EZ, MELE MİSTEFAYÊ MELE ÎSSA Yê HILÊLIYÊ, M.Eli DÎNLER, MUŞÎR YUCE BIBÎRTÎNIM…

Miletê kurd, beriya van sê salan dozger û xebatkarên xwe wenda kir. Ew sê dozgeran: MELE MİSTEFAYÊ MELE ÎSSA yê HILÊLIYÊ, M.Eli DÎNLER, MUŞÎR YUCE bûn. 

Min jî hîç şik tune ye ku sê dost û hevxebatên xwe wenda kir. 

Ew dost û hevxebatên min, li dû hev çûn ser dilovaniya xwe û cem şehîdên Kurdistanê û hevxebatên Kurdistanê. 

Ez wan ji dil û can de bi bîrtînim. 

Min wê demê ji bona sê dost û hevxebatên xwe nivîsek nivîsandibû. Ez nûha vê nivîsina xwe bi xwendevanên xwe û bi raya giştî re parve dikim. 

Li Batmanê di 25ê Sibata 2015-an de ji aliyê kûrê Mele Mistefayê Melle Îssa Dr. Mehmed Şêrîn ve civînek bi bîranînê û mewludê hat li darxistin. 

Di vê civînê de: Min, du hevalên wî (Dewrêşê Sado, Mele İmaddîn), berpirsiyarê Partiya Demokrat ya Kurdistanê li Sûriyeyê û Partiya Yekîtî ya Kurdên Li Sûriyeyê jî axevtinek kir. 

Min di axevtina xwe de ew nerînên xwe yên ku min berîya sê salan anîbûn ser zimên yên di derheqê Mele Mistefayê Mele Îssa yê Hilêliyê de bi devkî dîsa anî ser zimên.

                                             *****

 

Miletê Kurd 3 ewladên xwe: Mele Mistefayê Hilêliyê, M. Elî Dînler, Muşîr Yuce, wenda kir

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Miletê Kurd di nav çend rojan de 3 ewledên xwe yên hêja, têkoşer, fedekar wenda kir. Min/Me jî sê heval û dostên xwe wenda kir. Muşîr berê çû ser dilovaniya xwe. Dema ku min xwest ez ji bona wî binivîsînim, nûçeyek nexweş ya din ji Başûrê-Rojavayê Kurdistanê hat: Me bihîst ku Mele Mistefayê Mele îsa/ Hilêliyê, ew kesê bi navûdeng, ew kesê di doza Kurd û Kurdistanê de hîç wextekî westan nedizanî çûye ser dilovanîya xwe. Hîn min derfet nedît ku di derbarê wî de binivîsînim xebatkarê doza miletê kurd û mahkûmê Doza 49’an M. Elî Dinler duho (27. 02. 2012) li Amedê de di nexweşxaneya zanîngahê de çû ser dilovaniya xwe.

Hîç şik tune ye ku miletê kurd bi koçkirina ew sê ewladên xwe gelek xemgîn e. Em jî wek dost û hevalên wan gelek xemgîn in.

M. Mistefa HileliyeMele Mistefayê Mele Îsa/Hilêliyê…
Mele Mistefayê Mele îsa, bi navê din yê navdar Mele Mistefayê Hilêliyê, li Başûrê-Rojavayê Kurdistanê kurdperwerekî navdar bû. Dema ku ji navê wî bihata qal kirin, her kesekî ew nas dikir. Ew di heman dem de li Bakûrê Kurdisatanê û li Başûrê Kurdistanê jî, kesekî navdar bû.

Mele Mistefayê Hilêliyê di cîwantiya xwe beşdarî tevgera kurd dibe. Ew di zaroktî û telebetiya xwe de Qadrî û Ekrem Cemîl Paşa û mezinên din yên kurd nas dike. Ew di destpêkê de di nav Xoybûnê de cîh digre û xizmetî doza miletê kurd dike.

Piştî salên 1960î dema ku li Başûrê Kurdistanê Şoreşa îlonê dest pê dike, bi şoreşê re dikeve nav pêwendiyan.

Dema ku li Başûrê Kurdistanê Şoreşa îlonê dest pê kiribû,  Partiya Demokrat a Kurdistana Suriyeyê hatibû ava kirin, Ew jî hevalbendê partiyê bû. Wî bi riya şexsî û bi riya partiyê ji Şoreşa îlonê re bi her awayî piştgirî û alîkarî dike.

Dema ku pêwendiyên wî ya Şoreşa îlonê pêş dikeve, ew, Serok Mele Mistefa Barzanî ji nêzik de nas dikle. Ew dibe xwendevan, heval û dostê Serok Barzanî.

Wî, di jiyana xwe de xeta Mele Mistafe Barzanî bê niqaşe pejirand û meşand.

Dema ku di sala 1975-an de Otonomiya Kurdistanê encama êrişa dewleta kolonyalîst ya baasî û Iraqê hat hilweşandin, bi dehan pêşmergê raste rast li mala xwe dike mêvan. Ji bona tevayî pêşmergeyên hatibûn Başûrê-Rojavayê Kurdistanê bi cî û war bibin, hewildanek xurt nîşan dide.

Di sala 1980-yî de li Bakurê Kurdistanê dema darbeya leşkerî çêbû û dîktatorıya leşkerî wek pergelek ava bû, gelek welatparêzên Bakûrê Kurdistanê derbasî Başûrê-Rojavayê Kurdistanê bûn. Gelek welatparêz di wan demê zehmet de bûn mêvanê Mele Mistefayê Hilêliyê û malbata wî.

Kûrê wî Sileyman di van xebatan de alîkarê wî yê sereke bû. Lê tevayî malbatê wî bi hev re fedekarî nîşan didan.

Sileyman li Stenbolê Zanîngeha Teknîkê xelas kiribû û kesekî geklek jêhatî bû.  Gelê kurd ew di gelek gencitî de wenda kir.

Mele Mistefayê Hilêliyê, ji binemaleke kurdperwer tê ye. Ew di medresê de perwerde bibû. Bavê wî meleyekî navdar bû û ew xebatkarê Tevgera 1925-an bû. Ew bi xwe jî kesekî gelek zanyar bû. Wî wek dibistana kurdperwerî kar dikir. Gelek kes bi perwerdayî ya wî bûne têkoşer û xebatkarên Doza Kurd û Kurdisatanê.

“Mele Mustefa`yê Mele Îsa di sala 1923 an de li Heskîfê ji dayikbûye. Lawê Mele Îsa ye. Bavê wî Mele Îsa hevalbend û têkildarê Şêx Seîd bû. Ji ber vê jî piştî şoreşa Şêx Seîd mehkûm bû.

“Ji ber vê jî wek malbat ew ji Heskîfê bardikin diçin gundê Solanê cem Şêx Fethullahê Hemdî. Şêx Hemdulah alîkarîya Mele Îsa dike wî vedişêre nifûsek sexte Ji bajarê Qubînê bi navê Mehmd Îsa jê re dide çêkirin. Her weha Şêx jibona wî ji ber çavan dûrbixe, wî dişîne gundê Cinesker. Mele Îsa bû Meleyê gund û li gundê Cinesker heta wefata xwe feqîyan dida xwendin.

“Hêja Mele Mustefa çardeh (14) salî bû, bavê wî Mele Îsa çû rehmetê û tevê sê bira û xwişka xwe sêwî man. Ew tevî dêya xwe bardikin diçin gundê Depa Berava li ber Bismilê.

“Mele Mustefa xwendina xwe weha dîyardike:

“Min li rex bavê xwe heta kitêba Seedulah Gewre Pîre û kitêba Îane El Talibîn xwendin. Û di saxîya bavê xwe de li rex Seydayê Mele Ebdulrezaq Dinbilî, li gundê Girbawî, li wê derê jî min kitêba Helî tevde li rex wî xwendîye. Ji Depa Beravan ez çûme gundê Kifirza jorîn li rex Seydayê Mele Îsmeîl Bikindî xwend, dûra ez çûme gundê Şorşib dinav Êla Sorgiçî li rex Seydayê minî Şêx Ehmedê Korî xwend. Dûre ez çûme Bilkê nav Êla Bamirdî li rex Seydayê Mele Elî Başrûtî xwend. Ji wê derê çûme Cizîra Botan li rex Seyid Elî Findikî meh û nîv xwend. Dûvre mala me ji Depa Beravan hate Hesenkêfê. Ji wê derê di sala 1940 zayinî bi malîtî hatin gundê Girhesen ku li rex Nisêbînê ye. Li wî gundî du mehan em man. Ji wê derê ez çûm Xiznê li rex Seydayê Mele Ehmed Zivingî Miftîyê Qamişlî, ku ewê kitêba Eqid El Cewherî, şerha Dîwana Cizîrî çi kirîye? Min li cem wî xwend.”

“Ew piştre li gundê Hilêlîyê cîwardibin. Heta wefata xwe li wir dimîne.
Li Şamê 1947 an de Dr Nafiz, Qedrî beg Cemîl Paşa naskirîye û ketîye nav Komeleya Xoybûn.

“Şêx Ehmedê Xiznewî, Mele Mustefa û hevalê wî Mele Ehmed jibona xwendina Miftîbûnîyê bixwînin şandine Şamê. Di dema vê şandinê de, Dr Nafiz jî pêre nameyek jibona lêxwedîderketinê ji Cemîl Qedrî Beg re şandîye. Qedrî beg nameyek daye Mele Mustefa û wî bi rêya Beyrûdê şandîye Bexdayê.

“Ew nameyê dibe Bexdayê û ji wê derê bersîva nameyê tîne. Li vegerê dibîne ew name ya Serok Berzanîye.

“Di sala 1965 an de di nava PDK-S pirsgirêk derdikeve û partî dibe du beş. Kesên ku li dijî perçebûna partîyê ne Komîteya Lihevhatinê çêdikin. Mele mustefa endametîya xwe dide rawestandin û bi rêberî û pêşnîyara Qedrî Beg dikeve nav Komîteya Lihevanînê. Serokê Komîteyê Qedrî Beg bû. Mele Mustefa, di wê demê de bûye peywendîdarê navbera Qamişlîyê û Şamê jî. Piştre Mele Mustefa bûye têkildarê navbera vê Komîteyê.

“1967 an de Mele Mustefa, tevî li dor sed (100) kesî ji alîyê rejîma Sûrîyê ve hatin girtin. Hukumeta Sûrîyê wan bi cezayê giran gunehbar dike. Lê di sala 1968 an de, Hafiz Esed derbeyek leşkerî çêdike û tê ser hukum. Piştî vê derbeyê tevayîya girtîyên li Sûrîyê tên efûkirin û berdan. Kurd bi vê efûkirinê ji kuştinê rizgar dibin û tên berdan.

“Piştî vê Mele Mustefa bû peywendîdarê navbera PDK yên hersê perçeyan, yanî têkildarê navbera PDK`yên Tirkîyê, Iraqê û Sûrîyê bi rêxistinkirina alîkarîkirina Şoreşa Barzanî.

“Di sala 1970 yî de di bin çavdêrîya Berzanî de bi beşdarbûna herdû alîyên partîyê ve Kongreya PDKS dicive. Mele Mustefa jî beşdarî vê Kongreyê dibe. Ji ber ku di vê Kongreyê de herdû alî li hevhatin, vatinîya Komîteya Lihevkirinê teva bû û vê Komîteyê xwe belavkir.

“Mele Mustefa, her peywendîdar û hevalbendê Serok Barzanî ma…

“Her weha Mele Mustefa, yek ji wan kesan bû ku di pirsgirêkên civatî û malbatî yên herêma Cezîrê de, desteya çareserîya pirsgirêkan bû. Rûmetek wî ya bilind di nav civata herêmê de hebû. Gelek pirsgirêkên êlî, civatî, dînî li ber destên wî çareser dibûn. Ne tenê pirsgirêkê civata Kurd, her weha yên Ereban û xaçperestan jî jibona çareserîyê dihatin cem wî…

“Mele Mustefa tevî ku ewçend xwendina dînî kiribû jî qet meletî nekir. Lê gelek caran pirsên dînî dihatin cem wî û wî biryarên olî didan…” (Malpera Netewe)

Ali dinler1Mehmed Elî Dînler…
Di sala 1937-an de li bajarê navdar li Cezîrê, li bajarê Bedîrxan Beg û Meleyê Cizirî tê dinyayê. Ew bi çîrokên dîrokî yên Kurdistanê û Bedîrxan Begê Botan mezin dibe. Dîroka Begê Botan li ser wî bandorek mezin çê dike.

Ew dema ku xendevanê lîseyê li ser pirsa miletê kurd serê xwe diêşîne. Lê di wan salan de ji bona ku pirsa miletê kurd de zanyariyek û şiyariyek tune ye, ew pirsa milete kurd nikare baş şirove bike û li ser rê û rêbaza dozda miletê kurd raweste.

Dema di sala 1959-an de li Zanîngeha Hiqûqa Enqereyê dibe xwendevan, bi xwendevanên kurd yên li zanîngehê re poêwendiyan pêk tîne.

Di sala 1958-an de li Iraqê desthilatdariya siyasî tê guhartin û desthilatdariya siyasî ya nû biryar dide ku di qanûna esasî de guhertin pêk bîne û mafên kurdan nas bike û li Kurdistanê otonomî ava bibe.

Ev bûyer li hemû beşên Kurdistanê li ser rewşenbîr û xendevanên kurd yên wê demê tesîrek mezin dike. Mehmed Elî Dînler jî yek ji wan xwendevanan bû ku ji guhertina li Iraqê kêfxweş bû.

Dema ku di sala 1958-an de li Iraqê desthilatdariya siyasî hat guhartin, desthilatdariya siyasî daxwaz kir, ku Mele Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê vegere Iraqê û di avakirina Iraq a nû de rola xwe bilîze. Lewra tê zanîn ku dema hêzên barbar yên Îranê êrişî Komara Kurdistanê ya Mehabadê kiribû, Mele Mistefa Barzana bi Qadi Mihemed re biryar dan ku ew biçe Yekîtiya Sovyetan.

Ev guhartina li Iraqê û tevgerên milî yên milêtên dinyayê tesîr li ser rewşenbîr û xwendevanên Bakûrê Kurdisatanê jî kir. Ew jî ketin nav hewildanek milî. Hezar mixabin beriya ku ew hewildana bigihîje qonaxa rêxistinîbûnê, ji aliyê dewletê de bi provakasyona “Dewleta Mezin ya Kurdistanê dê ava bibe”  hat perçiqandin. Wê demê biryar hat girtin ku bi hezaran kurd bên zîndan kirin û 1500 kurd jî bên îdam kirin. Mûdaxaleyên derve û hûndir yên aqilane pêşiya vê qeresatê digre.

Dewlet biryar digre ku 50 rewşenbîr û xwendevanên kurd bigre û hepis bike. Mehmed Elî Dînler jî, wê demê xwendevanê Zanîngeha Hiqûqa Enqereyê ye. Ew jî hat hepis kirin û hat darizandin û hat ceza kirin.

Ew tevgera 49-an ji bona Bakurê Kurdistanê gelek girîng bû. Lewra dewletê digot, ku piştî Qetlîama Dersîmê min Kurd û Kurdistan qedand. Lê tevgera 49-an îflasa siyaseta kolonyalîst ya dewletê bû. Derewîn derketina dewletê bû ku dewletê digot ku “kurd tune ne, milketê kurd tune ye. Kurd tirk in.”

Mehmed Elî Dînler, piştî tê girtin jî, dev ji kurdditî û kurdperwerî ber nade. Bi kurdperweran  repêwendiyên xwe xurt dike. Dibe endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (PDKT). Di partiyê de dibe xebatkarekî çalak. Encama ew xebata xwe di sala 1975-an dibe Sekreterê Giştî yê PDKTê.

Dema dîktaoriya leşkerî di 12-ê îlona 1980-yî de ava bû, ew jî hat girtin û êşkenceyek gelek mezin dît. Wê êşkenceyê jî nikarî pêşî li xebata wî bigre. Ew piştî ew girtina xwe jî, zêdetir bû kesekî qerardar.

Ew xebata wî domand. Di sala 1992-an de dema ku HEVGIRTIN-Partiya Demokrat ya Kurdistanê ji aliyê gelek terefan de bi hev re hat ava kirin, ew jî bû hîmdarê vê partiyê û di heman dem de di Kongreya Yekemîn de jî bû endamê Meclîsa Partiyê.

Pişt re jî berpirsiyariya wî ya partiyê domand.

Ew di salên gelek tarî de ji gel re xwedî derket û ji bona  mafên kurdan bên parastin xebat kir. Di dadgehan de bû parêzger.

Muşîr Yuce…
Ji bajarê Erganiyê ye. Ew di sala 1956-an de li Gundê Zîlanê tê dinyayê. Ew ewladê malbatek feqîr e. Lê bavê wî, wî, di şertên gelek dijwar de dide xwendin. Ew jî wek kesekî jîr, bersîva qeda bavê xwe dide, dibistana mamosteyan ya bilind (Enstîtuya Perwerdayî ya Amedê) xelas dike û dibe mamoste.

Ew dema ku xwendevanê lîseyê bi tevgera kurd re dikeve nav pêwendî. Dema ku di dibistana bilind de dixwîne, bi tevgera kurdperwer re pêwendiyên xwe xurt dike; bi Rizgarî –Ala Rizgariyê re pêwendiyên xwe yên rêxistinî pêk tîne. Di heman dem de dibe endamê Komeleya ASDK-DERê.

Wek tê zanîn Komeleya ASDK-DERê girêdayî Rizgarî-Ala Rizgariyê ava bibû. ASDK-DER raste rast li dijî kolonyalîzma dewleta tirk ava bibû û li hemberî kemalîzmê xwediyê pozîsyonekê vekirî bû.

Ew ji aliyê heval û dostên xwe de dihat hez kirin. Kesekî makûl û nerm bû; di pêwendiyên  kesayetî de derûdora xwe nediêşand.

Ew di malbetek qelebelîx de hatibû dinyayê. Ew xwediyê 10 xwişk û birayan bû.. Bi xwe jî xwediyê 3 kûr û 1 keçikekê bû.
******
Ew sê kesên welatparêz ji bona miletê kurd wendayek mezin e. Bila serê malbata wan, heval û dostên wan, miletê kurd sax be.

Wan ji bona miletê me û ji bona me xizmet kirin. Em tu wext xebat û ximeta wan ya hêja bîra nakin.

Amed, 28. 02. 2012

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir