Dİ PÊVAJOYA KORONAYÊ DE, ROJEV Û KURDİSTAN!

Cano AMEDÎ

Dunya di nav lepên varyosa korona de, şerpeze bûye. Belangazî û nalîna dewletan ya li hemberî korona em hemû dibînin di çi rewşê de ye. Tirs û xofa mirinê bi mehan e devlet û civatan dîl girtîye. Ji tirsa qeyranên aborî û civakî jîyan her diçe rastî zehmetî û astengîyên giran dibe. Bêkarî li seranserê dunyê zêde dibe, ji niha ve tirsa xelayê polîtîkayên dewletan serûbin kirîye. Belê ji niha pêve  “tu tiştek weke berê nabe.” Wê dahatû ber bi xirabî û rojên tarî ve here an bi sîyaset û helwestên erênî, ber bi ronahîyê ve here; ev girêdayî bertekên mirovahîyê ye. Niha mêzîna başî û xirabîyê di nav lepên vayrosa koronayê de ye. Ew  êdî bextê xwe!..

Îro li dunyayê rojev, li ser xweparastin û çareserîya qeyranên şewba korona didome. Lê belê, li  başûrê  Kurdistaê xuyaye dîsa ewrên reş li hev dicivin. Ji dûrve dengê defên şer tê.

Di pêvajoya îroyin de, gelo çibû? Çima îran, Tirkîye û hevalbendên wan yên xêrnexwaz dixwazin rojevê biguherînin. Gelo Îran çima giranîya êrîşên xwe li ser başûr zêde kir, sedem çine?

Tirkîye li Rojava û başûrê Kurdistanê bihost bi bihost dagîrkerîya xwe didomîne. Sîyaseta di bin fermandarîya nijdevan “Tirkmenanbaşî” de, roj bi roj nexşerêyên nû radestî Tirkîyê û Îranê dike.

Xuyaye yekem armanc binpêkirina serverîya hukumeta Kurdistanê û tunekirina destkeftîyên gelê Kurdistanê ye.

Dewleta Îranê di warê dîplomasî û sîyasetê de, xwedî kevneşopîyek dîrokî ye. Ji bêbextîyê bigirin heta hîle û lîstokên gemarî di her warî de pêşketîye. Di hemû deman de damara îxanetê desthilatdar e. Weke lîstîka  kişikê, li gor îhtîmala hemle û êrîşên hemberî xwe,  her tim bi hemleyên cûda dijberê xwe diheyîrîne!

Bandora ambargoya ku demek dirêje didome, bi pêvajoya şewba vayrosa koronayê ve her çû zêde bû û girantir bû. Problemên navxwoyî û yên tenduristî, bandora qeyranan zêde kir. Ji ber van sedeman Îran weke hemû deman dixwaze rojevê biguherîne û zextên li ser xwe sivik bike. Qada herî lawaz û hêsan herema Kurdistanê dibîne. Lewra ji 1966 an vir de hevalbendên wan yê stratejîk, tu carî ew ne weritandine. Îran dixwaze barê xwe sivik bike û bi hemleyek nû rojevê biguherîne. Armanc û hedefa wê hemlê jî têkçûn an jî  lawazkirina serverî û desthilatdarîya hukumeta Kurdistanê ye.

Gelo serverîya Kurdistanê wê li hemberî van hemleyan çewa tevbigere? Hemû partî, rêxistin, komel, sazî û dezgehên fermî û yên sivîl wê çi helwestê bigirin? Li hemberî dagirkerî îran û Tirkîyê çewa tevbigerin cîhê pirsê ye.

  1. Li İraqê (ku weke bajarekî xwe dibîne) ev demek dirêje nikare hukumetek li gor xwe bi rêve bibe. Du cara hewl da, lê ji ber ku alîyên Kurdî bi yek dengî tevgerîyan û helwest girtin, îran bi ser neket. Derket holê ku bê riza gelê Kurd, avakirina hukumeta Baxdayê gelek zehmet e! Îran naxwaze îrada gelê Kurd li Baxdayê desthilatdar be.
  2. Dewleta Emerîka hêzên xwe û çekên xwe yên giran ji gelek dever û bajarên İraqê vekişand. Emerîka qewetek berbiçav tevî çekên giran li herema Kurdistan bi cîh kir û di warê dîplomasîyê de mesajên nû da! Rayadarên Emerîkî hukumeta Kurdistanê weke mutefîkê xwe diyar kirin û yekser serdanên xwe ji bo Hewlerê kirin. Ev xal jî îran gelek êşand. Îran jî Tirkîye jî baş dizane ku xwedîyê setrencê û lîstîkvanê sereke Emerîka ye. Ji bo kontrola lîstîkê bigirin destê xwe, dixwazin weke 16 cotmehê bi alîkarîya hevalbendên ve avê şolî bikin!…
  3. Di îdare kirina pêvajoya şewba koronayê de, hukumeta Kurdistanê azmûnek serkeftî nîşan da. Tevî kêmasî û alozîyên aborî hukumeta Kurdistanê gavên erênî avêt û tedbîrên di cîh de girt. Ev rewşa hanê bala raya giştî kişand û Rêxistina Tenduristî ya Dunyayê (WHO) spasîya xwe pêşkêş kir û tedbîrên hukumeta Kurdistanê ji bo welatên din mînak nîşan da. Ev xal û wêneyê derket holê dewletên dagîrker û hevalbêndên wan tirsand. Dewletên giregir li hemberî vê qeyranê ketin nav tengasîyan, lê herema Kurdistan tevî hemû alozî û tunebûna îmkanan pevajoya qeyranê bi serkeftî da meşandin. Ev serkeftin rê li ber daxwazên xişk û bilind vedike.

Ew alîyên heta do digotin  ‘‘Kurd nikarin xwe îdare bikin‘‘(!) dîtinên wan pûç derket. Derket holê ku gelê Kurd di hemû deman de dikare wêneyên bawerîyê, wêneyên dewletbûnê, wêneyên rêvebirîyê pêşkêşî raya dunyê bike. Ev wêne dewleta Îranê û Tirkîyê gelek aciz kir. Ji ber van sedeman weke pêvajoya referandûmê  bi xetimîne, bi şirîkên xwe re dest bi hemleyên nû kirin.

Dijmînên gelê Kurd êrîş li êrîşan zêde kirin. Li herema Germîyan çeteyên DAÎŞ cardin êrîşî xelkê sîvîl û peşmergan kirin. Bi dehan birîndar û şehîd çê bûn.

Piştî ambargoya li ser îranê, bajarê Silêmanîyê û deverên  nêzîkê sînor ketin bin bandora Îranê. Ji bo biryarên ambargoyê bi cîh nebe, karê qaçaxî zêde kirin. Rojane bi sedan kes bê kontrol derbasî nav bajarên îranê dibin û vedigerin başûrê Kurdistanê. Loma nexweşîya korona li wan hereman zêdetir bûye.

Ji bo tenduristî û beravanîya hemwelatîyan, hukumeta Kurdistanê cîhên stratejîk dixwaze kontrol bike. Ew cîhên problem lê zêde ne, yek jê jî deverên Zînê Wertê ye.  Hukumeta Kurdistanê,  ji bo kontrolkirin û ewlekarîya deverê di bin fermandarîya wezareta pêşmerge de, hêzên ewlehîyê şand wan deveran.

Çûndin û hatina nav bajarên Îranê, dibû sedemên belavbûna nexweşîya koronayê. Hukumeta Kurdistanê, tedbîr û  çavdêrîyên xwe zêde kir. Ev helwest û tedbîrên hukumeta Kurdistanê, dewleta îranê gelek aciz kir. 

Hevserokê YNK ê  mesajên îranê girt û zûtirîn bertek nîşanda.

Lê belê Emerîka bi şêweyek lezgîn hişyarîyek vekirî da wan, YNK hêzên xwe paş ve kişand.

Piştî YNKê,  Duran Kalkanê Tirk derket ser dîkê û daxwaza şerê Kurdkujîyê kir. Heta niha, di hemû deman de şerên nav partî û rêxistinên Kurd derketîye, (li bakûr, li başûr, li rojhilat û rojevayê Kurdistanê) serkêşîya hemû êrîş û starta şer  bi destê Duran pêk hatîye. Îro dîsa li ser dîkê, li hemberî kamerayan serê xwe di hêjîne, dest û lingên wî diricifin. Dixwaze destkeftîyên gelê Kurd cardin di kûraya sîyeta xendekan de bifetisîne.  Nijdevan Dûran hêrs bûye û ûltîmatomên giran pêşkêşî raya giştî kir.

Li ser tora ragihandînê û di nav civatên sosyal medyayê de şerê dêrûnî destpê kir. Germayî û pêlên vî şerî dide xuya kirin ku ji bo dewleta Kurd ava nebe, Kurd li destkeftîyên xwe xwedî dernekevin girsayek mezin mobîlîze bûye!..

Xeterîya herî mezin  ewe ku, alîyên di nav YNK ê de daxwaza dewletbûna gelê Kurd dikin, li hemberî klîka îxanetkarên 16 cotmehê bê dengî û bê helwestbûyîna wan e!

Îxaneta li dijî gelê Kurd û şehîd Mustafa Selîm hat kirin, cardin nîşanda ku av radizê, lê dijmîn ranazê.

YNK heta ku di nav lepên îranê û di bin serokatîya îxanetkaran de be, tu car nikare bibe hêzek sîyasî û avakir.

Pêwîst e Kurdistanîyên di nav YNK de  bertekê kurdewarî nîşan bidin û rê nedin cardin îxanetkar hespên xwe li ber mala wan de bilezînin.

Di vê pêvajoyê de, sekna hemû Kurdistanîyan, hemû partî û rêxistinan, dîaspora û kesên xwedî ûjdan, li dijî van lîstokên dagîrkeran helwest bigire û seknek Kurdistanî nîşan bide.

Sekna hukumeta Kurdistanê ku li Baxdayê di avakirina hukumeta İraqê de, di pêvajoya birêvebirina koronayê de bala Tirkî û Îranê kişand, bi lez nerazîbûna xwe diyar kirin. Daxwaz ji hêz û hevalbêndên xwe kirin ku  rê li ber hukumetê bigirin û di nav alozîyên nû de bifetisînin. Xulam û çahşên 16 cotmehê cardin derketin ser dîkê û bi hevrêyên xwe yên Kemalîst re dixwazin başûrê Kurdistanê di navbera îran û Tirkîyê de parve bikin. Xuyaye ji bo desthilatdarîya gelê Kurd binpê bikin, di bin fermandarîya Tirkmenbaşi nijdevan Dûran de, biryara hilweşandin û fetih kirina başûr hatiye dayîn!..

Gelê Kurd ji mêj ve, li dijî dagîrkerî  û êrîşên hovane şerê beravanîyê, şerê xwe parastinê dike. Di heman deman de, dewletên dagîrker li dijî gelê Kurd bihevra tevgerîyane û ji xwe re sîxûr û hevalbend peyda kirine.

Di destpêka hemû hewldan, berxwedan û serhildanan de, komikên cahş, xwefiroş û kurmên cûre cûre li ser axa Kurdistanê cirît lîstine. Hinek jê weke dûpişkan, hinek jê weke maran, lê hinek jê jî weke keftaran li pêşîya dagîrkeran bûne segên seydê.

Ji bo gelê Kurd bi sernekeve, nebe server û desthilatdarê axa xwe, dagîrker û bereya îxanetkaran li pey kemîn û êrîşên nû digerin. Dixwazin cardin tevgera rizgarîxwaz ya netewa Kurdistan, bi xencerên jahrî rê li ber şikestin û têkçûnên nû vekin. Dixwazin trajedîyên dîrokî dubare bikin. Em dibînin ku îro jî, nebî û çêlikên wan cahşan, bi jahr û tolhildana bapîrên xwe li dijî serwerîya gelê Kurdistanê tevdigerin.

Ez bawerim dîyaspora Kurdistanî, welatparêzên hemû beşên Kurdistanê û bi taybetî jî, gelê Başûrê Kurdistanê  ku di referandûmê de %93 gotibû BELÊ wê rê nedin paleyên xirabî û hilweşandinê. Ew enerjî û potansîyela welatparêz wê nehêlin cahş bi ser bikevin!

Tevî hemû rexne, gilî û gazinanên li hemberî hukumeta Kurdistanê, divê em li destkeftîyên hene xwedî derkevin û biparêzin. Ev helwestek netewî, erkek welatparêzîyê ye.

Ev helwest û parastin ne ji bo partî û rêxistinan e! Ev helwest û beravanî, ji bo berjewendîyên netewî û giştî ne!  22.04.2020 Amed – Cano Amedî

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir