Daxuyanî ya yekbuna PDK-T û PDNK

Tevgera Partiya Demokrata Netewiya Kurdistan (PDNK) , sala 2012, di xeta siyasi ya Partiya Demokrata Kurdistan da dest bî karê xebateki demokratik legal u meşru kir. Sedema dest pê kirina tevgereki siyasi ew bu ku, demekê dur u dirêj lı bakurê Kurdistanê valahîya hêzeki xurt ya netewî hebun.

Armanca xebata siyasi ew bu ku partiyeki legal demokratik u meşru bi navê PDK bêt avakirin; u misyona diroki ya Partiya Demokrata Kurdistana Turkiye (PDKT) ku sala 1965 hatıbu damezrandin bêt xwedi derketin. Dê vê pêvajoyê da, her disa hevalên ku ji kevneşopi u bingeha PDKT dahatin u ayni fikr u ramanên siyasi ya xeta PDK diparêzên, Partiya Demokrata Kurdistan Tırkiya (PDK-T) di destpêka sala 2014 da, bı yasayi avakirin. Ji ber vê yekê, ev yekbuna me, yekbuna her du dezgehên siyasi ne ku yek xet, fikr u ramanên u armancên siyasi diparêzên.

Em baş dizanın, Kurd ji netewêkin u aslen pirsgirêka gelê Kurd ji pirsgirika netewiye. Di vê sedsala 21 da, 40 milyonê zêdetir gelê Kurd li rojhilata navin bê statuyeki u dewletbun dijî. Heger milleteki azadiya xwe digere, divê berî her tişt yekitiya xwe bigere. Li bakurê Kurdistanê yek sedema heri girîng ya bêhêzbuna tevgera netewi ew e ku ev perçebuna bingeha Kurdên ku netewi difikirin.

Dema xebata me ya siyasi di nav gelê bakurê Kurdistanê da li her bajareki u li hemi herêman da, bingeha PDK u kesên ku netewi difikirin, ji me yekitiya bingeha tradisyona Partiya Demokrata Kurdistan kir. Ji xwe heger berjewendiyên şexsi nebin , tu wateya hêzen cuda cuda nine u ew kesên ku ji ayni bingehê tên u ayni fikr u raman diparêzen hewceye bibin yek u pêwisti partîyên cuda nîne. Ser yek xeta siyasi u kevneşopiye çênabe ku partîyen cuda hebe.

İro ji bo me cihê serfirazi u serbilindayiye ku em vê yekitiya xwe beyan dikin u daxwaza gelê Kurdên netewi pêk tinın. Heger 50 saliya Partiya Demokrata Kurdistan da hîn xebat u tekoşin bi vê navê PDK tên kirin u dezgehên siyasi bi navê PDK heye dijî u xurt dibe, ev xeta siyasi xeteki rast u netewîye. Li çar perçeyê Kurdistanê xeta demokratik u netewi pêwiste hevkariya hevudu bikin u xurttir bibin. Ji bo me hemuyan erkek netewîye ku em Partiya Demokrata Kurdistan ji nu ve ruh u can bikin, zindî bikin u ji bo azadiya gelê Kurd u serxwebuna Kurdistanê kar bikin.

Bi vê minasebetê em bang her kurdeki netewi dikin ku, em hêvi dikin ev yekitiya me bibe bingeheki yekitiya hemu kurdên netewî u demokrat. Ji ber vê yekê ji , pêwîstîya yekiti u pêkve xebata tev Kurdên netewi u demokrat heye u divê bo azadiya Kurdistanê em pêk ve karbikin. . Di vê derbarê da , PDK-T amadeye her fedakariyê bike u xeta netewi u demokratik xurt bike.

Her Bijî Partiya Demokrata Kurdistan!
Her bijî Kurd û Kurdistan!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *