Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in!

Şeyhmus OZZENGIN

Li ser navê serokatîya Konseya Rêveberî a KCK Cemil Bayik, di 26.10.2021 an de roportajek da rojnama Al Nahar, ku li Misrê derdikeve.

Cemîl Bayik, di vê roportajê de pir hêl û têkilîyên PKK bi dewleta Sûrîyê re û helwesta wan a stratejîk di şerê navxweyî yê Sûrîyê de, bi armanc û daxwazên xwe yên li ser Başûrê Roavayê Kurdistanê eşkere dike.

Hin rewşa têkilîyên HSD û Emerîka-Hêzên Hevpeymanan, hin yekitîya nav mala Kurd, ku bi alîkarîya Emerîka û Fransa dimeşîya û hin mîsyona Mazlûm Ebdî di van xebatan de, van rojan pir agahî zelal bûn.

Çend roj berê, Konseya Rêveberî a PKKê li Qendîlê civîyaye û biryara ji destgirtina hemû erkên Mezlûm Evdî daye.

Biryar ew e ku; „Mezlûm Ebdî ji fermandarîya hêzên Sûrîye ya demokratîk HSD’ê were bi dûrxistin û kesê bi navê Mehmûd Berxwedan bi kod navê‚ `Mehmûdê Reş‘ li cihê wî were erkdar kirin.‘‘

Li gor agahîyên ku ji herêmê tên:

„Mezlûm Ebdî şandine İngilîstanê û li wir ew bi vê fermanê hatîye haydar kirin. Mazlûm Ebdî hîn jî di erka xwe de ye. Lê belê tev desthilat jê hatine standin, mayîna Mezlûm bi koalîsyona navnetewî a dijî DAIŞê ve elaqedar e, ji ber ku Emerîka û Hêzên Hevpeymanan, ji xeynî Mezlûm ebdî ne amadene serederîyê li gel tu kesên din bikin.“(JK)

Wek ku em dizanin, ev qederê çend salan e, ji bona avakirina nav Mala Kurd, bi piştevanîya Emerîka û Fransa xebatek dihat meşandin. Aktorê navbêna yekitîya Nav Mala Kurd jî wek nav Mazlûm Ebdî derdiket pêş. Lê ji serî de PKK li dijî vê yekitîyê derket û îdîa kir ku; „ev yekitîya Nav Mala Kurd lîstikek emperyalîsta ye û armanca wê tasfîyekirina PKK ye.“ Bi vê sebebê jî rêveberîya PKK, pêşî li vê xebatê girt û nehişt ku encam bide. Dîyar e ku yek ji sebebên ji erk dûrxistina Mazlûm Ebdî, têkilîyên ku wek mîsyon girtibû ser xwe ye. PKK, van têkilîyan wek sebeba dijberî Sûrîyê nirxandîye.

Di vir de Cemîl Bayik sebeban berfireh dike ku:

“Yên ku dixwazin têkilîyên me û Şamê û bi malbata Esad re xera bikin, xwestin ku ênîyek kurdistanî li Rojava çêbikin, ku em bibin dijberê Sûrîyê. Ev dijitîya armancên PKK bû. Me rê neda wan. Em nahêlin ku tiştekî bi vî rengî li Sûrîyê çêbibe. Em hin di nav ênîya kurdistanî de û hin jî di opozîsyona Sûrîyê de cîh nagirin. Ji ber ku herdû jî dijberê Sûrîyê û malbata Esad in. Ji dema rêber Apo de û heta niha, têkilîyên me bi malbata esad re pir germ dimeşin. Dewleta Sûrîyê û malbata Esad, tucarî tiştek nerênî li ser me nikare bêje. Ji ber ku em bi van têkilîyan re pir sadiq mane.”(26.10.2021. El Nahar, Misir)

Di pêvajoka Şerê navxweyî yê Sûrîyê de PKK, tu carî li henber dewleta Sûrîyê Şer nekir. Her bi dewleta Sûrîyê û Malbata Esad re, di têkilîyê de, xwe birêk û pêk kir. Dewleta Sûrîyê wek dewlet bingeha xwe ya leşkerî û îstîhbaratî her li Başûrê Roavayê Sûrîyê parast. PKK jî dengê xwe jê re nekir. Dema ku Cemîl Bayik pir zelal dibêje;  “Têkiliya PKKê ya bi Sûriyeyê re xwedî bingeheke dîrokî ye.“ Dixwaze bêje ku têkilîyek stratejîk di navbera me û dewleta Sûrîyê de heye û em tucarî xîyanetê bi vê têkilîyê re nakin!

Di vî warî de C. Bayik bi berfirehî tîne ziman û eşkere dike ku:

“Em nabin dijberê Sûriyê”

“Têkiliya PKKê ya bi Sûriyeyê re xwedî bingeheke dîrokî ye. Têkiliya me ya bi Hafiz Esad û malbata wî re jî nêz û germ bû. Em ne dijberîya Sûriyeyê dikin ne jî dijberiya Esad dikin. Me berê jî têkiliyên xwe li ser bingeha berjewendiyên giştî yên Kurdan û biratiya Kurd-Ereban ava kiribûn. Niha jî em dixwazin di nava têkiliyeke bi vî rengî de bin. Ji ber bûyerên li Rojava diqewimin, nêzîkatîyeke sar û neyênî ya rêveberiya Beşar Esad li hemberî me hebe jî em neketin nava heman nêzîkatîyê. Me têkiliyên xwe yên bi Şamê re tu carî nebirî; heta ku ew nebirin em dê tu carî nebirin. Me dostaniya Rêber Apo û malbata Esad timî hêja dîtîye.“ .”(26.10.2021. El Nahar, Misir)

Di virde peymana di navbera dewleta Sûrîyê, malbata Esad û PKK de derdikeve holê ku, PKK kurdên Başûrê Roavayê Kurdistanê ji bo çi erk û armancan bikar anîye. Di vir de hemahengîyek veşartî a di navbera îstîhbarata Sûrîyê û Tirkîyê de jî derdikeve ber me ku, PKKji bona kontrolkirina tevgera Kurd a li Başûrê Roavayê Kurdistanê, yek ji wan pergalê destê van îstîhbaratan e. Yanî bi emrê îstîhbarata Sûrîyê, hewlên li ser axa Başûrê Roavayê Kurdistanê, bi hebûna PKK li ser wê axê dimeşe. Ji ber wê jî tucarî hemahengîya di navbera van hêzan de rê nade yekitîya nav mala Kurd, ava bibe û li gor berjewendîyên Kurdan tevbigere. Kî di vî warî de xeyalan bike, ewê têk biçe. Kurdên Başûrê Roavayê Kurdistanê, divê roj berî rojê vê rastîya hebûna PKK li ser wê axê bibînin û helwestê deynin. Divê bibînin ku PKK, bi hêzên îstîhbaratan re îradeya wan girtîye destê xwe û ji bona armancên taşeronîya xwe bikar tîne.

Cemîl Bayik, li ser armanca avakirina PYD jî agahîyan dide me ku; Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), partiyeke ku xeta îdeolojîk a Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pejirandiye.“ Û dom dike:

“Ji xwe, xwe spartiye karê 20 salan ê Rêber Apo yê li Sûriye, Lubnan û li Rojava û bi vî rengî ava bûye.“(!)

Rêberê PKK Cemil Bayik, di derheqa „Rêveberîya Xweser“ de jî raste rast dibêje:

“Me xwest ku Rêveberiya Xweser, pirsgirêkên xwe yên bi Şamê re çareser bike. Me hewl da bandora xwe di vî warî de bi kar bînin. Ji ber ku çareseriya herî rast, lihevkirina Rêveberîya Xweser û hikûmeta Şamê ye.”

Û didomîne:

“Hinekan xwest ku li Sûrîyê têkilîyên bi Emerîka re daxin astek stratejik û ênîyek kurdistanî li Sûrîyê ava bikin” (!)

Rêveberê Konseya PKK, Cemil Bayik, di vir de pir eşkere hinek armancan û hewlên xwe eşkere dike û di vê rojnameya ereban de mesajê dide rêveberên Sûrîyê. Têkilîyên xwe bi dewleta Sûrîyê û malbata Esad re, di vî warî de „stratejîstê mezin Rêber Apo“ wek rêberê vî karî dide nîşandan, ku ticarî ji vê xetê dernakevin.

Ya din, hebûn û têkilîyên Emerîka û Hêzên Hevpeymanan li Sûrîyê wek „dijî dewleta Sûrîyê“ dinirxîne û bi teorîya „dijberî emperyalîstan“ li henber hebûna wan derdikeve ku, zerarê didin dewleta Sûrîyê. Wexta ku C. Bayik dibêje:

Em ne dijberiya Sûriyeyê dikin ne jî dijberiya Esad dikin. Me berê jî têkiliyên xwe li ser bingeha berjewendiyên giştî yên Kurdan û biratîya Kurd-Ereban ava kiribûn.“(!) Qesta C. Bayik ew e ku tucarî di nav tevgerek dijberî malbata Esad û Sûrîyê de cîh nagirin û rê nadin ku li Başûrê Roavayê Kurdistanê jî helwestek bi vî rengî derkeve holê!

Eger kurdên Başûrê Roavayê Kurdistanê, sinifa sîyasî a vî beşê Kurdistanê û tevgerên dervî PKK, vê rastîyê nebînin û li gor berjewendîyên Kurd û Kurdistanê helwestek rast nehonin, wê têk herin.

Ji ber ku li ser axa Başûrê Roavayê Kurdistanê hemahengîya veşartî a di navbera Sûrîyê, Tirkîyê û PKK de pêşî li hewlên Emerîka û Hêzên Hevpeymanan jî digire. Hewlên nû ku van rojan li ser Sûrîyê dimeşin, wê pir tiştan jî zalaltir bike.

28.10.2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *