36 sal di ser tawana Enfalê re derbas dibin

Îro Yekşemê (14.04.2024) 36. salvegera qurbaniyên Enfalê li Çemçemalê, Peytexta Germiyanê were tê bibîranîn.

Wezareta Perwerdeyê jî ragihand, li hemû saziyên perwerdeyê yên Herêma Kurdistanê beriya destpêkirina dersa yekem, dê çend kêliyên bêdeng ji bo rêzgirtina li qurbaniyên jenosîda Enfalê were rawestandin.

Li derveyî Herêma Kurdistanê, 36’emîn salvegera Enfalê li bajarê Mîrano yê Îtalyayê ku destexwişka Çemçemalê ye, dê were bibîranîn û gotara Qeymeqamiya Çemçemalê jî lê tê xwendin.

Rêjîma Beis a Iraqê berî 36 li pêş civaka navdewletî di heyama 7 mehan de û di çarçoveya 8 qonaxan de, proseya enfalkirina gelê Kurdistanê pêk anî. Di wê tawanê de rêjîma Beis zêdetir ji 4 hezar û 500 gundên Kurdistanê û bi sedan bajarok û zozan wêran kirin û xelkê wê ber bi çarenivîseke nediyar ve birin.

Di êrîşa enfalê de artêşa Iraqê bi hemû cure çekên nû û teknolojiya nû ji asman û zemînê ve êrîş kir û bi hezaran malbatên kurdan enfal kirin.

di salvegera tawana Enfalê de îro li ber Monumenta Enfalê ya Çemçemalê merasîmek tê lidarxistin.

Ji aliyekî din ve, hejmareke din ji malbat û kesûkarên enfalkiriyan û rizgarbûyên tawana enfalê, çûn girtîxaneya Nogreselman û li wir ev ev tawana han bi bîr tînin.

Nogreselman yek ji zîndanên rêjîma Beis bû ku tê de gelek kes hatin enfalkirin, ew zîndan li başûrê Iraqê dikeve û yek zîndanên li ser asta Rojhilata Navîn bi nav û deng e.

Enfal yan proseya jenosid û qirkirina Kurd yek ji proseyên rêjîma Beis a rûxandî (1963 – 2003) bû, ku di 8 qonaxan re derbas bû.

Qonaxa yekem: Ji 22ê Sibatê û ta 18ê Adara 1988an berdewam kir û di vê qonaxê degeliyê Cafayetî hat enfalkirin.

Qonaxa duyem: Ji 22ê Adarê û ta 1ê Nîsana 1988an birêve çû, navçeya Qeredax hat enfalkirin.

Qonaxa sêyem: Ji 7ê Nîsanê û ta 20 Nîsana 1988an li navçeya Germiyan hat encamdan.

Qonaxa çarem: Ji 3ê Gulanê û ta 15ê Gulana 1988an li navçeya Qelasêwkê û geliyê Zê yê biçûk hat encamdan.

Qonaxa pêncem, şeş û heftem: Ji 15ê Gulanê û ta 26ê Îlona 1988an birêve çû û tê de navçeyên Şeqlawa û Rewandizê bi ber pêla enfalê ketin.

Qonaxa heştem: Ji 26ê Tebaxê û ta 6ê Îlona 1988an birêve çû û tê de êrîş li ser devera Badînanê hate kirin.

Di koma heşt qonaxên proseya Enfalê de, rêjîma Beiş ya jinavçûyî 182 hezar Kurd li bajar û gundên Kurdistanê enfal kirin.

Ji sala 2007ê ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da, her sal di 14ê Nîsanê de tawanên Enfalê were bibîranîn.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *