“Komeleya Nivîskarên Kurd li Swedê” bû ”Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swedê” 

16ê cotmehê sala 2021ê li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê YNKS kongreya xwe a 25an li dar xist. Li jêr em protokola kongreyê raberî we dikin: 

Protokola Kongreya Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swedê ya 25an

Rojev

  1. Vekirina kongreyê
  2. Hilbijartina dîwanê
  3. Xwendina raporan
    • Rapora xebatê
    • Rapora aborî
  4. Minaqeşeyên li ser raporan
  5. Azadkirina KK ya ji berpirsîyarîyê
  6. Hilbijartina endamên KK
  7. Hilbijartina nûnerên Federasyonê
  8. Biryar û pêşnîyaz
  9. Dawî

&1- Ji alîyê Ali Kut serokê KNKSyê ve hat tesbîtkirin ku piranîya endamên komeleyê amade bûn. Ali Kut li ser vî bingehî da zanîn ku li gor destûra YNKSyê, kongre dikare bihê vekirin û ji bo biryarwergirtinê desthilatdar e.

Beşdarên kongreyê ji bo du endamên xwe û pakrewanên kurd û Kurdistanê deqîqeyekê li ser pêyan rawestîyan.

Ji bo pêkînana dîwana kongreyê pêşnîyaz hatin kirin.

&2- Mistefa Aydogan, Paşa Birodirêj û Mehdî Adar ji bo dîwanê hatin hilbijartin.

&3- Pêşnîyaza KKyê ya di warê rojevê de li gel minaqeşeya endametîyê bi yekdengî hat qebûlkirin.

&4- Rapora xebatê ji alîyê Ali Kut ve hat xwendin.

&5- Rapora aborî ji alîyê Zinar Soran ve hat pêşkêşkirin.

&6-  Beşdarên Kongreyê li ser raporan dîtinên xwe înan zimanî û bersivên pirs û rexnên wan ji alîyê endamên KK hatin dan.

&7– Endamên KKyê yên di Kongreya 24an de hatibûn hilbijartin di warê xebata xwe ya heta Kongreya 25an de, bi yekdengî ji berpirsîyarîyê hatin azadkirin.

&8– Ji bo Komîteya Karger ev endam hatin hilbijartin:

Zinar Soran, Paşa BirodirêjTêmûrê XelîlNesrîna Rojkan û Sidîq Bozarslan.

&9- Kongreyê ji bo destnîşankirina endamên KKyê yên esîl û cîgir desthilat da her pênc (5) endamên KKyê da di civîna KKyê ya yekem de endamên cîgir û esîl dîyar bikin.

&10-  Du kes ji bo nûnertîya Kongreya Federasyonê hatin hilbijartin.

&11-  Di xala pêşnîyaz û biryaran de çend pêşnîyaz hatin kirin: 

Komîteya nû ya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed di nav xwe de kar û bar parve kir. Ev kes di rêvebirîya Komeleyê da hatine hilbijartin:

Seroka Yekîtîyê: Nesrîna Rojkan

Sêkrêtarê Yekîtîyê: Têmûrê Xelîl

Berpirsiyarê aborî: Zinar Soran

Endamên komîtêya karger: Paşa Birodirêj û Sidîq Bozarslan.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *