Germîya Ruhaye û Tûjîtîya Îsotan

Di van salên dawî de, li Ruhayê zêdetir guhertinên balkêþ destpêkirîye. Ji alîye abori û civakî ve Ruha qalikê xwe yê dijwar hêdî hêdî diqelêþ e. Lê belê dijî van guhertinan dewlet û civat reaksiyonekî mezin nîþan didin. Dewlet her tim taybetîyekî mezin daye Ruha yê. Lewra Ruha ji bo dagirkeran her tim qerakola sînor e! Çav û guhê dewletê ye. Li Kurdîstanê ba ji kîjan alî bê, berê li Ruhayê tê bihîstin. Ji ber vê yekê kesên niþtimanperwer her tim dibejin “ bawerîya xwe zêde bi îsotçîyan neyne, ew dikarin ji bo gepek nan û isotekê bavê xwe bifiroþin.” Navça bajar dibin bandora “îsotçî” û yên eslê xwe inkarkirin de maye. Lê belê di wan salên dawi de, wek em hemû dizanin li hemû derên Kurdistan bi hezaran kes ji ber zulma dagirkeran koçkirin in. Li Ruhayê jî, gelek kes û malbat ji bajarok, ji gundan rewîyan hatin navça bajêr. Lê belê ev kesên ji cîh warê xwe koçkirin in, xwestin jîyana xwe a hezar salan jî bi xwe re bînin. Lê rastîya jîyanê destûr neda wan. Ji ber vê yekê li der û dora bajêr gundên xwe avakirin. Pezên xwe, dewarên xwe û tendûrên xwe jî bi xwe re anîn. Dewletê ji bo pirsgirekên wan çareser bike(!) berîya her tiþtî qerekol avakir, polis û cenderme þîyand ji wan re. Di navbera wan û bajarîyan de sînorên nû danî. Rê çekirin ji bo karibin zû êrîþ bikin. Ev rê bûn sînor di nav wan û bajarîyan de. Êdî ew him bajarî bûn him jî gundî bûn! Tevlîhevbûna wan bi xwe re jîyanek taybet derxist holê. Berîya her tiþtî zimanê wan tevlîhev bû. Dê û Zarokan zimanê cûda bikar anîn. Lê çi ecebe ji hev jî fêm dikin. Ev guhertin bi xwe re nakokî û guhertinên kewneþopî jî anî. Dewleta dagirker gihîþtibû armanca xwe. Lewra hêdî hêdî dayîkan jî dest bi zimanê dagirkeran kiribûn. Êdî li ber Televizyonê bi saetan bi Tirkî dikenîyan û digirîyan. Derd û pirsgirekên xwe ji bîr kiribûn. Êdî li kolanan, li sûkê, li malan zimanê serdest, zordar û dijwar bûbû yekemîn.

Jiyan, êdi bi îsotê dest pê dikir. Gava ku mirov di nav sûkê de dimeþe dengên “Xelê ye îsot getir.” an ji “Babêye îsot ver.” Dibihîze. (Ji Xelê re –Babê re îsot bîn e) Li Ruhaye problema îsotan gelek girîng e. Lewra li gor dîroka fermî jî “azadbûna” Ruha ye bi saya îsotan bi serketîye(!) Lê belê rastîya jiyanê ne wek tê gotin e. Ew kesên ku îro li kolanan de bê kar û bê mafin ew in xwedîye rastîye. Bav û kalên wan bûn li deþta Herranê, Li Elîgorê, li deþta Sirûc ê li hemberê Fransizan û îsotçîyan…

Di van salên dawîyê de, li Ruha ye havîn di bin germîyek dijwar de derbas dibe. Tûjitîya îsotan, germîya rojê, nifirên Pexemberan, awazên masîyên her tim birçî û kesên eslê xwe înkar dikin ne besbûn, niha jî erd hejandin û babîlostekan dest pêkiriye. Ji xencî wan lotikên Ereban Ruha û bajarên derûdorê di bin toz û dûmanê de dihêle. Bi kêmasî salê çend çaran tofana ku li welatê Ereban çêdibe ji alîye tendusrîstiye de problemên mezin çêdike.

Belê ez niha di bin van þert û þûrtan de vê nivîsê bo netewe yê dinivîsîn im. Germê zor daye min û di kûraya hêvi û xeyalan de li hemberî Televîzyonê rûniþtime gohdarî nûçên ser KERKÛK Û XANEKÎN ê dikim. Tîrêjên xemgînîyê dilê min di perîtîne. Difikirim, diqîrim û bang dikim: dagirkeran welatê me perçe kirine; Lê çi heyfe ku me jî zimanê xwe û mezîyê xwe perçe kirîye. Dil yeke, Ziman yeke, welat yeke.

23 Jan 2009

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir