PEYMANA LOZANÊ – 5

Siddik BOZARSLAN

Mebûsê Mêrdînê Necîb Beg ku îmza wî di pêşnîyaza jorîn da hebû; neciwamêr qîma xwe pê nayne û li ser navê mebûsên Mêrdînê vê pêşnîyaza xwarê pêşkêş dike:

”Jibo Serokatîya Bilind!

Di dawetnameya Konferansa Sulhê da tabîra ”gayriturk” (xeyrîturk) heye ku ez jê nefret dikim. Ez kurd im û bi vê munasebetê careka dî ji cîhanê ra îlan dikim ku di çarçoveya Mîsak-î Millî da ferdek jî tune ku di wê tabîrê da be. Belam turk, kurd, tevayîyek e ku yek vucudek e di wê camîayê da. Ez ji heyeta we tika (rica) dikim û pêşnîyaz dikim ku dema we gotineka wiha dîtin, wê bi nefret red bikin. 

3 Teşrinîsanî 1338 (3 Kasım 1922)

Li ser navê mebûsên Mêrdînê Necîb” 

 (Türk Parlamento Tarihi, 1919 -1 923, TBMM I. Dönem, II. Cilt, S. 364, (3 Kasım 1922 tarihli TBMM Üçüncü Celse)

Mebûsê Wanê Hakkı Beg jî îmzeya wî di pêşnîyaza jorîn da hebû; lê wî jî qîma xwe bi wê neanîye û li ser navê xwe yê şexsî pêşnîyaza xwarê dide TBMM:

”Jibo Serokatîya Bilind!

Ez tika dikim ku Heyeta we ya Konferansê van maddeyên jêrîn li ber çav bigire û dîqet bike:

1. Bi tu awayî kurd xwe ji turkan cîyê nabînin û heta hetayê digel turkan jibo parastina wetanê mubarek xwîna xwe rijandine û dirjînin; loma şola nejadîyê tune. Eger Ewrupa dixwaze li ba me ji bil turk û kurd nejadeke dî biwelidîne, ew tişteke beyxude ye.

2. Ewrupîyan dixwazin ji ermenan ra welatek îcad bikin. Li welatê me qasê cîye qulubeyek jî  erd tune ku jibo hinekên dî bibe welatek. Belam ji Erîvanê û derdorên wê tu ermenek an turkek an kurdek tune ku jibo ermenên ku ji derve werin, cî bidin wan. Eger dixwazin ji Wanê, ji Bazîdê jibo ermenan hîsse bidin, divê ew bizanibin ku turk û kurdên wê derê, ne tenê li welatê xwe, li Erîwanê jî cî nadin ermenan û jibo wê xwîna xwe dirjînin lê buhûstek erd nadin…

3 Teşrinîsanî 1338

Van Mebusu Hakkkı”

(Türk Parlamento Tarihi, 1919 1923, TBMM I. Dönem, II. Cilt, S. 366, (3 Kasım 1922 tarihli TBMM Üçüncü Celse).

Xelata Yusuf Zîya û Hasan Xayrî bo piştgitîya turkan, Îdam bûye!

Wek berê me axiftina Yusuf Zîya Beg dîtibû ku li TBMM kiribû; wî jibo kurdan ji Konferansa Lozanê tiştek nexwestibû û piştgirîya heyeta turk kiribû. Yanê wek mebûsê Bedlîsê, bawerîya xwe bi bextê TBMM û qesabê miletê kurd M. Kemal anîbû. Lê qasê 2 sal piştî wê axiftina li meclisê, ew di doza Şêx Seîd da hat îdamkirin. Di vê nivîsarê da bi hûrgilî ez behsa îdamkirina Y. Zîya nakim, ev dikare bibe mijara nivîsareka dî. Lê li vir îdamkirina mebûsê Dêrsimê Hasan Xayrî gelek balkêş e û cîyê îbretê ye. Loma pêwist e mirov di vî derbarî da haydarîyên ku hene bi xwendevanan û bi taybetî jî bi nifşên nû ra parve bike.

Gorbihiştê Dr. Nurî Dêrsimî di kitêba xwe da nivîsîye ku ew dema li Dêrsimê bûye, di 1924an da Hasan Xayrî jî hatîye herêmê. Rojek Nurî Dêrsimî digel Hasan Xayrî û hin serokên eşîran li Hozatê, li mala Serokê Eşîra Ferhadan Cemşîd, civînek çêkirine. Hasan Xayrî Beg di civînê da wiha gotîye: ”Dema di Konferansa Sulhê ya Lozanê da mijara Sewrê hatîye rojevê; pirsek hatîye kirin ku kurd dixwazin ji turkan veqetin an na. Vê şolê di 1922an da bi telgrafek ji TBMM dipirsin. Di celseyeke veşartî da M. Kemal ji mebûsên kurd pirsîye da ku di wî derbarî da dîtinên wan çine. Hasan Xayrî di bersîva xwe da bi zimaneke qethî eşkera dike ku kurd naxwazin ji turkan veqetin û jibo wê rewşê zelaltir bike, numûne ji Hazretî Muavîye dide û behsa bûyeran jibo îspatê dide. M. Kemal, ji wê gotarê gelek kêfxweş dibe, kelecanî dibe û biyên xwe li erdê dixe û bi deqîqeyan dirêj li çepikan dixe. M. Kemal ji Hasan Xayrî dixwaze ku rojtira dî bi Şal û Şapikên xwe yên  Millî were meclisê. Hasan Xayrî digel mebûsên kurd roja dî bi cilên xwe yên millî tên meclisê û telgraf rêdikin Lozanê jibo piştgirîya heyeta turk û didin xuyakirin ku kurd ji turkan cîyê nabin.” (Dr. Nurî Dêrsimî, Kürdistan Tarihinde Dersim, Dilan Yayınları 1992 Diyarbakır, S. 195)

Di derbarê îdamkirina Hasan Xayrî û kurê mamê wî Celal Mehmet da Nurî Dêrsimî van haydarîyan dide:                                                                                                                     ”Li ser fermaneke M. Kemal, Hasan Xayrî û kurmamê wî Celal Mehmet, li Xarpêtê (Elazix) hema tên girtin û tên îdamkirin. Endamê Dadgeha Îstîklalê Alî Saîp, ji Hasan Xayrî dipirse: ”Dema te bi cilên millî yên kurdî çûyî meclisa Ankarayê, te kurdînîyê kir an na?”  Hasan Xayrî bersîv dide:” Li ser fermana Mustafa Kemal Paşa ez bi cilên kurdî li meclisê bûm û telgraf şand Lozanê bo piştgirîya heyeta turk da ku em naxwazin ji turkan cîyê bibin.” Lê dadgehê biryara dardakirinê da û Hasan Xayrî îdam kirin.” (Dr. Nurî Dêrsimî, age)

Li vir divê em binê nuqteyek çixêz bikin: Em ji resma mebûsên xwedêgiravî kurd yên wê demê di TBMM da bûne, baş fam dikin ku yek ji wan jî pêşîya xwe nedîtîye û bi derewên M. Kemal bawerîyê anîne. Di politikayê da sozdayîn ne giring e; lê sozên ku tên dayîn ango bi tabîreka dî lihevhatinek, li ser kaxidan tên nivîsîn û îmzakirin ku wê demê ew dibin wesîqe û belge. Loma mebûsên kurd yên wê demê, di warê sîyasetê da tam korefam bûne û loma rehet hatine xapandin. Ev jî karên heyeta turk li Lozanê hêsa kirîye.

Wekî dî, kurd bi rêxistin nebûne; yên ku li Stanbolê xwedêgiravî bi rêxistin bûne jî, rêxistin û partîyên wan kartonî bûne û  ew jî bûne dûvikên osmanîyên îslamist. Bi gotineka dî kurdevînî û niştîmanevînî di nav kurdan da qels bûye. Ev helqeya qelsbûyînê, mixabin gelek fireh e û mezin e. Mesela bizava Şêx Evdilselam Barzanî û Mela (an Xelîfe) Selîmê Zaza, çima zêde belav nebûne, piştgirî ji herêmên pêwist nesitandine. Hareketa Ş. Abdulselam Barzanî, tenê li herêma Barzan ango Bahdînan hepis bûye û Hareketa M. Selîm jî mixabin li Bedlîsê hepis bûye. Mela Selîm di 1914an da li Bedlîsê û Ş. A. Barzanî jî li Musulê dîsa di 1914an da tên îdamkirin.  Jibo min ev babet muhtacê analizeke piralî ye û loma ji neçarîyê ev li vir hat sînorkirin.

06.08.2023 /Nivîsar didome

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *