Divê em dersên girîng ji komkujîya Halepçe derxin..

Ji bo ku dewleta Iraq rê li ber tevgera Kurd bigire û wê ji holê rake, bi daxwaza dewleta Tirk, bi alîkarî û hevgirtina dewleta Misir û Cezayir, di 6 Adar 1975 an de li Cezayirê peymanek îmze kirin: li gorî vê peymanê dewleta Iraq, li ser sînorê di navbêna herdu dewletan de hinek erdê ku Îran li ser wê xwe xwedîyê maf didît, ji mecbûrî da Îranê. Lê piştî wergerandina Şah ya ji alî desthilata Îslamî, Iraq tevlîhevîya li Îran ji xwe re wek firsendekê dît û giravên Fao û erda ku dabû Îranê, ji nû de dagîr kir; loma li ser vêna şerê Iraq û Îran yê di nav 1979-1988 de destpêkir.     

Dewletên dagîrker, di her şerî de, hertim xebitîne ku Kurdan di bereyê pêşî de bidin şerkirin û kuştin. Di şerê navbêna Iraq û Îran de, herdu dewletan jî xwestin pêşî Kurdan bidin Kuştin; lêbelê vê carê, heta ku gengaz bû Kurdan xwe ji bo mêtinkaran nedan kuştin. Berevacî vêna, tekoşîna netewî bilind kirin û herêmên ku di bin dagîrîya mêtinkaran de bû, rizgar dikirin. Heta gelek Kurdên leşkerên wan bû, ji artêşa mêtikaran direviyan cem pêşmergeyan, deverên ji dagîrîyê rizgarkirî. Vêna jî Sadam xist hundir zor û tirsek din; loma Sadam bi Îranê re li hev hat û têkçûna xwe pejirand. 

Lê Sadam, helwesta Kurda ya di dema şerê xwe û Îran de, li hember xwe, mîna îxanet û “kafirîyekê” îlan kir û ne tenê tevgera Kurd, li hember hemû gelê Kurd tevgera “ENFAL” ya leşkerî li dar xist. Halebçe tenê bûyerek vê tevgerê bû. Armanca vê tevgerê, ne tenê tunekirina tevgera Kurd ya netewî û leşkerî bû, tunekirina netewa Kurd bi tevayî bû. Di vê tevgera tunekirinê de, dewleta Iraq 182 hezar Kurd kuşt. 

Wê demê bi dehhezaran ji gel û pêşmergeyan mirov revîyan Kurdistana Bakur û ya Rojhilat. Wê demê beşek ji pêşmergeyan xwe avêtibûn Bakurê Kurdistanê ku ji alî artêşa tirk hatibû berbendkirin û wan radestî dewleta Iraq kirin. Dewleta Iraq ew tev kuştin. 

Zedetirî 5 hezar gund hatin şewitandin. Artêşa Iraq, mirovên Kurd digirt, dibirin çolên sahrayê yên qûmê, bi dozeran çal vedidan û bir bi bir mirovên Kurd bi saxî dixistin çalan û dîsa bi dozeran qûm davêtin ser wan. Beşek ji kuştiyên Kurd li Kurdistanê jî binçal kirin; ji wergerandina rejima Sadam de û heta niha, hîna dawîya dîtina goristanên komkujîyê yên li Kurdistanê nehatiye!!! 

Di qirkirina Kurdan de para Amerîka, Rûsya û çend dewletên Ewropa hey e û bi taybetî para mezin ya çar dewletên dagîrkerên Kurdistanê ye.  

Kurdên ku çûn parçeyên Kurdistanê yên din, ji alî dewletên dagîrker mûamela hêsîran dîtin. Bi taybetî, ji alî dewleta tirk (di welatê xwe û nav gelê xwe de), dora wan bi têldirkan hat pêçan û leşkeran nobet digirtin ku nikarîbûn bi gelê xwe re jî danûstendinekê bikirana. 

Dewletên cîhanê, ji qirkirina Kurdan, tevgera “Enfal” û di 16 û 17 adarê 1988 an de, bikaranîna bombeyên kîmya ya ji alî dewleta Iraq ve aşkere sê meymûn lîstin, dev û çav û guhên xwe girtin. 

Tevlî ku li gelek deverên cîhanê Kurdan bi meşîn û pêşandanan ev komkujîya mîna Hîroşîma û Nagazakî şermezar kirin, bi dewlet û raya neteweyan dan hisandin û ji wan alîkarî xwestin, dîsa jî bi awakî berpirsiyar, ne di warê fermî û ne jî çapemenîya dinyayê de behsa bikaranîna çekên kîmya û komkujîya Kurdan kirin. 

Lê her çiqas rêxistinên NGO (rêxistin û însîyatîfên nefermî) xwestin alîkarîya Kurdên penaber bikin jî, beramberî qedexeyên dewletên dagîrker hatin. 

Rêxistina Bijîjkên Sînornenas, xwestin li ser Kurdên reviyane Bakurê Kurdistanê lêkolînan bikin, da ku sûcê ku rejima Sadam kiriye bipeyitînin û ji rayagiştî re îlan bikin, lê dewleta tirk nehîşt û got; “bijîjkên me lêkolane ku li ser penaberên Kurd tu şopên çekên kîmyayî nedîtine!” 

Gelo wê demê ma dewletên Ewropa û Emrîka nizanîbûn ku Sadam li hemberî gelê Kurd dest bi komkujîyekê kirîye û çekên kîmya bi kar tîne?! Ma nedigotin; “Jahra kîmya ya ku em difiroşin Sadam bi ku de diçe?” Em ferz bikin ku nizanîbûn, ma nikarîbûn bi rêya balyozxaneyên xwe fêr bibana?! 

Me dit ku di dema dagîrkirina Kuweytê ya ji alî hêzên Sadam ve, hîn nuh di bîra cîhanê hat ku Sadam li hemberî gelê Kurd çekên kîmya bi kar anîye; mîna ku tif bikin devê hev çapemenîya cîhanê, mirovên Kurd tevlî jin û mêr, kal û pîr, zarok û pitik, pez û dewar li kuçeyên Halepçe bêruh û bêcan razayîne, di tv û rojnameyên xwe de weşandin, wek ku piştî du salan pê bihesin ku Sadam bombeyên kîmyayî avêtîye Halepçe!! Gelo ji bo çi cîhanê û dewletên dagîrker, wê demê dengên xwe ji komkujî û bikaranîna çekên kîmya yê rejima Sadam re dernexistin? 

Helbet cîhanê berjewendîyên xwe di rejima Sadam de didît û jahra kîmya jî dewletên cîhanê yên wek Emrîka, Rûsya, Brîtanya Almanya û Hollanda xurt û bi bandor dabûn Sadam. 

Lê komkujî û tunekirina Kurdan li hesabê dewletên dagîrkerên Kurdistanê dihat. Bi taybetî, di vî karî de, dewleta tirk, vekirî hevparê dewleta Iraq bû: çimkî çi jahra kîmya ku ji Iraq re dihat, bi rêya keştîyan dihat tirkî, li tirkî dihat “gumruk”kirin û kontrol dibû, parek jê dihat veqetandin û parek ji Iraq re dihat rêkirin. 

Ji bo penaberên Kurd, alîkarîya ku wek fermî hat şandin û ket destê dewleta tirk, piştre em pê hesîyan ku ji bo komplo û tunekirina li hemberî gelê Kurd û tevgera wî, wek mesrefa veşartî ji Kontrgerîlla re hatîye xerckirin. Di dema Desthilata T. Çîller de, ji alî walîyê Îstabolê Hayrî Kozakçîoglû hatiye îtîrafkirin. 

Li kampa Kiziltepe, ji alî ajanên Sadam û tirkî, li firneyek ku destê Erebê mêrdînê de, jahr xistin nav nanê Kurdên penaber, hemû jehrdadayî bûn û di halê xerab de xwe davêtin ser rêya bajêr ku erebeyên diçûn û dihatin bajêr, wan bigehînîn nexweşxanê, lê leşkerên tirk nedihîştin ku erebe wan bibin nexweşxanê jî. 

Ne tenê dewletên cîhanê û yên herêmê ji komkujîya Kurdan re dengên xwe dernexistin, çep û îslamîstên tirk, ereb û farisan jî dengê xwe nekirin û bi bêdengîya xwe, bûn hevparê kiryarên rejima Sadam. 

Îro li hemberî federasyona Kurd jî hersê neteweyên serdest, bi çepgîr, dîndar, dewlet û nîjadperest û faşîstên xwe ve xwedîyê yek helwesta neyênî e. Hêncet vekirî ye: Kurd hevaltiya Emrîka dikin. Li gorî wan jî Emrîka “emperyalîst” û “şeytan” e. Lê ji alî din jî, weke ku ne di cudahîya wê de bin ku ew sînor û neteweyên ku diparêzin û li ser sîyasetê dikin, ji alî van hêzên ku ew dibên “emperyalîst û şeytan”in ve hatiye sazkirin. 

Netewa Kurd jî ji ber ku di dema van hêzan rojhilatanavîn dagîr kirin û ji bo ku serî ji van hêzan re dananî û nebû an nikarîbû biba parêzgerê berjewendîyên wan, loma sedsalekî din bindest û perîşan ma. 

Tevgera Kurd, berê bi gelemperî, di bin bandora sîyaseta dewlet, îslamîst û çep û çepelên tirk, ereb û farisan sîyaset dikirin. Em di rewşek werê de bûn ku em bibana agir, me nikarîbû bin xwe bişewitanda, lê bi neyartiya Emrîka, Ewropa û Îsraîl, me bi nezanî xizmet ji berjewendîyên dewletên mêtinkar re dikir: wan dewletan, em wek qozekî bazarê bikar tanîn û li ser pişta me sîyaset dikirin. 

Tu sebep tuneye ku em Îsraîl wek netewe bikin neyarê xwe. Em dizanin ku dewletên emperyal jî li berjewendîyên xwe dinerin. Bi van hêzan re, sîyaseta ku dijminê me li ser pişta me dike, divê em zanibin ji bo berjewendîyên gelê xwe bikin. Loma ne rast e ku li ser navê, bawerî, îdeolojî û erdemên bilind (ji bo ku wek netew em ne azad in) ku em wek netew û wek mirov, em hêzên emperyal wek neyar îlan bikin û dîktatorên biçûk yên wek Sadam jî, herroj birek mirovên me di çalan de bifetisîne. 

Divê em dersên girîng ji van bûyerên giran yên tirsehêz ku tên serê me derxin. Divê em sîyasetek rasteqîn bidin pêşîya xwe. Divê îro, destkeftinên xwe yên li başûrê Kurdistan, em wek destkeftinên tekoşîna 50 salan û berdêla can û xwîna gelê Kurd bibînin. Divê em di bin bandora sîyaseta dijminên xwe de tevnegerin û helwest daneynin. Divê em dost û dijminên xwe bi xetên stûr ji hev biqerînin. Divê em ji nakokî û berjewendîyên dewletan feydê werbigirin, dewletên rasterê ne neyarê me be, em wan wek neyar îlan nekin; yên ku berjewendîyên me û wan hev bigire jî, em bi wan re rêya bi hev re karkirinê bibînin. 

Divê em berêberê hevkarîya hêzên Kurd yên perçê xwe û piştre yên perçeyên Kurdistanê yên din ji xwe re bikin prensîbekî bingehîn. Ez bawerim wê demê, em’ê bigehîjin hemû armancên xwe yên netewî û civatî…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *