Mewlûd û Bîranîna Azad!

Mewlûda Salvegera rahmetkirina Azad li komela KOÇ-KAK li bajarê Arnhem yê Hollanda tê dan!

Azad kurê Mele Ahmedê Batê, endamê komela KOÇ-KAK û endamê Koma Niştîman ya Folklora Kurd li Hollanda bû.

Hîna di temenê ciwan de, ji ber nexweşîya şêrpençe jîyana xwe ji dest da!

Azad, endamê malbatek welatperwer bû û di nava xebat û çalakîya tevgera Kurd de mezin bû. Bi awakî çalak, kar û xebata komeletî ji bo civata Kurd bi rêve dibir.

Di warê folklora Kurd, govend, lîstik û dîlana Kurdî de, xwe di dereca mamostetîyê de pêşde xist û di avakirina Koma Niştîman de rolekî sereke lîst.

Em bi hestên germ Azad bi bîr tînin û dibên rahma Xwedê lê be, ji dost, heval û malbata wîre sebir û metanetê dixwazin!

Mewlûda Azad di roja 18.01.2015 seet 15 an de ye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *