Joe Bochino: Divê Amerîka piştî êrişên li Hewlêrê rasterast Îranê bike hedef

Nîşan Îran Êriş Hewlêr Gumanbar Joe Bochino Amerîka Bersiv

 Berdevkê berê yê CENTCOMê Joe Bochino got, “Divê Amerîka piştî êrişên li Hewlêrê rasterast Îranê baregehên Supaya Pasdaran ên li nava Îranê bike hedef.”

Supayan Pasdar a Îranê şeva borî bi mûşekên balistîk êrişî çend deverên sivîl ên Hewlêrê kir û kesên sivîl bûn qurbaniya êrişê.

“Îran dixwaze kaosê ava bike”

Berdevkê berê yê Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) Joe Bochino piştî êrişan bû mêvanê Rûdawê û got:

“Li gorî min, Îran dixwaze bi rêya van êrişan li herêmê kaoseke ava bike, dixwazî vê kaosê bi taybetî jî li Îraqê peyda ava bike.

Ev heman kar e ku bi rêya grûpên Şîe dikir. Suprîz ev e ku Îranê rasterast bi artêşa xwe êriş kir, ne bi rêya grûpên nêzîkî xwe.”

“Îran dê êrişên bidomîne”

Joe Bochino destnîşan kir ku Îran ji berê ve midaxeleyî karên Bexdayê dike û pê de çû:

“Îran dixwaze midaxeleyî karên Hikûma Herêma Kurdistanê jî bike. Herwiha dixwaze bi rêya grûpên nêzîkî xwe li Sûriyeyê koasê ava bike.

Dixwaze bi rêya destdanîna ser keştiyan li Deryaya Sor bêaramiyê çêke.

Îranê niha rewşa li Xezeyê kiriye derfet û bi ya min dê êrişên xwe yên bi vî rengî bidomîne.”

Joe Bochino da zanîn ku “Divê Amerîka rasterast Îranê bike hedef”û wiha axivî:

“Dema wê hatiye ku peyamekê bidin Îranê”

“Bi taybetî li başûrê Îranê gelek cih hene ku Amerîka dikare êrişî wan bike.

Ji dêlva ku êrişî Hûsiyan, Hizbulaha Libnanê yan grûpên çekdar were kirin, dema wê hatiye ku peyamekê bidin Îranê.”

Berdevkê berê yê CENTCOMê Joe Bochino herwiha anî zimên ku li gorî wî Amerîka êrişî Îranê nake.

“Ev îdareya Amerîkayê girîngiyê nade Herêma Kurdistanê”

Joe Bochino li ser helwesta Amerîkayê ya li hemberî Îranê got, “Îdareya niha ya Amerîkayê naxwaze Îranê bike hedef û bawer nakim ku vî karî jî bike lê li gorî min dive êrişî Îranê were kirin.

Li gorî min, ev îdareya Amerîkayê girîngiyê nade Herêma Kurdistanê.

Bi ya min li Rojhilata Navîn Tirkiye û Herêma Kurdistanê girîng in lê ev îdareya niha ya Amerîkayê bi awayekî kûr li ser Îraq û Rojhilata Navîn nafikire.”

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Jîneya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûna yek salî.

Li aliyê din, dronek li Pîrmamê û yek ji Behirkeyê hatin xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina asmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *