Îro biryarên rijêma Baas ji bo dagirkirina erd û milkên welatiyan tên hilweşandin

Civata Nûnerên Îraqê îro ji bo xwandin û dengdana li ser çend pirojeqanûnan dicive, yek ji wan edilandina pirojeqanûna dirêjkirina dema karkirinê ya Encûmena Komisyaran ji bo şeş mehan e, yek jî hilweşandina biryarên serdema rijêma Baas ji bo vegerandina mafê milkdariya mal û milkên dagirkirî ye.

Li dû karnameya civîna hejmar 26 a werzê yekê yê sala sêyê ya qanûndananê, îro (Çarşem, 22.05.2024) Civata Nûnerên Îraqê biryar e seet 01:00 ê piştî nîvro bicive.

Li dû xişteyê civîna îro, deng li ser pêşniyara edilandina duyê ya qanûna Komisyona Hilbijartinan tê dan, bi vî awayî dema karkirinê ya Encûmena Komisyaran ji bo şeş mehên din tê dirêjkirin.

Xaleke din a wê rûniştinê jî girêdayî pirojeqanûna vegerandina xwedîtiya milkî ji bo xwediyên wan e. Ev biryar pêştir ji aliyê Encûmena Serkirdetiya Rijêma Baas ve hatiye dan; bi pejirandina vê qanûnê, tê çaverêkirin ku arêşeya milkdariyê ya cotyarên Kurd li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê li sinorê parêzgeha Kerkûkê bidawî bê.

Di eynî demê de xwandina yekê ji bo pêşniyara qanûna edilandinê ya qanûna edilandinê ya Desteya Heşda Şebî û pirojeqanûna edilandinê ya yekê ya qanûna Dezgeha Şehîdan û xwandina duyê jî ji bo pirojeqanûna Dezgeha Hewalgiriya Niştîmanî tê kirin.

K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *