Hevkarîya PKK- Heşdî Şabî li Herêma Rêvebirîya Kurdistanê

İsmail Beşikçi

Heşdî Şabî, li dijî kurd/Kurdistanê rêxistinek e. Jibo kurdan DAÎŞ çîye, Heşdî Şabî jî ew e. Dikare were gotin ku di nava Heşdî Şabî da gelek bask (qanad) hene, rêxistineke yekpare (homojen) nîne ye. Lê xususîyeta ortaxî yên hemîyan, li dijî kurd/Kurdistanê bûyîn in.

Şirîkatîya PKK- Heşdî Şabî, hevkarîyê dike ku destkeftîyên kurdan xirab bike, cehd dike ku statuya Rêvebirîya Herêma Kurdistanê nikaribe bixebite. Rêxistina ku di dawîya salên 1970yî da jibo Kurdistana Serbixwe û Yekgirtî derketibû rê, nuqteya ku îro hatîye wir, ev e. Xirabkirina destkeftîyên kurdan, nehiştina xebatê û ji ortê rakirina statuya Rêvebirîya Herêma Kurdistanê ye… Vekirî ye ku daxwazên Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Surîyê jî ev in.

Yek. Ajansa Ewleyîya Giştîya Herêma Kurdistanê, di 8ê çirîya pêşîn (oktobir) 2020an da eşkera kirîye ku Mudurê Asayişa (ewleyîyê) Derîyê Gumruka Serzerê (Çukurca) Gazi Salih ji alîyê PKK/KCK ve hatîye kuştin. 

Du. PKK/KCK di 1ê çirîya paşîn 2020an da êrîşê xeta boruyên petrolê kir ku ew petrola kurd digîhand Ceyhanê. Xeta boruyê teqandîye. Hatîye haydarkirin ku xisara Rêvebirîya Herêma Kurdistanê rojê 10 milyon dolar e. Tenê rêxistinên ku dijminê kurd in, dikarin hewildanek weha çêkin. Vekirî ye ku hawirdorê kurd/Kurdistanê ji alîyê hêzên ku neyarê kurd in ve hatine pêçandin.

Sê. PKK/KCK, di 5ê çirîya paşîn da, li Çemenkayê êrîşê hêza pêşmerge kirîye, bûye sebeb ku pêşmergeyek mirîye û sê jî birîndar bûne. Van bûyeran hemî di demeka civatî, sîyasî û rûhî ya çawa da çêdibin? Dema Mesûd Barzanî; ”Me şerê navbera kurdan heram dîtîye” gotîye û bi tekez wê sozê bicî anîye, di demeka weha da van hewildanan diqewimin.

Çar. Ji despêka kanûna (çileya) pêşîn 2020î vir ve li Silêmanîye û qezayên Silêmanîye di bin navê ”Em mûçeyê (maaş) dixwazin” da xwepêşandan çêbûn. Avayîyên partiyan û bi taybetî avayîyên PDK hatine şewitandin. Li herêmên wek Seyîd Sadiq, Premegrun, Tekîye, Hurmal, Pencwîn, Raperîn û Germîyan hatîye çavdêrîlêkirin ku provakatorên PKK/KCK wek hêzek xebitîye. Şewitandina avayîyên PDK wek li Silêmanîyê hatîye dîtin, li pêşberê çavê Asayîşa Silêmanîyê qewimîye. Zelal e ku qada xwepêşandanê jibo mûçeyê, ne Silêmanîyê, divê Baxdad be.

Pênc. Bûyera ku di 10yê kanûna pêşîn da li Dokanê qewimî, pêşmergeyek şehîd ketîye. Di bûyera Pêncwîn da ku pêşmergeyek çehîd bûbû, ji Yekîtîya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Hêrîş Mela Xidir, ”Ew pêşmerge bi çekê kanasê yê suiqastê hatîye şehîdkirin. Tu xwepêşandarek nizanê wê çekê bixebitîne. Lê li wê herêmê hêzên PKK û PJAKê hebûn. Bi rastî ez guman ji wan dikim.” gotibû û rewşê nirixandibû. Binêre nerinaazad, 13 kanûna pêşîn 2020, berpirsîyarekî YNK ku gotîye; ”Dem hatîye ku divê YNK têkilîyên xwe û PKK li ber çav derbas bike.”

Şeş. Çapemenîya PKK, bangewazîyê dike jibo xirabkirina (ruxandina) Herêma Kurdistanê. Çapemenîya PKK, piştgirîya alîyê Baxdadê dike ku di Parlamana Îraqê da li dijî Statuya Herêma Kurdistanê ye û balkêş e ku bi awayê vekirî cî dide nûçeyên ku dixwazin Statuya Herêma Kurdistanê hilweşînin. Çavkanîyên Ewleyîya Herêma Kurdistanê dibêjin, ew kesên ku di xwepêşandanan da bi maske bûn, PKKyî bûn û wan bi fîtkirinê û bi provakasyonê bûyerên şidetê bikaranîn.

Di bûyerên şidetê da ku li Herêma Kurdistanê li hin qeza û nahîyeyên girêdayê Silêmanîyê  çêbûn, gelek avayîyên PDK, dezgahên hukumetê, depoyên arşîvê yên tapuyê, şubeyên (baskên) trafikê, malên qeymeqam û mudurên nahîyeyan, hedef hatine nîşandan.

Bala mirov dikêşîne û balkêş e ku ciwan û grubên ku di temenê zarûkan da bi maske bûn, tu eleqa wan û memurên ku jibo mûçe hewildan kiribûn, tunebûn ku ew bûbûn hewildanên şidetê. Lê tê dîtin ku çapemenîya PKKyê, wan hewildanan fît kirîye, nûçeyên xwe yên ku statuya Kurdistanê, hukumetê kirine hedef, ji xwe ra kirine mançetên sereke. Bi taybetî di nûçeyên ku bi soranî derçûne da hêrsên cuwanan ne li dijî Baxdayê, lê li dijî Herêma Kurdistanê fît dike û ber bi wê da wan ji rê derdixe.

Di derbarê vê babetê da sîyasetvanê kurd Osman Ocalan, jibo BasNewsê axifîye û gotîye ku şiklê têkoşîna PKKyê ku li Bakurê Kurdistanê têkçûye, ew dixwazin wê li Silêmanîyê têxin jîyanê û ”tecrubeya PKKyê şaş e ku berê têkçûnê anîye. Bi vî awayî ne PKK qazanc dike û ne rewşa Herêma Kurdistanê sererast dibe. Divê neyê qebûlkirin ku Silêmanîye bibe qurbanî.”

Nivîskar-rojnamevan Cemal Abdullah jî dibêje, belge hene ku di bûyerên Silêmanîyê yên şidetê da PKKyî hebûne û wan, cuwanan fît kirine, ji rê derxistine û wan bi ser avayîyên hukumetê û partîyan dane êrîşkirin. C. Abdullah gotinên xwe weha domand: ”PKK bi rîya çapemenîyê bi awayeke vekirî jibo karanîna şidetê bangewazî kirîye da ku li Herêma Kurdistanê tevlîhevî çêbe. Yên ku bûn şirîkên van karên qirêj/kirêt yên PKKyê, dema ferq kirin ku bûyer mezin dibin, ketin nav tirsê…”

Cemal Abdullah dibêje ku partîyên ku bi PKK ra dostanîyê dikin, pêwist e sîyasetên xwe li ber çav derbas bikin. C. Abdullah ”Ewên, partîya ku ji xwe ra dost dibînin, ew partî endamên xwe dişînin ku avayîya partîyên wan bişewitînin. Gelo ev dostanîyeka çawa ye?” acizîya xwe nîşan daye.” (nerinaazad, 12 kanûna pêşîn 2020)   

Çapemenîya PKKyê, pir caran nivîsîne ku Îraq, Surîye, Tirkîye dewletên meşrû ne, Kurdistana serbixwe ne meşrû ye. Evaya encax Tirkîye, Îran, Îraq û Surîye dikarin bêjin ku van dewletan bi ortaxî Kurdistanê kirine kolonîyeke navdewletî û li ser kurdan teda û zulmê dikin.  

Li gora nûçeya K24, şeva 13-14yê çileya pêşîn, PKKyîyan li gundê Derişê girêdayê Amedî ye, dema bê destûr bi çend tranbêlan di ber nuqteya pêşmerge da derbas dibin, bi çaralî pêşmergeyan gulebaran dikin. Di bûyerê da bi navê Abdurrahman Emîn, pêşmergeyek şehîd dikeve. (nerinaazad, 14 çileya pêşîn 2020)

Heşt. Li gora nûçeya K24, li ser avayîya PDK ya Çemçemalê, ji alîyên navên wan nedîyar, bi kileşkofan êrîş hatîye kirin. (nerinaazad, 14 kanûna pêşîn)

Şengal herêma kurdî ye: Heta orta sala 1970yî li Şengalê tu malbeteke ereb tunebû. Saddam Huseyin, jibo Şengalê bike ereb, di 1975an û piştî wê dest pêkirin malbatên ereban li wir cîuwar bikin. Îro jî PKK/KCK li Şengalê digel Heşdî Şabî, di nava şirîkatîyê û hevkarîyê da hewl didin ku Şengalê ji Kurdistanê dûr bixin. PKK/KCK îro li Şengalê, ketine nav rewşek ku berjewendîyên Îranê diparêzin. Rêvebirîya Herêma Kurdistanê, li cadeyan, kuçeyan, aşxaneyan, qahwexaneyan, otêlan, mekteban- zanîngehan, çarşîyê- bazarê, camîyê, mescidê, parlamentoyê, wezaretan, beledîye, orduyê, polês… li her derê, dengê bênvedana kurdî pêldide. Qadeka rizgarkirî ye. Li her derê bîhna hewa kurdî/Kurdistanî tê sitandin. Ji nêzîk ve tê zanîn ku bedelên giran hat dayîn jibo van qazancan bi dest bikevin. Divê Statuya Rêvebirîya Herêma Kurdistanê bi xesasîyet were parastin. Xebat jibo xirabkirina vê statuyê, ancax karê hêzên dijî kurd, dijî Kurdistanî ne.

PKK/KCK divê were dawetkirin ku serwerîya Rêvebirîya Herêma Kurdistanê nas bike. Eger nasnake, divê herêmê biterkîne. Eger terknake, divê bi tetbîqat, îdarî û cezayê rûbirû bimîne.

30.12.2020/Swed

İsmail BEŞİKÇİ

Wergêr ji tirkî bo kurdî: Siddîq Bozarslan

Jêrenot:                                                                                                                                        

  1. Ji ber ku ev makaleya berêz İsmail Beşikçi babeteka giring û aktuel e, min wê ji tirkî wergerand bo kurmancî da ku xwendoxên bi tirkî nizanin, jê mefadar bibin. Çend derên tekstê ji alîyê min ve hatine çixêzkirin û reşkirin.
  2. Bi rîya çapemenî û medya civatî/teknikî gelek êrîş tên ser İ. Beşikçi. Em kurdên ku bi rastî kurdevîn û Kurdistanevîn in, divê em li dijî wan êrîşan derkevin û berêz Beşikçiyê hêja biparêzin. Divê em ji bîr nekin ku Beşikçi 50 sal e jibo doza neteweyê kurd bedêleke mezin daye û loma em wek kurd, deyndarê wî ne. Yên ku êrîşî Beşikçi dikin, ya rasterast xulamên dagirkeran in yan jî xulamên xulaman in ku dîsa girêdayê kolonyalistan in û tenî jibo wan, xizmetkarîya sistemên dagirkerîyê bûye amanc.
  3. Divê Desthilatdarîya Herêma Kurdistana Federe, di zutirîn wext da yekkirina hêzên pêşmerge û polês û wd. temam bikin û duserîtîya ku didome, dawî lê bînin.
  4. Desthilatdarîya Herêmê, divê şola butçeya Hewlêr û Baxdayê ji nû ve gengeşe bikin û çareserîyê jê ra bibînin. Rîya mequl û pratik ew e ku Hewlêr, heqê butçeya xwe meh meh ji heqê ku dide Baxdayê (para hatina ji petrolê) bibire û paşê yê mayîn rêke Baxdayê. Eger welê nebe, wekî ku heta nûha hatîye dubarekirin, Desthilatdarîya Herêma Federe dê bibe mehkûmê Baxdayê jibo dayîna butçeyê ku ev bûye kriz.
  5. Di derbarê mijara îroyîn da ku li başûrê welatê me diqewime, cîyê heqîyê ye ku PDK û YNK werin rexnekirin. JI ber ku van her du hêzên me yên gewre di wextên pêwist da tedbîrên ciddî nesitandine ku şola (pirsa) heyî çareser bikin. Pratika şerê navxweyî jî û peymana Meclisa Hewlêr û PKK ya 1992an jî li meydanê ye ku PKK ji  lihevhatinê ra rîayet nekiribû. Lê PDK û YNK meydanê ji PKK ra hiştin. Şola heyî, îro çênebûye. Dema serokê PKK Abdullah Ocalan li Şamê û li Bekaayê ji çapemenîyê ra haydarîyan gotibû, giring in. A. Ocalan gotibû ku ”çekdarên PKK jibo ewlekarîya dewleta Tirkîyê çûne Qendîlê” û ew ”destûr nadin ku dewleteka Îsraila Duyemîn li Bakurê Îraqê were çêkirin.” Ma ji wê haydarîyê û amanca PKK zelaltir nuqteyên dî mane? Eger Rêvebirîya Herêma Kurdistanê dixwaze şolên xwe çareser bike; divê ji dervayê hêzên pêşmerge û polês, tu hêzên çekdar li herêmê nemînin. Di vî derbarî da divê parlamento û hukumet, rewşê rast bixwînin û tedbîrên yasayî û îdarî bînin şûnê. Ji ber ku hedefa esasî Statuya Herêmê ye, ne tenî hêza PDK ye.    

Siddîq Bozarslan                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir