Îran û Kurd: Yan tiryak ya sêdare

Tekoşîn Mêrdînî

BasNews – 

Komara Îslamî ya Îranê ku di hişê mirovan de bi darvekirinan cih girtiye, vê şêweya daraza xwe bê navber didomîne. Agahiyên ku ji girtiyên zindanan tên sosretekê nîşan didin. Li gor van agahiyan rejîm ji sedê 10 darvekirinan aşkere dike, ji sedî 90’an veşartî dike. Çalakvanên Mafê Mirovan ên Kurd diyar dikin ku Rejîma Îranê taybet li dij kurdan darvekirinên veşartî û serbestberdana tîryakê hewl dide potansiyela serhildêriya kurd têk bibe û ciwanên kurd ji hêzên azadîxwaz dûr bixe.

Darvekirin darê tîmara Îranê ye

Dewleta Îranê daxwazeke demokratîk a piçûk jî bi darvekirinê ditepisîne. Di sala 1979’an de piştî şoreşa Îslamî, Ayetullah Humeynî wiha gotibû “Me vê şoreşê bi hevkariya kurdan pêk anî û em ê wê bi hev re bijînin.” Lê mixabin di demek kurt de diyar bû ku ew ê kurd ji vê şoreşê bêpar bimînin. Li dij kurdan êrîş tafilê destpêkirin û kuştin, darvekirin û mişextkirin heta îro jî qet ranewestiyan. Aktîvîstê Mafê Mirovan ê Rojhilatî Nasir Babaxanî, di derbarê rejîma Îranê û darvekirinên kurdan de rejimê wek rejîmeke dîktatoryal û dijî demokrasiyê danasî û da zanîn k 36 salin ku hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê bi rejîmeke dîktatorî tê birêvekirin û demokrasî dûrî axa Îranê ye. Babaxanî got: “Rejim di çarçoveya bîrdoziya xwe de neteweyên cuda yên wek kurd, belûcî û azerî di nav pergala wan de ne parsî an jî şîa bin, ew wek xayînan têne dîtin. Ji ber ku zanin bi taybetî kurd doza mafê xwe dikin, dewleta Îranê jî bi çavekî xayîntiyê li wan dinêre, ev yek ji bo rejîmê pirsgirêk e û çareserkirina vê pirsgirêkê jî di darvekirina mirovan de dibîne. Darvekirin dem bi dem bi navber didome. Li welatên navneteweyî û bi hiqûqî jî heta mirov 18 salê xwe neke divê neyê darvekirin, lê li Îranê, ji ber ku dad û mafên mirovan tune ye, temenê wan keç û xortan di bin 18’an de be jî ji bo rejîmê ev ne girîng e. Ger ku kurd be, ji bo darvekirinê ev sedem bes e.”

“Gelo em dikarin jibîr bikin”

Di 2013’an de bi destpêkirina Serokkomariya Hesen Rûhanî, kurdên Rojhilat ta astekê hêvîdar bû ku wê zextên li ser wan û darvekirin kêm bibin. Lê piştî hilbijartinan tu guherînek pêk nehat. Nasir Babaganî di derbarê geşedanên serdema Hesen Rûhanî de diyarkir ku dewleta Îranê li derveyê Îranê, di tekîliyên navneteweyî de xwe wek komareke demokrat dide naskirin, lê belê rejîm ji demokrasiyê ditirse. Babaganî axaftina xwe wiha domand: “Rejîm ji demokrasiyê ditirse. Ger ku neteweyên li Îranê doza mafê xwe bikin ew ê têkevin tengasiyê. Her wiha dema ku kurd an belûcî doza maf û dadê dikin, rastî darvekirinan tên. Gelo em dikarin jibîr bikin ew keça ku bavê wê li ber çavê wê darvekirin an jî ew lawikê ku dema bavê wî dibirin darvekirinê , bi devzendika bavê xwe girtibû û dikir qêrîn. Rejîm, bi vê siyasetê dixwaze kurdan bi gelemperî ji tekoşîna razgariyê û rêxistinên ku doza mafê kurdan dikin dûr bixe. Rejîm baş dizane ku kurd xwedî roleke mezin in û her dem xwedî potansiyeleke serhildêrî ne. Ji ber vê yekê ye, ji Pêşewa Qazî Mihemed ta îro darvekirinên kurdan her berdewam dikin.

“Ji kurdan re tenê tîryak serbest e”

Nasir Babaxanî di berdewamiya axaftina xwe de balê kêşa ser belavbûna rêjeya tîryakkêşiya nav kurdan û da zanîn ku dewleta Îranê serî li her rêbazên tepisandina kurdan dide û çi bikeve ber, li ser kurdan diceribîne.Babaganî di derbarê van rêbazên rejimê de tîryakê destnîşan kir û wiha dom kir: “Dewleta Îranê dest bi siyaseta qirêj kiriye û tiryakê bi zanebûn di nav kurdan de serbest kiriye. Temenê bikaranîna tîryakê li Rojhilatê Kurdistanê daketiye 16-17 saliyê. Êdî tîryak li qad, kolan û li sûkên rojhilata Kurdistanê bi serbestî tê belavkirin û bikaranîn. Ev jî cureyeke kuştinê ye. Bi taybetî ji bo xortên Kurdistanê bêşdarî çalakî û rêxistinên Kurdistanî nebin ev siyasettê meşandin. Mirin erzan e, li her deverê ye ji bo kurdan û bi awayekî asayî ye. Tenê cîh, dem û cure têne guhertin. Ev ji tirsê derdikeve holê û heta ku kurd serbilind û serhildêr be wê ev tirsa dewleta Îranê bidome.”

Çeka dûrxistina siyasetê: Tîryak

Kes û rêxistinên çepgir li dewleta Îranê tu carî bi cîh nebûne û sedema vê jî ew e ku Îran çepgiriyê li dijî rejîma xwe dibîne. Babaganî da zanîn ku hejmara kesên ji aliyê dewleta Îranê ve hatine darvekirin ne diyarin, bi hezaran kesan darvekirinin û bi hezaran kesên tê zanîn û yên nayên zanîn jî di bin derûniya darvekirinê di girtîgehan de disekinin. Babaganî di derbarê darvekirinên rejîma Îranê û kurdan wiha axivî: “Komara Îslamî ya Îranê li ser çepgiran bi rengekî ne mirovî û siyaseteke bê dadî dimeşîne. Di demê borî de em bûne şahidên van kiryaran, mîna di navbera salên 1967-1969’an de bi hezaran kes darvekiribûn, ew kesan jî ji kurda tenê pêkdihat  û kes ji wan haydar nebibûn. Îroj jî ev heye, ne tenê kesên ku televîzyonan de dibe nûçe, bi sedan kesên din hene yên ku tên darvekirin. Dewleta Îranê tenê xwe rast dibîne û çepgiriyê jî şaş dibîne. Tu ji kîjan rexistinê bî jî, li Îranê ji bo darvekirinê tu kurd bî bes e. Ji ber ku PDK, PJAK an jî KOMELE rêxistinên kurdan in, ji bo rejîmê ji hev ne cuda ne. Ji her rêxistinên kurd kes têne darvekirin.”

Ahmed Şahîd: Îran darvekirinan vedişêre

Raportorê Taybet ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî(NY) yê Îranê Ahmed Şahîd di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku piştî hatina Serokkomar Hesen Rûhanî, di 14 mehên dawî de hejmara darvekirinan ji hezarî derbas kirine. Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê jî di dawiya sala 2014’an de bi fermî 81 kesên endamê rexistinên siyasî hatine darvekirin, lê bele bi sedan kes jî bi awayekî veşartî hatine darvebikin. Şahîd ragihand ku li gor daneyên Rêxistina Efûyê dewleta Îranê bi darvekirinan şertên Peymanên Navneteweyî û Mafên Siyasî û mirovî binpê dike. Şahîd da zanîn ku di 6 mehên dawî de 14 zarokên ku temenê wan di bin 18’yî de ye hatine darvekirin û ev yek mafê zarokan ê ku di çerçoveya Peymana NY de hatiye diyarkirin jî binpê dike. Şahîd got: “Her wiha di raportên van dezgehên navneteweyî de tê destnîşankirin ku Îran, gellek darvekirinan jî bi veşartî pêk tîne, ev yek dibe cihê gumanan û ji ber vê yekê ew nikarin daneyên rasteqîn ên di derbarê darvekirinan bi dest bixin. Li gel vê yekê jî, li gor raportên van rêxistinan di 2014’an de ji ber sûcên siyasi li Îranê 278 mêr û 11 jin hatine darvekirin, 749 kes jî bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne. Car caran bi cezayên darvekirinan 2-3 kes têkeve rojevê jî ji bilî wan kesan gelek kesên din hene. Li gor hin agahiyên ku ji girtîyên zindanan têne wergirtin, li Îranê ji sedî 10 darvekirin bi aşkere têne kirin lê ji sedî 90 veşartî pêk tên. Ev yek jî sosreta darvekirinên rejîma Îranê li ber çavan radixe.”

http://www.basnews.com/index.php/kr/reports/246570

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir