Zimanên Hindî- Ewrupî û Malbata Zimanê Kurdî

Siddik BOZARSLAN

Mamostayê hêja M. Emîn Bozarslan jibo ”Zimanê Hindî- Ewrupî” weha dibêje:             ”Mirov dikare tevayîya zimanên Hindî-Ewrupî bişibîne dareka pirr pirr mezin a ku gelek gulî û şaxên wê hene, her beşekî wan zimanan jî bişibîne gulîyeka wê darê, her zimanekî ji zimanên wan beşan jî bişibîne şaxeka wê gulîyê. Ew dara mezin pênc gulîyên sereke didêre, yanî pênc gulîyên wê yên sereke hene. Bi peyveka vekirîtir, di zimanên Hindî-Ewrupî da pênc beşên sereke hene. Ew pênc beş, evên ha ne:

  1. Beşê Hindî: Zimanê ku li Hindistana îroyîn û li hin welatên derdora wê yên wek Bangladeşê, Nepalê, Pakistanê û Srî Lankayê tên peyvîn, hemî di nava beşê Hindî da cî digrin û her yek ji wan, şaxeka wê gulîyê ye.
  2. Beşê Îranî: Zimanên Kurdî, Farisî û Belûcî di nava beşê Îranî da cî digrin û her yek ji wan, şaxeka wê gulîyê ye.
  3. Beşê Cermenî: Zimanên Almanî, Îngilizî, Hollandî û zimanên welatên Skandînavyayê di nava beşê Cermenî da cî digrin û her yek ji wan, şaxeka wê gulîyê ye.
  4. Beşê Latînî: Zimanên Fransizî, Îtalî, Îspanî, Portekizî û Romanî di nava beşê Latinî da cî digrin û her yek ji wan, şaxeka wê gulîyê ye.
  5. Beşê Slavî: Zimanên Rûsî, Ukraynî, Bulgarî, Makedonî, Sirbî û çendên dî di nava beşê Slavî da cî digrin û her yek ji wan, şaxeka wê gulîyê ye.

Zimanên Yunanî, Ermenî û Albanî (arnavudî) jî sê zimanên Hindî-Ewrupî ne. Lê bi çu beşek ji wan beşan ve ne girêdayî ne; yanî ne şaxên yekê ji wan gulîyan in. Ew her sê ziman yekser bi dara Hindî-Ewrupî ve bendkirî ne, girêdayî ne. Bi peyveka dî, her yek ji wan, şaxeka xweser a wê darê ye û yekser ji qurma wê darê veqetîyaye.

Li gora tespîtkirina dîrokzanan û zimanzanan, piştî derketina gelek mirovan ji herêma Hindistana mezin a berê û belavbûna wan li rojava û bakurê rojava, yek ji zimanên ku ji Sanskritî zaye û bûye zimanekî xweser, zimanê Avestayî bûye. Lê belê ji wî zimanî, tenê kitêba ”Avesta”yê ya dînê Zerdeşt maye û gihaye dema me. Ji bil wê kitêbê, çu tiştekî nivîskî ji zimanê Awestayî nemaye.”

”Wek ku tê zanîn, zimanê Kurdî yek ji zimanên Hindî-Ewrupî ye û di nava beşê zimanên Îranî da cî digre. Kok û jêdera tevayîya zimanên Hindî-Ewrupî, zimanê Sanskrîtî ye. Ew ziman, zimanekî gelek dewlemend bûye û bi dîtina dîrokzanan û zimanzanan, çend hezar sal berî Mîladê li herêma başurê Asyayê, li Hindistana mezin a wê demê bi kar hatîye anîn, pê hatîye peyvîn. Paşê gelek mirovên başurê Asyayê ji wir cîhil bûne, koç kirine û ber bi rojava çûne. Di wê koçê da hin ji wan gîhane herêma ku jê ra Îran hatîye gotin, paşê jî bûye Kurdistan û Pars (Fars). Hin ji wan jî ber bi bakurê rojava, hin jî ber bi rojava çûne û gîhane coxrafya ku paşê navê wê bûye Ewrupa. Bi wî awayî, ji hev qetîyane û belav bûne û li wan deran bicî bûne.

Ji ber ku ji hev belav bûne, bi derbasbûna demên pir dirêj, di peyvînên wan da gelek guhertin peyda  bûne û her yek ji wan awayên guhertî, li herêmekê cî girtîye û bere bere bûye zimanekî serbixwe. Aha zimanên ku ji tevayîya wan ra ”Zimanên Hindî-Ewrupî” tê gotin, bi wî awayî hatine meydanê. Ji ber ku hin ji wan mirovan li herêma Hindistanê mane û hin ji wan jî çûne gîhane Ewrupayê û li wir bicî bûne, ji tevayîya zimanên wan ra ”Zimanên Hindî-Ewrupî” hatîye gotin; yanî zimanên ku ji Hindistanê heta Ewrupayê belav bûne û cî girtine. Bi wî awayî, ew nav ji tevayîya wan zimanan ra bûye navekî zanyarî yê muşterek.

Ji zimanê Avestayî jî zimanê Pehlewî zaye. Pehlewî, zimanê dewleta Medyayê bûye ku di dema xwe da imperetorîyeka mezin bûye. Ji mirovê wê dewletê ra jî ”Med” hatîye gotin. Li gora dîtina dîrokzanan, Med pêşîyên kurdan bûne. Bi peyveka dî, kurd nevîyên Medan in.

Zimanê Pehlewî, wek zimanê peyvînê nemaye û negîhaye dema me. Tenê hin belge û tiştên dî yên nivîskî ji wî zimanî mane û gîhane vê demê. Ew belge û tiştên nivîskî, di hin kitêbxane û arşîvên Îranê da hatine parastin û bi wî awayî gîhane dema me. Ji bil van belgeyan, hin kevirnivîsk, nivîsarên li ser keviran jî bi zimanê Pehlewî hatine nivîsîn û ji dema Medan mane. Ew kevirnivîsk, li herêma Hewraman a başurê Kurdistanê ne.

Mirov dikare zimanê Pehlewî bişibîne zimanê Latînî. Zimanê Latînî jî wek zimanê peyvînê nemaye û negîhaye dema me. Lê, wek ku li jor hat dîyarkirin, ji wî zimanî pênc ziman zane û gîhane dema me. Her wisa, gelek belge û tiştên nivîskî yên dî yên Latînî jî di arşîv û pirtûkxaneyan da hatine parastin û gîhane vê demê.

Zimanê Pehlewî, ji alîyê zimanzanan ve jêder û serçavîya zimanên Kurdî û Farisî û Belûcî tê qebûlkirin. Yanî ev her sê ziman, ji zimanê Pehlewî zane û peyda bûne. Bi derbasbûna demê, Pehlewî ji meydanê rabûye û wenda bûye; Kurdî û Farisî û Belûcî jî bûne sê zimanên cuda, her yek ji wan bûye zimanekî xweser, her yek ji wan ketîye kiras û qalibê xwe û navê xwe girtîye.

Ji ber ku jêder û serçavîya zimanên Kurdî û Farisî zimanê Pehlewî ye, kokên gelek peyvikên Kurdî û Farisî digîjin zimanê Pehlewî. Bi peyveka dî, gelek peyvik ji zimanê Pehlewî mane û gîhane zimanên Kurdî û Farisî. Peyvikên wisa, di her du zimanan da muşterek in. Hin ji wan peyvikên muşterek, di her du zimanan da tam wek hev in, neguherîne. Wek ”azad”, ”dest”, ”ser”, ”yek”, ”deh”, ”sed” û wd. Hin peyvik jî piçek guherîne. Wek ”didan”ê Kurdî û ”dendan”ê Farisî, ”lêv”a Kurdî û ”leb”a Farisî, ”nav”ê Kurdî û ”nam”ê Farisî, ”nimêj”a Kurdî û ”nemaz”a Farisî, ”roj”a Kurdî û ”rûz”a Farisî.

Ew peyvikên muşterek, ji serçavîya her du zimanana, yanî ji zimanê Pehlewî hatine. Mirov nikare bêje ku ew peyvik Kurdî ne û ji Kurdî ketine Farisî, yan jî Farisî ne û ji wî zimanî ketine Kurdî. Ew peyvik ji serçavîya her du zimanan yanî ji zimanê Pehlewî derketine û gîhane her du zimanan; hin ji wan di her du zimanan da wek hev mane, hin ji wan jî di her zimanek da piçek guherîne û ketine qalib û kirasê wî zimanî.

Ev rewş yanî wekhevîya hin peyvikan yan şibîna hin peyvikan bi hev, ne tenê di Kurdî û Farisî da, lê di hin zimanên dî da jî tê dîtin. Mesela di Firansî û Îtalî da, di Îspanî û Portekizî da, di Înglizî û Swêdî da jî peyvikên wisa hene ku, mîna hev in yan jî piçek dişibin hev.

Hin peyvikên pehlewî di kurdî da jî wek xwe mane. Bi peyveka dî, ew peyvik bi awayê zimanê pehlewî hatine gîhane zimanê kurdî û di kurdî da jî wisa mane, di wan da çu guhertinek peyda nebûye; lê di farisî da piçek guherîne. Mesela, salixnavê ”xweş” di Pehlewî da jî ”xweş” bûye, di Kurdî da jî wisa maye; lê di Farisî da piçek guherîye û bûye ”xoş”.

Hin peyvikên Pehlewî jî di Farisî da wek xwe mane, di wan da çu guhertinek peyda nebûye; lê di Kurdî da piçek guherîne. Mesela, şûnnava yekanîyê ya kesê pêşîn, di Pehlewî da ”men” bûye, di Farisî da jî wek Pehlewî ”men” maye; lê di Kurdî da piçek guherîye û bûye ”min”.

Hin peyvikên Pehlewî jî hem di Kurdî da, hem jî di Farisî da pirr yan hindik guherîne. Mesela, ”ayênek”a Pehlewî di Kurdî da guherîye bûye ”eynik”, di Farisî da jî guherîye bûye ”ayîne”. Her wisa, ”roç”a Pehlewî di Kurdî da piçek guherîye û bûye ”roj”, di Farisî da jî pirrtir guherîye û bûye ”rûz”. Peyveka dî jî ku tê da guhertin çêbûye, ”parek”a Pehlewî ye. Ew peyvik jî di Farisî da piçek guherîye bûye ”pare”, lê di Kudî da pirrtir guherîye û bûye ”pere”. …

Wek ku tê zanîn, di zimanê Kurdî da sê zarên (lehce) sereke hene. Ew her sê zar Kurdîya Bakur, Kurdîya Başur û Zazakî ne. Di eynî demê da ji Kurdîya Bakur ra ”Kurmancî” jî, ji Kurdîya Başur ra ”Soranî” jî, ji Zazakî ra ”Kirdkî” jî tê gotin. Ev her sê zar jî di jîyanê da ne û bi kar tên anîn…” (M. Emîn Bozarslan, Ferhenga Kurdî-Kurdî, Cild I, r. 5-11, Weşanxana Deng, Stanbol  2011)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir