Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Sunday, February 17, 2019

KURD Û PÊVAJO 

Gelê Kurd, di demek stratejîk û pirr girîng de derbas dibe. Lewra pêvajoya ku em têde dijîn, pêvajoyek hebûn û tune bûnê ye. Sîstema kolonyalîst bi hemû sazî û dezgehên xwe li dijî gelê Kurd di hemû waran de, şerên taybet dimeşîne. Di van salan dawî de şerê psîkolojîk zêdetir bi kar anî û xuya ye dewleta dagirker di vî warî de bi ser ketîye.

Gelê Kurd, carek din li hemberê dîrokê  xwe “test” dike. Wekî hemû netewên di bin dest de mane, wê ya bibe xwedî mafên xwe yên demokratik û netewe an jî wê bi destê xwe zîncîrên ku sed hezar salan zêdetire di sutîyê wî de zeng girtîye ji nûv de paqij bike û bixe sutîyê xwe.

Em dibînin ku hêzên serdest bi lîstokên Osmanî dixwaze doza Kurd, bi destê hinek Kurdan ji armanca netewîbûnê dûr bixe û ji nûve gelê Kurd li gor pîvanên “mîsak-i mîllî” bi afirîne.

Ez di wê bawerîyê de me ku di rojhelata navîn de, gelê Kurd, heta ku nebe xwedî mafên xwe, yên netewî û mîrovahî tu car aramî bi sernakeve. Hêzên serdest her tim plan û projeyên pelixandina û fetisandina gelê Kurd dikin. Bi hevra lîstokên cur bi cur sazdikin. Di wan lîstokan de rola Beko Ewan jî didin beşek Kurdan. Aqilmend û rêberên wan serdest û kûjerên wan in.

Rewşa ku em îro dijîn dişibe ew kesên ku dikevin behrê (derya) ji bo rizgarîya xwe destê xwe  dirêjî mar dikin an ji xwe davêjin bextê mar. Êdî tiştekî bikin tuneye! Her tişt li gor dil û daxwaza mar dimeşe!

Pêvajoya ku em têdane berê me dide kêderê? Em kuda derin?

Em dibînin ku ev demek dirêje, ji alîyê hinek siyasetmedarên kurd ve daxwaza partîyek Tirkîyê tê kirin. Li ser talîmat û fermanan projeyek tê meşandin. Piştî ewqas sal û ewqas şer de, dixwazin dîsa, berê gelê Kurd vegerînin salên 1920 an. Niha ji nûve di bin sîya destûra 1920 an de li jiyanek “azad” digerin! Ji salên 1900 vir de komara dagirker dixwaze, bi gelê Kurd peymana “mîsak-i mîllî” bide qebûl kirin. Lê, gelê Kurd heta niha li dijî wê daxwazê derketîye û gotîye Na! Na! Na!

Lê çi heyfe ku hinek Kurd, îro rabûne wek kewên gozel bi hevra dibêjin Erê! Erê! Erê! Ji bo çi erê? Bersîv tune ye! Wehî (Vahi) ewha hatîye ji qadên kûr û dûr(!) Di demên berê de, wehî di şikeftan de, ji nebîyan re (pêxemberan re) dihat lê ya Kurda beravaje ye(!) Jî kurda re wehî, ji gravan an jî  ji kozikên esrî tên. Berdevkê pexemberan hawarî û eshabe bûn. Lê yên Kurda parêzerên bênasnamene?

Em hemû baş dızanin ku gava di çapamenîya Tirk de, qala pirsa kurd dibe, hêzên xwînmij û mêtîngeh wekî erd û ezman dilerizin/diciniqin! Tırseki bê sînor di nav dilê wan de, di kûraya mêjîyê wan de cîh girtîye. Hemû derdê wan ew e ku

wê civata Kurd çewa bi tevizînin (manîpule bikin) an jî wan çewa bi xapînin? Ji bo biserkevin gellek tiştên ne rastin diyar dikin. Jiyana rengîn û dewlemend wek reş û sipî nîşanî civatê didin.

Hinek rewşenbir û hunermend û ‘civatnasên’ me li gor berjewendîyên demê lotikan davêjin; li gor berjewendîyên xwe yê şexsî hevaltî û neyartîya partî û rêxistinan dikin. Ev biraderên me, ji xwe re yek prensîbek hilbijartine û her tim li gor wê prensîbê dimeşin. Ev prensîba wan jî ev e: Di hemû deman de, li cem xurtan cîh digirin û li gor berjewendîyên tevdigerin.

Em dibînin ku demek dirêje, dev ji kar û barên xwe berdane û dest bi tevizdana hişê mirovan kirin e. Ji bo civata xwe bi xapînin dest bi derew û leystikan kirine. Piştî ewqas tofan û zordarîyê rabûne gele me re dibejin: Xwînmij û celadên me gelek başin, em birayên hev in. Em ji doh ve amadene ku ew tiştên qewimî bûn jibîr bikin!  Gelo, ew birayên we, ewqas başbûn,  we çima li hemberê wan bi salan nerazîbûna xwe nîşanda? Ma hûn ji bo çi, hevaltiya nijadperestan ji berjewendiyên gelê xwe pêştır digirin? Di wê lîstokvanîya ji dil,  wê çi bikeve destê we? Ma qey hûn nizanin ev nijadperestên hov û bapîrên nazîyan dest bi xwînin? Ma hûn qet nabînin ev dest birakên we yên kemalist ji bo xwîna gelê Kurd daqurtin, sondên mezin dixwin.

Belê, doza şoreşê, doza serxwebûna netewî, dozekî pirr girane; dozekî berpirsîyar û dozekî fedakarîye ye! Ango rîya şoreşê, rêyekî dûr û direje. Ev rê her tim xebat, fedakarî û rastîyekî zelal dixwaze. Di qadên vê rêyê de, mirin û jiyan wek cotik di xelmêza hewde ne.

Ez dixwazin nivîsa xwe bi pêşgotinek çermsoran (Kızılderili) dawî lê bînim. Dibêjin ku: “Pirsê bi pirse ji dilê xwe, wê bersîv jî ji dil bê!” Bi rastî di van rojên bazara gemarî û tarî de, ew kesên xwedî ûjdan û xwedî bawermendîyêne divê çend pirsan ji xwe bi pirsin. 26:07:2009 -Ruha

Nerîna te