Di Derheqê Rojevê De

Îro, hinek kesên bêfedî û dûrî rastîyan hene ku tu karekî neyînî nakin. Bi sev û roj derewan dikin, vî kara ji xwe re kirine kar. Karê van kesan, her tim tistên tehl û tirs devlîhev dikin û bi wan jiyana xwe didomînin. Daxwaza wan ew e ku gelên biyanî û gelên xwe bi xapînin û kevirê asê pûç, bi ava derewîn bigerînin. Lê jiyan rê nade wan û av her tim di cîhê xwe de diherike. Ji demek direj û vir de ye ku hêzên xwînmij, li hemberî firehbûna qada têkosînê, dixwazin zincîra derwên xwe jî dirêj bikin. Lê zincîra wan zincîrekî pûç e, dirêj nabe û her tim qut dibe. Niha rabûne dibêjin ku “Li Tirkîyê, di nav Kurd û Tirkan de tu ferq tune ye; li vî welatî kî dixwaze bibe çi, dibe. Heta îro kesî pêsîya tu kesî negirtîye. îro, di hemû dezgehên komarê de kurd jî cîh digirin. Hinek jê bûne serokwezîr, general û hwd…” Gava ku mirov ji pêsî de li van dîtanan, li van gotinan dinihêre, wekî ev gotin “rast”bin tên gohê mirov, lê gava mirov bi kûrayî li ser vê mijarê biponije û lê binihêre rastî ne wilo ye, mirov dibîne! Ev kesên, van dîtinên pûç û derewîn diparêzin, daxwaza wan daxwazekî xapînok û genî ye. Ev bi hezar salan e ku bi van dîtinên pûç gelê me û gelên din di xapînin. Ne pêwîst e ku em ji nû ve “Emrîka kesf bikin”. Gava ku, herkes li rewsa xwe ya îro binêre, wê bersîva pirsa xwe jî bibîne. Lê belê, hinek kor û ehmaq tu carî naxwazin rastîyê bibînin. Wekî pelçimokan, her tim ji ronahîyê ditirsin û jiyana xwe di sikeftên tarî de didomînin. De ka bibêjin, îro her dû gel di hemû qadên jiyanê de wekîhevin; îro li hemberê zagonan herkes xwedîyê dad û mafên gelemperîne an na; tu kes bi dilekî fireh dikare bibêje, îro di rêvebirîya dewletê de, di cîh girtina sazûman û dezgahan de, di berpirsîyar girtinê de, bi kurtayî bibêji, bi her awayî têkilî û maf li gor wekhevî hatîye damizrandin an na? Rast e, kesên ku nasnama xwe, eslê xwe înkar dikin û dibêjin “em Tirkê kurê Tirkan e”, dibin xwedî kar û her tim derî li wan vekîrîne. Lê kesên ku dibêjin naxêr, em kurd in û wekî gelên din, em dixwazin bibin xwedîyê mafên xwe. Di pêşerojê de, girtin, kustin û tawanbarîya îxanetê li benda wan e! Li gor dewleta Tirk wekhevî, encax li hemberê mirinê mumkun e! Pirsa rastî mirina gelê kurd pirî caran li hemberê mirinê jî, ne wekhevî ye… Lewra bi hezaran xort û keçên me li nav newal û ser latan; li çîya û destan bêwar û bêgorin! Ev rewsa hanê bixwe dide xuya kirin ku karbidestên Tirk dixwazin me bi çîrokên pûç bixapînin. Lê nizanin ku roj bi herîyê nayê vesartin. Ger vesartina rojê, ewqas hêsan bûya, wê kevneperestan dema tarî û hovîtîyê, her tim bi ser bixistina..
Gotinên metîngehan û kûçikên wan her tim wekî gûzên pûçin, rastîya jiyanê her tim li dijî wan dimese. Gava ku her tist wek gotinên wan bimesîya, wê çaxê ewqas bûyerên dîrokî û serên çînî-netewî çima çê bûne? Çima domdikin? Gotin, kiryar û derewên zordaran hatiye konaxekê (pêlûkekî) wusa, çiqas tistên nebas, karên qirêj, tehdayî û zilim heye îro li ser serê gelê kurd tê ceribandin. Hemû tist jî ji bo xatirê biratîyê, ji bo xatirê wekhevîyê tên kirin! Paradoksa hêzên me, pêstevanên me; em her tim di teorîyê de pêwîstîya yekîtîyê, gesbûna berjewendîyên netewî û civakî li pês digirin. Lê di pratîkê de em dijî wan gotin û dîtînan dimesin. Ji bo yekîtî çênebe, çi ji destê me tê, em dikin û bi cîh tînin. Em dîtîn û berjewendîyên xwe (yên sexsî û rêxistinî), bi darê zorê didin qebûl kirin. Em li dijî rexnan pir teng in. Gava hinek rabin me rexne bikin em dixwazin serê wan bipelçikînin… Tu car nayê bîra me, ka ev rexnê hanê, di cîh de ne, an na? Kêmasî û çewtîyên me çê bûne an na, em naxwazin li ser biponijin! Li dijî wan rexnan em dest davên çekên tawanbarîyê û xwedîyê rexnan tawanbar dikin! Li gor van dîtinan “gava ku kesên me rexne dikin, li dijî me ne. Ew nebas in, çewt in û neyarên me ne!” Dawîya van dîtinan, weke ku em hemû dizanin xwekujî, birakujî û şerê navxwe ye. Pistre, em radibin dibêjin “êdî bese birakujî, xwekujî û şerê navxwe!” Li gor dîtina min ev dîtin û awirên hanê ne rast in û ne ji dilin. Ji xeynî vê dîtinê, li dijî van gesbûnîyan bêdengî û lalbûna me alîkarîyeke mezin dike. Ji ber vê yekê, ez dibêjim heta ku em bi van dîtinan bi mesin û biparêzin wê rewsa me weha be û her tim serê xwekujîyê wê dom bike. Lewra, ji bo vê mijarê, di jiyana me û dîroka me ya dûr û nêzîk de gellek mînakên balkês hene!
Komara kontrgerîla, bi hemû hêzên xwe yên nijadperest û kevneperest, li dijî jiyanê, li dijî mirovahîyê, li dijî asît û wekhevîyê, bi kulîlkên azadîyê re ser dikin. Ji ber van egeran, gelê kurd îro ji bo rizgarîya mirovahîyê, ji bo jiyaneke azad û serbixwe, ji bo nîrxên mirovahîyê têdikose.
Gava ku asoyên mirov teng be, ber xwe nabîne û xwe di navenda dinyayê de bihesibîne, her tim serê wî kesî ji nexwesîyan xilas nabe. Mirovên nezan, asoyên wan tenge û her tim xulamên diz û zordarane. Çavên wan, hertim li sergoyê axan û began e. Kî dewlemend be, ew kolê wan in. Daxwaz û armancên wan, herdem wekî biharên derewîn in. Ev camêrên hanê, car caran mîna teyrokan dibarin -xwe nîsan didin-, lê bandûra wan zû derbas dibe. îro em dinihêrin di kolanan de, kî dimese, “bê deng nemîne, tu bêdeng bimîne, wê dor were ser te jî”. Lê em tovê van dîtin û dengan di pratîkê de, di kolan û sûkan de, li qada ser tistekî nabinin. Ji ber vê yekê, îro çi tê serê me, em bi destê xwe tînin serê xwe. Tu car em na fikirin ku tistên îro tên serê birê me, wê sibê bê serê me jî.
Gava ku mirov dest bi karekî dike, divê dawîya wî karî bas pê bîne. Lê tistên di xeyalan de tên fikrandin, di pratîka jiyanê de pirî caran xuya nabe. Di rêxistinîya jiyanê de, pirî caran em hemû dibêjin “îro na sibê; sibê nebe du sibê”. Lê, bi vî awayî em tu xebatekê nakin, tu karekî nabin dawiyê an bi cîh naynin. Divê serê sivekî hisk, di destê yekî de be ku em, her tim ji bo kar û vatênîyên xwe amadebin. Dibe ku wê gavê, em’ê karibin dest ji tiralî û peyvên vala berdin. Wê gavê, em’ê jî wekî mirovên jîr jêhatîbin. Lê gava em bibêjin, tiralî û gotinên vala karê me ye, wê gava wekî tiralên bin darên xurman, em’ê li ser pistê dirêj bibin û li benda ketina sêva ser gulîyê darê bin. “Nemir e pîrê bihar tê.”
Niha hûnê bibêjin ku, tu çima weha dipeyive? Lê gava ku mirov li Kurdistana basûr binêre, wê çaxê ev peyv, ev nivîs vala nayê gotin û nayê nivîsandin! Welatê me îro, seranser di bin paletên dagirkeran de, dinale. Roj û sev bi xwîn, bi girîn û bi tirsa windakirinê derbas dibe. Lê ronahîya li çîyan û destan, hawirdora xwe rohnî dike, bi xwe re hêvîya jiyaneke nû belav dike. Mizgînîya vê jiyanê jî, avdana dara azadî û serxwebûnê ye. Cano Amedî08-02-2005

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *