Êdî Ne Bes e?

Di van demên nêzîk de li Bakurê Kurdîstanê, di hinek bajar û navçeyan de, kampanya ku “em bi zimanê dayîka xwe perwerdeyîyê dixwazin” bi girsayî hat li darxistin. Di Serî de gelek kes bi wan çalakîyan kefxweş bûn. Lewra ev hewildan bi reng û awazên kurdî bûn. Lê belê pişt re hat dîtin ku, ew meş û daxwazên kurdî, di bin sîya zimanê Tirkî û bi mejîyekî sîwana jonturkan û cewrikên Misto Kemal de hat gemarîkirin. Gelek kes ji wê rewşê aciz bûn. Li gelek deveran ew kesên ku beşdarî meşan dibûn piranîya slogan û daxwazên xwe bi zimanê dagirkeran danîn zimên. Ew kêmasî û şaşî di axaftin û pankartên nivîskî de jî xwe eşkera dikirin.

Pir eşkera xuyabû ku ji beşdaran hinek jê, ji derûdora xwe dipirsîyan û digotin: “heval ev mîting ji bo çiye?” Piranîya slogan û axaftinan jî bi tirkî bû. Ew jî dida xuyakirin ku haya hinekan jê tunebû. An jî wateya kampanya û mîtîngê baş nehatibû famkirin!

Bêguman gava ku mirov rastî helwestên di cîh dene dibe, gelek kêfxweş dibe. Mirov dixwaze helwestên neteweyî her tim bi girsayî û rixekî kurdewarî pêşbikeve. Mirov ji dil û can dixwaze dilopên avê zêde bike, da ku lehî rabe û dîwar û bendên dagirkeran hilweşîne.

Lê çi heyfe ku biryara kampanyeya zimanê kurdî dîsa ji alîyê kesên ku bi kurdî nizanîbûn hat dayîn. Yek ji wan jê wekî walîyê kolonyalî di nivîsa xwe de bi tirkî digot: “Kürtler, dilleri için sokaklara dökülmelidirler” (divê kurd ji bo zimanê xwe dakevin kolanan) Wî kesî û hevalên xwe bi deh hezaran xort û keçên kurd fêrî zimanê tirkî kirin. Zimanê tirkî li Bakûr têr nedikir, xort û keçên li Başûr û Rojhilat û Rojava jî birin û wan fêrî zimanê tirkî kirin.

Ev paradoks ne îro dest pêkirîye, nexweşîyeka giran, xencerek qewd bi xwîn e. Ev kesên li ser serê kurdan wek walîyên kolonî jiyana xwe didomînin her tim xencera qewd bi xwîn ji destê xwe danaynin. Bi salan e ew kesên doza kurdewarî, zimanê kurdî dikirin ji alîyê walîyên kolonî ve “neteweperestên hov” (ilkel mlliyetçiler) dihatin sucdar kirin.

Ji bo wateya pêvajoyê baş bêxuyakirin divê daxwaz û armancên mirov bi hev re girêdayî be! Bi zimanê dagirkeran û serdestan mirov nikare bi coşekî kurdewarî bimeşe. Lewra em hemû dizanin ku, ew zimanê dagirker û xwînmijan hebûn û hêvîyên xwe bi mirina zimanê kurdî ve girêdaye. Divê em alîkarîya serdestan nekin û bi helwestên pûç nebin lîstîkvanên wan. Gava ku em karên xwe yên siyasî, sosyal û rêxistînî bi zimanê serdestan bidin meşandin wê gavê em hebûn û armancên xwe bi daxwazên kujerên xwe ve girêdidin.

Pêvajoya ku di bin navê “ÊDÎ BESE” tên meşandin ev demek direje didome. Ev kampanya bi naverokên cuda û daxwazên bêwate ve xwe nîşan dide. Ger ev kampanya bi rengekî kurdewarî û daxwazên Kurdîstanî bihata meşandin wê encameka zelal bigirta. Lê gava ev kampanya bi poz û qirikan ve bê girêdan, tu caran encam jê naye girtin.

Tiştekî balkêş jî ew e, em dibînin ku ev kampanyeya û medyaya kurda di bin bandora çepgirên tirkan de mane û rê nadin daxwazên kurdî bêne ziman. Kurdên ku xwe azad nîşan didin, di bin destên kemalist û çepgirên nasyonalist de bûne dîl. Bi rastî tu car awazên kurdewarî dibin sîya sîwanên dagirkeran û zarokên wan de nikare bimeşe! Awazên kurdewarî ancax di bin sîya sîwanên kurdî û kurdîstanî de pêk tên.

Jîyan û dîrok her tim daye nîşandin ku tu car hêzên serdest berjewendîyên bindestan ne parastine û naparez in jî. Piştî van rastîyana MA ÊDÎ NE BESE?

Emê heta kudere serê xwe li ber dagirkeran xwar bikin? Çima em ji bo Enîyeke Kurdî, ji bo sîwanên kurdî hewil nadin?

Çima em li hemberî birayên xwe neyartîyê û li hemberî dijmînê xwe jî têkilîyên dostanî bi kar tînin?

Ma ev paradoks wê heta kengî ji holê rabe? Ez nizanim ji bo çi ye ku, ANKARA, ŞAM Û TEHRAN bo hinek kurdan her tim şêrîn e, lê çima HEWLER tirş e?

Gelo ji bo çiye?

23 Jan 2009

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir