Banga Komîta Piştgirîya Serxwebûna Kurdistan!

Îro li li Hollanda bajarê Arnhem li Komela Koç-Kak civîna Komîta Piştgirîya Serxwebûna Kurdistan li darket.

Ev Komita, berê bi armanca piştgirîya Referandûma Kurdistan hatibû damezrandin, lê îro wek Komîta Piştgirîya Serxwebûna Kurdistan navê xwe guhert, komîta xwe bi beşdarbûna endamên nuh firehtir kir û biryarên nuh sitend.

Biryara pêşî, roja çarşemê 25.10.2017 de, li Bruksel paytextê Belçîka, li pêş Parlemana Awropa xwepêşandanek bi girseyî dê bêt li darxistin. Ev Komîta Rêvebir, Ji bo beşdarbûna vê pêşandanê, bang li hemû Kurdistanîyê li welatên Ewropa dijîn û bi taybetî yên li Hollanda, Almanya, Belçîka û Fransa dike!

Endamên Komîteyê, yek bi yek daxwuyanî dan ku “em ne li ser navê tu partî, rêxistin û alîyekî sîyasî, tenê wek Kurdistanî û li ser navê Kurdistanê me ev Komîte avakirîye û berjewendîyên Kurdistanîyan ji me re asas in û emê bi vê armancê Xebat’a xwe bimeşînin!”

Armanca vê pêşandanê, ji ber ku dewleta Iraq, mafê gelê Kurd yê yasayî misêwa binpê kir û mafê herema Kurdistana Başûr yê federal li ber çav negirt, seroktî û hukumeta Kurdistan biryara referandûma serxwebûna Kurdistan da. Di dîrokê de cara yekê bû ku gelê Kurdistan bi îradeya xwe û bi awayekî demokratîk biryara çarenûsa xwe da û bi rêjeyek bilind biryara serxwebûnê da. Ne tenê gelê Kurd, hemû hûrgel û pêkhateyên Kurdistanê jî bi giranîya dengên xwe bûn alîgirên serxwebûnê. Di serî de çar dewletên mêtinkar ku Kurdistan di nav xwe de parça kirine û dewletê bi bandor mina Amerîka û Ewropa li dij pêkanîn û encamên referandûmê derketin.

Piştî pêkhatina referandûma Kurdistanê, her çar dewletên mêtinkar, avabûna dewleta Kurd ji xwe re wek xeterek mezin dîtin, loma dest bi gef û civînên hevkarî û êrîşa ser Kurdistan kirin. Pişti girtina qada esmani û deriyên sînorî yên nava Îran û Kurdistan, bi serperiştîya Qasim Silêmanî, serbazên Pasdar, Heşda Şabî, polîs û serbazên Iraq û hevkarîya xayinên Kurd ketin Kerkûk û çend navçe û gundên Kurdistanê.

Heşda Şabî, devera dagîr kirin, alê Kurdistan şewitandin û kirin bin pêyên xwe. Mal, bazar, firoşgeh û mektebên Kurda şewitandin. Kurdên li dij wan derket bi dijwarî kuştin û serê wan jêkirin. Dest bi talana malê Kurdan kirin. Bi rêya video û youtubê, zimandirêjîya şeref û namûsa Kurdan kirin!

Hêzên dagîrker yên Îran û Iraq, bi çekên giran yên Amerîkî û Ewropî, berê xwe dan bajar û navçeyên din yên Kurdistanê, lê ne Amerîka û ne jî Ewropa dengê xwe ji vê destdirêjîyê re nekir! Lê hêza qahreman ya pêşmerge, rê li ber vê hovîtîyê girt!

Li hember DAIŞ hemû cîhan pesnê Pêşmerge û hukumeta Kurd dida, Amerîka û Ewropa bi krîterên demokrasîyê dipeyivin û pesnê xwe didin, lê gava bi milyonan gelê Kurdistan biryara çarenûsa xwe dide, ji bo berjewendîyên xwe demokrasiyê ji bîr dikin! Ev durûtî ye! Divê em vê durûtîyê bînin bîra wan û raya giştî ya cîhanê hayîdar bikin. Ji Ewropî û Amerîkîyan doza krîterên mafê mirovan û demokrasîyê bikin.

Îro serokê Kurdistan rêzdar Mesûd Barzanî serok û nûnerê Kurdistan e. Biryarên wî, birayarên gelên Kurdistan e. Em heta dawî li pişt wî ne! Muhatabê dost û dijminên gelê Kurdistan Mesûd Barzanî ye!

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *