Li Hewlêrê teqîneke bihêz

Li taxa Keleha Nû ya Hewlêrê dengê teqîneke mezin hat bihîstin, gelek wesayît û dikanan zerer dîtin.

Welatiyê ku vîdeo ji Rûdawê re şand diyar kir ku hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kir.

Şahidên bûyerê ku ji Nûçegihanê Rûdawê Mistefa Goran re axivîn, got ku wan dengê teqîneke bihêz bihîstiye lê nizanin ji ber çi teqîn çêbûye.

Ji ber teqîne gelek wesayît û dikanan zerer dîtin.

Despêkê hat gotin  teqîn ji ber droneke bombebarkirî ya ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatiye xistin pêk hatiye.

Lê Dije-Terora Kurdistanê ev yek red kir.

Li gorî daxuyaniya Dije-Terora Kurdistanê teqîn ji bir narincokê bûye.

Dije-Terora Kurdistanê ji kanalên ragihandinê xwest ku pabendî bingehên ragihandinê bin, rastbêjane nûçe û zanyariyan veguhêzin.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *