Otobûsa Mêrdînê li Mêrsînê wergeriya: 9 mirî û 30 birîndar

Li navçeya Aydincikê ya Mêrsînê, otobûsa ku ji Marmarîsê diçû Mêrdînê wergeriya.

Di encamê de 9 kesan canê xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.

Otobûsa şîrketa Dilmenler Mêrdînê ya ku ji Marmarîsê diçû Mêrdînê li nêzîkî Tunela Sariyarê ya Yenikaşê wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD, îtfaiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê testbît kir ku di qezayê de 9 kesan canê xwe ji dest daye û 30 kesên din jî birîndar bûne.

Di qezayê de ji 9 kesên jîyana xwe ji dest dan, nasnameya 6 kesan dîyar bû. Ji vana ajokar Huseyin Tayşun, rêwî Ahmet Bukaç, Huzan Sunez, Muhammed Akbaba, Mehmet Emin Anaeli, Seyhmus Oget hat xuyakirin. Nasnameya 2 zarok û jinekê ne dîyar e. 

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambûlansan veguhastin nexweşxaneyên derdorê.

Parêzgarê Mêrsînê Alî Hamza Pehlîvan jî diyar kir ku qeza li ser rêya Mêrsîn-Antalyayê bi qasî 170 kîlometreyî dûrî navenda bajêr, saet 01: 15an çêbûye.

Alî Hamza Pehlîvan got:

“Otobusa ku 40 rêwî û 3 personel tê de bûn, ber bi Mêrsînê diçû, di derketina Tunela Sariyarê de ji kontrola şofêr derket û wergeriya.

Di qezayê de 9 welatiyên me jiyana xwe ji dest da û 30 welatiyên me jî birîndar bûn. Welatiyên me yên birîndar rakirin nexweşxaneyên li navçe û navenda bajarê me.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *