Ji Seroka Piştgirên PAK-Ewropa Seval Mert ve Nameya Vekirî bo Serokên Yekîtîya Ewropa re

Serok̻ Konseya Ewrop̨ РCharles Michel


Seroka Komisyona Ewrop̨ РUrsula von der Leyen

Serokên Rêzdar!

Em dizanin ku hûn pir mijûl in lê ji we tîka dikin ku hûn çend xulekan ji dema xweya hêja bidine me da ku bi me re li ser pirsgirêkeke girîng rawestin û rê bidin me ku em we bidin zanîn ka bi rastî li Tirkîyeyê çi diqewime!

Îro li Tirkîyeyê bi navê ‘’Sistema Serokatîyê’’, sîstemeke totalîter ya takekesî li ser desthilatê ye. Îro bi vê desthilatdarîya Birêz Recep Tayîp Erdoğan, parlametoya ku ji berê jî ne zêde fonksîyonel bû, bi tevayî bê fonksîyon maye. Qedera 83 mîlyon mirovan ketîye ber însafa du gotinên Recep Tayîp Erdoğan û hêzên totalîter yên ku li pê re ne.

Serokên Rêzdar!

Heroj em ji Tirkiyeyê raporan teze digirin ku mîrov çawa li parlamenter, karmend û serokên şaredarîyê û meclîsên herêmî yên Kurd ên hilbijartî ji karên xwe bi darê zorê tên bi dûrxistin. Mafên wan ên siyasî ji holê radikin, wan ji karên wan bi temamî dûrdixin û li şûna wan rêveberên nehilbijartî yên alîgirên hikûmetê bi cîh dikin. Ev li Tirkiyê demek dirêj e berdewam dike. Bi vê yekê, ew dixwazin li Tirkiyê çavên her cure muxalefetê bitirsînin û pirsgirêka Kurd çareser nekin.

Pergala hiqûqî û rêveberiya dewletê bi tevahî hatîyê polîtîze kirin. Kesên ku medyaya civakî ya ku ji hêla serokomar ve nayê pejirandin, bikartînin, têne çewisandin. Li gorî rapora Koma Krîzê ya Navneteweyî, di dema rejîma serokatiyê de çend hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropa û herweha Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî, şîdeta li Tirkiyê, nemaze li dijî Kurdan, rexne kirin û bang kirin ku tawanên binpêkirina mafên mirovan bikolin.

Ji meha temûza 2015an heta îro, gelek siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, rojnameger, parlamenter, serokên şaredarîyan hatine zîndankirin, di derbarê bi hezaran kesan de lêpirsîn ô doz hatine vekirin.

Dewleta Tirkîyeyê gelek caran biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tune dihesîbîne. Herî dawî jî Dewleta Tirkîyeyê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya di derbarê Selahattin DemirtaÅŸ de red kirîye. Bi vê helwestê jî peymanên navnetewî yên ku îmze kirîye binpê dike. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropî hewce dît ku li ser Tirkiye ferz bike ku tavilê tedbîrên pêwîst bigire û DemirtaÅŸ serbest berde. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa biryar da ku Tirkiye, bi kiryarên xwe, “Pirdengî û pir rengîya dixeniqîne û ramana siyasî ya azad bi sînor dike”. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropî hewce dît ku li ser Tirkiye ferz bike ku tavilê tedbîrên pêwîst bigire û DemirtaÅŸ serbest berde.

Azadiya çapemenî û ramanî hîmên bingehîn ên demokrasiyê ne. Guhertinên negatîf û yên neqebûlbar li Tirkiyê bi salan e berdewam dike lê niha di her warî de xuya dike ku ev prosesa negatîf zûtir cî digre. Di dema krîza coronayê de, medyaya hevalbendîya rejîmê dike, bi êrîşên xwe yên li ser pirtikên demokrasîyetê û azadiya çapemenî, ne tenê li Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê, li derveyî Tirkîyeyê jî muxalîfeta li hember xwe hedef girt.

Dadgeha Qanûna Esasî doza girtinê di derbarê partîyên sîyasî yên legal ên Kurd dike ku tenê ji bo, di navê partiya wan de peyva “Kurd” an “Kurdistan” heye, vekirîye. Van partîyan di civatê de sembola pirrrengî, hevgirtin û xweÅŸbîniyê ne. Yek ji van partiyan Partiya Azadiya Kurdistanê, ango PAK e, ku heta nuha çalakiyên sivîl, demokratîk, sîyasî û meÅŸrû meÅŸandiye.Lê nuha Dadgeha Qanûna Esasî doza girtinê di derbarê PAKê û 3 partîyên din de vekirîye.

Serokên Rêzdar!

Dewleta Tirkîyeyê îro pir bi aşkereyî ne bes li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê, li her derê cîhanê sîyaseteka li ser dijayetîya Kurdan hatîye ava kirin, dimeşîne.

Êrîşa Tirkiyeyê ya li Rojavayê Kurdistanê û li bakurê Sûriyeyê li dijî sivîl, zarok, jin û pîran, zagonên navneteweyî binpê dikin û dibe sedemên gelek kuştinên sivîl. Li Rojavayê Kurdistanê hêzên leşkerî yên bi Tirkîye ve girêdayîne, her roj Kurdan direvînin, dikujin, dest datînin ser mal û milkên gelê Efrînê, Serê Kanîyê û Girê Sipîyê. Kurd ji cîh û warên xwe tên qewirandin, dewlemendiyên herêmê tên talan kirin û dizîn. Demografîya van herêman di aleyhê kurdan de tê guhertin.

Êrîşên dubare yên Tirkiyê yên li dijî kurdên Başûrê Kurdistanê rûdidin, bi çekên ku ji welatên Yekîtiya Ewropî hatine kirîn ku di nav wan de Almanya jî heye, pêk tê. Ev kirin ne ya qebûlkirinê ye.

Desthilatdarîya Dewleta Tirkîyeyê him li hundir û him jî li derve êrîş û operasyonên xwe yên leşkerî dom dike. Ji bo ku xwe li ser kar bihêlin, van êrîşan ji xwe re dikin mertal û hewl didin ku hêzên demokratîk, nivîskar, partiyên siyasî, muxalefeta heyî û tevahiya cîhana azad bitirsînin da ku xwe li dûrî rûdanên diqewimin, bimînin.

Em, sempatîzan û komên piÅŸtgiriya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Ewropa, piÅŸtgiriyê didin hemû peymanên navneteweyî. Divê Dewleta Tirkîyeyê û Serok Komar Erdogan serweriya qanûnê, bêyî ku bêje “Lê Belê” qebûl bike, nemaze di derheqa qebûlkirin û dayîna mafê Kurdan de. Em piÅŸtgirî didin daxuyaniya Dadgeha Ewropayê ya li gora daxwazên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ku ji hemû girtiyên siyasî re tavilê berdanê, doz dike.

Serokên Rêzdar!

Kiryarên Dewleta Tirkîyeyê û yên Serok Komar Erdogan nayê qebûl kirinê û ev li dijî demokrasî û hemû peymanan e.

Em ji we, wekî Serokê YE / Konseya Yekîtiya Ewropî, tika dikin ku hun tundî li dijî kiryarên Dewleta Tirkîyeyê û yên Serok Komar Erdogan ên li Tirkiye û li warê din, yê ku şer û nakokiyan teşwîq dike, derkevin û bikevin tevgerê;

  • Divê Dewleta Tirkîyeyê dest ji ÅŸerî berde û ji bo çareserîyeke sîyasî bi hemû partîyên Kurdan re bikeve nav dîyalogê.
  • Divê hemû qedexeyên li ber azadîya çapamenîyê, ramanî û xebata rêxistinî bê rakirin.
  • Divê dozên girtinê yên di derbarê partîyên ku bi navê ‘’Kurdistanê’’ hatine damezrandin, bêne betal kirin.
  • Divê Dewleta Tirkîyeyê di Qanûna Bingehîn û hemû yasayên xwe de hebûna miletê Kurd qebûl bike û divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe zimanê fermî.
  • Dev ji firotina çekan ji Tirkiyê re rawestînin û tafilê ambargoya çekan darxin!
  • Divê Dewleta Tirkîyeyê û Serokkomar Recep Tayip ErdoÄŸan, rêzê li îradeya hilbijêran bigre û hemû ÅŸaredarên ku di hilbijartinê de hatine hilbijartin, vegerin ser ÅŸaredarîyên xwe.
  • Divê Dewleta Tirkîyeyê Peymana Otonomoya Rêveberîyên Herêmî yên Ewropayê û Peymana Mafê Zarokan bi giÅŸtî bicîh bîne.
  • Daxwaz dikin ku Tirkiye li gor biryara AHIMê tevbigere û tafilê hemû girtiyên siyasî, nivîskar û rewÅŸenbîrên di hefsê de ne, serbest berde!

Birêzdarî

Seval Mert

Serok̻ PAK РEWROPA
Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropayê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *