Kurd deyndarê Îsmail Beşikçi ne!..

Ev bû çend hefte ku li ser navê ”kurdperwerîyê”, ”welatperwerîyê”, ”sîyasetmedarîyê”, ”nivîskarîyê”, ”rewşenbîrîyê” û wd. êrîş, tehdît û heqaret li sosyologê tirk Îsmalil Beşikçi dibarînin. Li vir ez behsa êrîş, tehdît û heqaretan dikim, ne ku behsa rexneyan. Eger di çarçoweya rexneyan da li Beşikçi rexne bihata xistin, bêguman ew di çarçoweyeka dî da dê bihata nirxandin. Beşikçi kîye û çi kirîye ku hew qas êrîş tên ser wî? Gelo çima hew qas heqaret û tehdît?  Bi ya min, pêwist e bersivên van pirsan werin dayîn da ku pirs zelal bibe.

Beşikçiyê hêja, 50 sal e ku li ser kurdan gelek tişt gotine, ji 30 zêdetir kitêb nivîsîye, bi sedan mekale nivîsîye û eger mirov wan hemî kom bike; mirov bi rehetî dikare bêje ku wî bi dehhezaran rûpel jibo kurdan nivîsîye. Ji ber van kirinên xwe ew 17 sal di zindanên tirk da maye û bi sedsalan ceza jê ra hetîye xwestin, lê ji ber sedemên navdewletî û hundûrî tirk mecbûr mane ku wî ji zindanê berdin. Bi kurtayî Beşikçi, piştî xwendina xwe ya bilind, li Erzurumê dest bi karê asistanîyê ,dike û cara ewil rastî kurdan tê; ew êdî jibo mafên kurdan dixebite û heta îro wî karê xwe didomîne ku nûha ew çûye jorê 80 salî.

Bi wê zîrekî û enerjiya xwe eger Beşikçi wek gelek tirkan di nav qalikên ideolojiya dewletê da bimana û stûye xwe xwar bikiraya; jibo wî gelek hêsa bû ku bibûya profeserek û rektorekî zaningehek. Lê wî wek alimek û sosyologek rastîya kurdan û mafên wan ên neteweyî û demokratik dît û li hemberî rejima kolonyalist derket ku ew rejim ji 1923yan virve li ser hukum bû. Dostê Beşikçi û hevalê wî yê zindanê yê 1971an mamoste M. Emîn Bozarslan- ew jî çend sal ji Beşikçi meztir e û 60 sal e jibo kitêbxaneya kurdî dixebite ku ji nûha ve derdora 20 hezar rûpel jibo miletê xwe nivîsîye; ez jibo her du xebatkarên doza kurdî sihet û temenên dirêj dixwazim-, di 2007an da jibo Beşikçiyê hêja weha gotîye:

”… Li gora dîtina min a berê û nûha em kurd, ji berrêz Beşikçi ra gelek tişt deyndar in. Ew nivîskar û alimekî tirk ê  tenê ye, ku rejima ku ji 1923an virve politika nejadperestîyê li hemberî kurdan pêkanîbû, ew wek alimekî zanînê bi mêrxasî li dijî wê plotikayê rawestîya, bi metodên zanistîyê wê politikayê teşhîr kir, rûyê wê yê rastîyê û nejadperestîyê raxist ber çav.” (M. Emîn Bozarslan, İsmail Beşikçi ile Uluslararası Dayanışmanın Belgeleri, s. 8, Deng Yayınları 2010 İstanbul) 

”Piraza mêran li meydanê ye”

Ev gotina pêşîyan li gora cenabê bejna Beşikçi xweş tê ku kesek jibo Beşikçi dema bixwaze tiştna bêje, divê li gora vê gotina pêşîyan ewil bifikire û paşê biaxife ango binivîse. Bi kurtayî mamoste Beşikçi bi dehcaran derketîye huzûra dadgehên tirk. Wî tu car ji mehkemeyên (dadgehên) tirk doza berdana xwe nekirîye. Heta car caran endamên mehkemeyê aciz bûne û xwestine ku wî berdin; lê bi awayeke ne direk xwestine ku Beşikçi ji wan doza berdana xwe bike. Beşikçi jî bi awayeke kubar ji wan ra gotîye ku ”ez alimekî me û li gora ilmê zanistê li pirsa kurdî dinêrim û ez nikarim ji we daxwaz bikim ku hûn min berdin, ji ber ku ez heq im û mehkemeya we neheq e û nemeşrû ye.” Bi tabîreka dî, mamosteyê hêja her cara ku çûye mehkemeya tirk, wî bizmarek li dîwarê Sistema Ankarê ya Kolonyalîst xistîye û wî dîwarê hesinî qul kirîye ku 50 sal e kurdên me nikaribûne vê mêrxasîyê bikin.

Filozofê kurd ê Zerdeştî (Mazdekî) Halac- i Mansûr, 1100 sal berê li Baxdayê ji alîyê hukmê kevneperestên Baxdayê ve bi hovîtîyeke mezin hatîye kuştin. Berîya ku ereb werin herêma kurdan û bibin xwedî hukum, kurdên Mazdekî gotina Xwedê bi kar dianîn. Lê hukmê ereban hew qas zulm kirin ku kurdên ku di axiftinên xwe da digotin Xwedê; ereban zimanê wan jêkirine. Loma ji tirsa zulma wan kurdan di nav xwe da bi awayên dengan û îşaretan digel hev diaxifîne û jibo gotina Xwedê kurt kirine û gotine Xu. Her çiqas van kurdan di bin sîya şûran da dînê ereban qebûl kiribin jî, li gora bawerîya xwe gotine ”En- el Haq”, yanî ez di rîya heqîyê da me. Filozofê navdar Halac- i Mansûr jî  ku bi kitêba xwe ya bi navê ”Tavaşîn” a bi kurdî hatîye nivîsîn û naskirin; ew digel xelkê xwe gotinên Xu û En-el Haq xebitandîye û ji ber wê hatîye girtin û bûye zindanî.

Li Halac- i Mansûr gelek cureyên şkenceyê tê kirin da ku gotinên Xu û En- el Haq bikar neyne û Allah bibêje. Lê Halac- i Mansûr bi ya zulumkaran nake û stûxwarî nîşan nade û timî Xu û En- el Haq dibêje û loma laşê wî bi kêran parçe parçe dikin û skeleta mayî jî dişewitînin. Tiştê balkêş ew e ku Halac- i Mansûr heta nefesa xwe ya dawîyê xwedîtîyê li nasnameya xwe ya hem kurdînîyê û hem jî oldarîya xwe ya neteweyî dike û bi serbilindî ji vê dinyayê xatir dixwaze.  

Loma Av. Medenî Ayhan, li ser navê Berdevkê Gruba Abûqadên Şoreşgerê Demokrat, di haydarîyeka 2 rûpelî da bi rîya çapemenîyê eşkera kirîye ku Mamosteyê Hêja Beşikçi, Halac-i Mensûr ê me yê nû ye. Bi ya min, birayê Medenî û hevalên xwe tespîteke baş kirine ku ew di rastîyê da jî li bejna Beşikçi tê. Wek Medenî û hevalên xwe di wê daxuyanîyê da dane zanîn, Beşikçi di nivîsareka xwe da herfa (tîpa) ´Q´ yê bi karanîye û ew bûye sedemê mehkemekirina wî û ew ji alîyê mehkemeyê ve tê mehkumkirin û loma gruba abûqadan dibêjin ku di navberê da 1100 sal derbas jî bibe, ew zîhnîyeta 1100 sal berê ku li Baxdayê jibo Halac-i Mensûr hatîye bi karanîn; heman zîhnîyet ji alîyê Mehkemeya Caza Giran ya 11. mîn a Beşiktaşê ya Stanbolê ve jî hatîye xebitandin.

”Rûyê reş, hewcê tenîyê nîne!”

Îcar em werin ser van tehdît û heqaretan ku jibo Beşikçi tên kirin. Hin xwendevan tê bîra wan. Nivîskarê tirk ê navdar Aziz Nesin, demêk jibo Beşikçi gotibû ”ajanê ingiliz”. Lê demêk hat, A. Nesin mecbûr ma ku doza lêborîne ji Beşikçi bixwaze û uzrê xwe da xuyakirin. Îro jî hin kurdên me yên bêaqil, xwedêgiravî li ser navê kurdînîyê, sîyasetê û nizanim çi û çi, bi rîya medya civatî hekaret û tehdîtan li Beşikçi dibarînin. Ji ber ku Beşikçi di makaleyeka xwe da hin rastîyên ku li ser navê PKK li Başurê Kurdistanê qewimîne nivîsîbû. Ew nivîsa Beşikçi bû semedê van êrîşên beredayî.

Mamoste Beşikçi, di 50 salê pratika xwe da zêdetir bû muxatabê Mehkemeyên Tirk. Ji ber ku karê wî nivîsîn bû, lêkolîn û nirxandin bû, loma ew dibû muxatabê mehkemeyan û di şexsîyeta mehkemeyan da jî dibû muxatabê Sistema Ankarê ya dagirkerê Kurdistanê. Beşikçi jibo kurdan timî dewleteka serbixwe parastîye û wan dîtinên xwe hem di kitêbên xwe da û hem di mehkemeyan da parastîye. Di vê pêvajoyê da Beşikçi, wek ilimdarekî tirk, sîyaseta kurdan jî dişopand û car caran şaşîtîyên ku ji alîyê kurdan ve dihat kirin, didan ber tîrên xwe yên rexnekirinê. Yek ji wan rexneyan ew bû ku divê kurd bi kurdî biaxifin, binivîsin, sîyasetê bikin û di mehkemeyan da jî xwe bi kurdî biparêzin. Beşikçi, vê xesasîyeta nasnameya zimanê kurdî ji 1971an virve tim parastîye.

Yek ji wan rexneyên Beşikçi ew bû ku divê serokê PKK Abdullah Ocalan li zindanê neaxife û sîyaseta rêvebirina PKK ji zindanê nemeşîne. Bê guman Beşikçi, ji tecrûbeyên xwe yên zindanê van rastîyan didan xuyakirin û dinivîsand. Lê rêxistinên girêdayê PKK, bi ya Beşikçi nekirin û gotin ku ´îradeya me Îmralî ye.´ Zindanîyê Îmralîyê jî li gora daxwazên efendîyên xwe yên Ankarê dikir û di wê çarçoweyê da sîyasetê dimeşand. Bi rîya Îmralîyê KCK hat çêkirin û piştî demek operasyonên Ankarê çêbûn. Di encamê da dora 10 hezar kes hatin girtin û di mehkemeyan da zelal bû ku li ser navê MÎTa Tirk, 1050 kesên MÎTê wek wezîfedar di nav KCK da kar girtine ser xwe. Dîsa di mehkemeyan da zelal bû ku dora 48- 50 abûqatên Îmralîyê hemî wezîfedarên MÎTê bûne. Di doza Balyoz û Ergenekonê da derket meydanê ku 50 zapitên tirk, wek wezîfedarên Ankarê di rêvebirîya PKK da cî sitandine.

Helqe zêdetir fireh e. Dîsa bi rêvebirîya Îmralîyê, HDP hat çêkirin û wer bû ku di hilbijartinên hezîrana 2015an da dema 80 gelwekil hatin halbijartin, 60ê wan tirk bûn. Ev reqem gelek balkêş e. Bi rîya wan, ”xweserîya demokratik” hat îlankirin û di çalên xendekan da derdora 10 hezar xort û keçên me digel zarûk û salmezinan hatin kuştin ku hedefa Ankarê jî ew cuwanên me bûn. Zindanîyê Îmralîyê di mehkemeya xwe da dîyar kiribû ku ”… Min di nav sefên PKK da 15.000 endamên xwe înfaz kirîye ku ew jibo Ankarê xeter bûn!” Dîsa Öcalan, berîya ku here Îmralîyê, li Şamê û Bekaayê ji çapemenîyê ra gotibû ku ”gerillayên me diçin Qendîlê jibo ewlekarîya dewleta tirk. Wekî dî li wir Barzanî dixwaze dewleteka kurdî, yanî Îsraîla duwemîn li Bakurê Îraqê çêke, lê em destûrê nadin ku li wir dewleta kurdî were avakirin”. Ma pêwist e em listeyê dirêj bikin? Her tişt vekirî û wek tîrêjên rojê li meydanê dibiriqin.  

Rojek li ser daxwaza Öcalan (di despêka Îmralîyê da), abûqatên wî diçin ba Doğu Perinçek û daxwaza Öcalan jê ra dibêjin û jê rica dikin ku nêrînên xwe rêke. D. Perinçek, nêrînên xwe di 10 rûpelên A4 da eşkera dike û li binê wê dinivîse ku nusxeyeka wê ji Serokatîya Fermandarîya Giştî ra şandîye. Dîsa Perinçek, di îfadeyê xwe yê Ergenekonê da eşkera dike û ”… Mixabin PKK ji alîyê MİTê ve hat avakirin, me ew li Çubuka Ankarê çêkir” dibêje. Vê rastîyê Öcalan bi xwe di ”Devrimin Dili ve Eylemi” da bi awayê zelal ”Min PKK bi MİTa Tirk da çêkirin” nivîsîye û ew nivîs di weşana PKK Serxwebûnê da jî derçûne. Herî dawîyê divê em behsa Yalçın Küçük jî bikin. Temaşevanên ku wê dîtibûn tê bîra wan. Dema Y. Küçük di kanala TV ya PKK da bername çêdikir, di yek ji wan da Öcalan li Şamê beşdar bûbû û ji Y. Küçük ra ”mamoste, her gotineka te jibo min çavkanîya îlhamê ye” gotibû. Y. Küçük jî di mehkemeyek da xitabê heyetê dike û ”Weha nenêrin ku paşnavê min biçûk e, di eslê xwe da ew gelek mezin e. Bi saya serê xebatên min, bi dehhezaran xort û keçên kurd jibo demokratik cumhurîyetê hatine kuştin, eger ev xebata min nebûya, ew dê hemî biçûna ser xeta Barzanî û bibûna belayê serê Dewleta Tirk. Ez vekirî dibêjim ku Îmralî eserê min e, min ew afirandîye!” dibêje. 

Bi kurtî van çend lixwemikurîyên Öcalan, Küçük û Perinçek didin nîşandan ku çêkirina PKK bixwe projeya dewletê bûye û bi rîya wê projeyê ew potansiyela kurdan didin kuştin û ev proje qirkirina neteweyê kurd ji xwe ra kirîye amanca sereke. Piştî hew qas bûyerên qirkirinê û trajedîyê eger hê jî hin kurd radibin û mamoste Beşikçi didin ber tîrên xwe yên tehdîdan û heqaretan; ev tê wê maneyê ku xwedîyên wan gotin û nivîsan bixwe xulamên Ankarê ne û rûyên wan ên reş baş xuya dibin. Lê kesên ku piştgirîya wan derewên biboç dikin jî, di esasê xwe da belengaz in û bi aqilê xwe yê sivik tevdigerin. Lê divê ew bizanibin ku ”Aqilê sivik, barê giran e” gotina pêşîyan tim dê di pêsîrên wan da bin û bi wan ve bizeliqin. Loma min li jor gotina bapîrên me ku ”Rûyê reş, hewcê tenîyê nîne!” dibêje bikar anî û xwest bi wê bînim bîra xwendoxên hêja ku her tişt zelal e û li meydanê ye.

Lê divê ez bînim bîra hemî kesên ku êrîşan dibin ser Beşikçi, divê ew carek be jî li eynikê binêrin û xwe tê da baş bibînin û pratika 50 salên Beşikçi bînin ber çavan û derzîyeka biçûk di xwe da bikin. Divê van belengazan fam bikin ku bi çîr û heqaretan li Beşikçi, ew nikarin tu fêdeyek jibo miletê kurd bi dest bixin û bi van kirinên xwe ew dê hê gelek xisarên mezin bigihînin doza miletê kurd û li pêşberê zarûkên xwe fedîkar bibin. Divê ew ji bîr nekin ku bi saya serê mirûdên wek wan bi hezaran xort û keçên me jibo demokratik cumhurîyetê tên kuştin ku ev ne karê aqila ye. Eger piçek mirovatî di van kesan da hebe, divê gotinên A. Ocalan û Y. Kuçuk ku min li jor nivîsî, di guhên xwe da bikin guhar. Bila her kes bizanibe ku ew xort û keçên me yên ku jibo serxwebûna Kurdistanê ketin rê û di nav PKK da bi rîya rêvebirên xizmetkarên Ankarê tên kuştin jibo cumhurîyeta Ankarê; ew xwîna wan şehîdan dê rojek were ku wan xizmetkarên Ankarê bifetisînin. Belam dîroka mirovatîyê ber bi pêş ve dimeşe û gelê kurd jî dê Kurdistana serbixwe û azad ava bike.                                                                   

Dûr be an nêzîk be, dê Kurdistan çêbe!..   

Siddîq Bozarslan

20. 01. 2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir