê piştî vê hilbijartina dawî, YNKê şaşîya di dema bihûrî de kir û bi nîjadperestên ereban re yekîtî çêkirin, divê ev car nekin. Bi konsensûsê berendamê PDKê wek serokkomar bê tespît kirin. Lewra li Kurdistanê partiya yekemîn PDK ye. 33 parlamentêr qezenç kiriye. YNKê bi  GORANê ve 16 parlamentêr qezenç kiriye. Yanî  herdu partiyan nîviyê PDKê jî nînin. Loma divê serok komar ji PDKê be.

 

AVAKIRINA HIKÛMETA FEDERAL…

Li Iraqê diyar e ku dîsa avakirina hikûmetê gelek zehmet xûya dike. Sedema vê yekê jî sîstema siyasî û federal e. Lewra hêzên siyasî gelek tevlihev in. Tu partiyekê derfeta Hikûmet avakirinê bi dest nexist. Di hikûmet avakirinê de sîstema federal ji bona ku nayê meşandin, di hikûmetê de pîvana wekhevî û federalî bi kar nayê. Loma jî di avakirina hikûmetê û piştî avabûna hikûmetê pirsgirêk derdikevin.

Divê ku hemû teref, partiyên siyasî, terefa kurd û terefa ereban vê pirsgirêkê ji çav derbas bikin. Ev pirsgirêkan girêdayî sîstema fedaral e û sîstema giştî ye.

Ji vê rewşê de, zêdetir Herêma Federe ya Kurdistanê û Kurdistanî zirar dibînin.

Di çareserkirina vê pirsê de, wezîfe li ser milên hemû partiyên Kurdistanê ye û lê bi taybetî jî li ser milê PDKê ye.

Li Herêma Federe ya Kurdistanê ji bona barê giran jî di hikûmneta Kurdistanê de li ser milê PDKê ye; loma jî pirsgirêk di navbeyna Hikûmeta Federal a Iraqê  û Hikûmeta Federe ya Kurdistanê de derdikeve, divê PDKê di pirsa Hikûmetê de gelek hestîyar be û ji bona ku şaşîyan sererast bike, xebat bike.

PDK, divê ku di hikûmetê de bi awayekî nû û wekhevî û gorî federalîzmê di hikûmetê de cîh bigre. Hîç şık tune ye ku dema PDKê di hikûmetê de, bi awayekî nû cîh bigre, li Iraqê, ji bona demokrasiyê dibe xizmeteke mezin. Lewra tê zanîn ku PDKê, rêxistineke demokratîk e, li Kurdistanê û li Iraqê pêvajoya demokrasiyê, di salê 1990î de bi destê PDK dest pê kir. PDKê di hemandem de mûcîdê federalîzmê ye. Loma jî min gotûbû ku erebên demokrasîparêz û federalparêz jî dengên xwe bidin PDKê.

 

DIVÊ SÎSTEMA FEDERALÎ JI ÇAV DERBAS BIBE…

Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Necîrvan Barzanî, di konferansekê de, bi giştî pirsgirêkên sîstema federal tîne ser zimên û dibêje ku “divê destûra Iraqê were cîbicîkirin û nêrîna Bexdayê ya li hember Kurdan were guhertin, ji ber ku şêwaza danûstandina Bexdayê ligel Kurdan, li ser bingeha federaliyê nîne…”

Ev rewşa sîstama federalî bû sedem ku Kurdistanî ji bona refêrandûma serxwebûna kurdistanê biryar bidin. Encamên refêrandûmê tên zanîn.

Lê her çiqas pêşîya encama refêrandûma serxwebûna kurdistanê hat girtrin jî, pirsgirêkên sîstema federalî nehatin çareser kirin. Ev pirsgirêkan heta vê qonaxê jî domand. Loma jî Serokê Herêma Frdrere yê  Kurdistanê, qala pirsgirêkên sîsterma federal dike.

Wek tê zanîn, min jî di gelek nivîsên xwe de ev mijara şirove kiriye û ji bona çareserîya van pirsgirêkan pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

Di Hilbijartina giştî de jî min diyar kir ku ‘‘divê PDKê di hilbijartinê de bi xûrtî derkeve!‘‘ Yek sedem jî ew bû, ku  PDKê di çareserkirina  pirsgirêkên sîstemê de wê  bibe alîkar.

Min di pirsê de karên bên kirin jî diyar kir. Min nivîsand û got ku:

“Qezençkirin û yekemînbûna PDKê, vatinîyên gelek mezin û girîng û dîrokî û neteweyî, da ser milên wê.

“1-Cîbicîkirina federalî ji bona Iraqê û Kurdistanê gelek girîng e. Loma ji bona ku PDKê avakar û mûcîdê federalî ye, divê di vê mijarê de xebata xwe pêş bixe.

“2-Bi xurtî parastina Dewleta Federe ya Kurdistanê. Loma jî divê rêxistinên wek PKK û Haşdî Şabî yên çekdar, terorîst, ne yasayî, mirovkûj, dagirker, xulamên dewletên dagirker, şerfiroş ji Kurdistanê bên dûrxistin û derxistin.

“3-Encamên refêrandûma serxwebûna Kurdistanê, divê gav bi gav ji bona pêk bên xebat bê kirin, plan û proje ji bona vê mijara stratrejîk çê bibe.

“4-Herêmên Kurdistanî û di serî de jî dilê Kurdistanê Kerkuk ji bona ku vegere desthilatdarîya Dewleta Federe ya Kurdistanê divê her şert bên çêkirin û hewleke taybet û stratejîk bê meşandin.

“5-Divê sîstema federal jinûve bê ava kirin.

“6-Pêwendiyên ereb û kurdan û du hikûmetan divê jinûve ji çav bê daerbas kirin û jinûve formateke hiqûqî qezenç bike.

“7-Divê ji bona ku di dewleta federal de demokrasî pêş bikeve, divê pêşengî bike.”

Diyarbekîr, 29. 10. 2021

 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir