Navê dibistana ku Esat Oktay Yildiran lê hatibû kirin, hat rakirin!

Navê dibistana gundê Belenbaşi yê navçeya Buca ya Îzmîr ku kiribûn Esat Oktay Yildiranê îşkencedar û qatilê Kurdan, bi biryara wezaretê dîsa hat rakirin.

Wek tê zanîn ku Esat Oktay Yildiran, piştî cunta leşkerî ya 12 Îlon 1980yî, wek amirê hundur yê Hefsxana Tîpa-E ya 5 Nolu ya Amedê bû. Di dema wezîfeya xwe de, gelek şêwe îşkenceyên xedar li hêsîrên Kurd yên sîyasî kiribû  û dabû kirin. Di encam de, 34 hêsîr dabû kuştin. Bi sedan hêsîr seqet kiribû û bi sedan bi nexweşîyên giran ketibûn. Ev kiryarên îşkence û zalimtîya Esad Oktay Yildiran ne tenê rayagiştî ya Kurd, raya Tirk û ya hemû cîhanê pê serwext bû û ew lanet kir.

Berî bi çend rojan, navê Esat Oktay Yildiran wek ÅŸehîd li dibistana “BelenbaÅŸi” ya bi navçeya Buca ya ÃŽzmîr kirin. Lê ji bo ku li dij vê kiryara nemoravane gelek bertek çêbûn, bi fermana wezareta perwerdê navê îşkencedar hat rakirin û navê berê bi şûnde hat danîn. 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *