Serok Barzanî: Sînorên sebira me hene!

Serok Mesûd Barzanî li ser êrişa Îranê ya li Hewlêrê got, “Dikarin me bikujin, lê piştrast bin nikarin îradeya me ji me bistînin.”

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî 8 cihên Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya yek salî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

“Zilm û neheqiyeke eşkere ye”

Serok Mesûd Barzanî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

“Her kes dizane ku ji sala 2020î ve Hewlêr ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê û hêzên hevpeymanên wê ve bi dehan caran rastî êrişên nerewa yên mûşekî û dronî hatiye.

Ev êrîş li dijî gelê Kurdistanê zilm û neheqiyeke eşkere ne.

Berpirsên van tawanan û yên li pişt êrişên li Hewlêrê baş dizanin ku buxtan, hincet û îdiayên wan bê bingeh in û ji bo nixumandina pirsgirêk û aloziyên xwe vê destdirêjî û zilmê li Hewlêrê û gelê Kurdistanê dikin.

Êdî sînorên sebira me hene. Di êriş û sûcê xwe yê dawî de şeva borî li malbatek bêguneh a Hewlêr komkujî kirin ku em vê yekê bi tundî şermezar dikin.

Guman tê de nîne ku ev êriş ne merdî ye û ne mêrxasî ye, lê ji bo tawanbaran ev şerma herî mezin e.

Li vir ez ji gelên Îranê re diaxivim û me her tim rêz li gelên Îranê girtiye û wan jî destê dostanî û biratiyê dirêj kiriye.

Ez dixwazim wan piştrast bikim hincetên ku êrişkar ji bo tawanên xwe yên li dijî Hewlêr û gelê Kurdistanê derdixin, bê bingeh in û ji rastiyê jî dûr in.

Ez ji we daxwaz dikim, eger êrişkar rê bidin we, werin Hewlêrê û bi çavên xwe rastiyê bibînin û zanibin ku tawanbar û êrişkar çawa zilmê li gelê Kurdistanê dikin û îdiayên wan bêbingeh in.

“Em nikarin li hemberî vê zilm û neheqiyê bêdeng bimînin”

Ew nikarin vê zilmê heta hetayê bidomînin û em nikarin li hemberî vê zilm û neheqiyê bêdeng bimînin.

Peyama min ji berpirsên êrişên mûşekî û dronî yên Îranê re ew e ku şehîdkirina jin, zarok û sivîlên me ji bo we ne şanazî û serbilindî ye.

Dikarin me bikujin lê piştrast bin nikarin îradeya me ji me bistînin.

Rûdaw

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *