Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Wednesday, December 13, 2017

Dost jî dijmîn jî dê bibînin ku tu kes dê nikaribe îradaye serxwebunê bişkîne 

Dagirkirina Kerkukê, li dijî îradeye serxwebûnê ya gelê me yê Başûrê Kurdistanê darbeyeke pilankirî bû, di dilê Kurdistanê de birîneke kûr vekiribû.

Bi serîhildana gelê me, derxistina Heşdî Şahbî ya ji Kerkûk, Şingal û Xaneqînê, ji bo pêçana vê birîna kûr gava ewil e .

Gelê Kurdistanê bi serhildana xwe aşkere kiriye ku, dê teslîmî dagirker û mêtingehkaran nebe.

Helbete ku di rêya serxwebûnê de, hîna gelek kar li ber gelê me he ne. Lê tu şika me tune ye ku, Kurdistan dê gav bi gav careke din jî ji destê hemû hêzên dagirker bê rizgar kirin û li gor îradeya gelê me ya ji %92.73 ya ‘’Êrê’’ya serxwebûnê, dê bê îspat kirin ku, îlan kirina serxwebûnê ne forteke vala ye.

Berîya her tiştî divê yekrêzî û tifaqa partiyên sîyasî û pêşmergeyên qehreman hîna xurtir bê hûnandin. Divê rê nê dayin ku tu peşk û derz li vê hemahengîyê bikeve.Heta ku ev yekgirtin hebe, tu kes dê nikaribe rê li ber serkeftin û serxwebûnê bigire.

Hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê divê bi vê hişmendîyê û bi sebir, bi dîrayet tevbigerin.
19.10.2017

Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê
—————————————–
Bağımsızlık iradesi adım adım dosta da düşmana da gösterilecektir.

Kerkük’ün işgali, bağımsızlık iradesine vurulmuş bir darbe, Kürdistan’ın kalbinde açılan büyük bir yaraydı.

Haşdi Şahbi terör örgütünün Kerkük, Şengal, Xaneqin’den kovulması, bu yarayı sarmaya yönelik ilk adımdır.Kürdistan halkı sömürgecilere teslim olmayacağını göstermiştir.

Elbette ki bağımsızlık yolunda, daha yapılacak çok şey vardır. Ama, adım adım, başta Kerkük olmak üzere tüm Güney Kürdistan’ın tekrar tüm sömürgeci işgal güçlerinden kurtarılacağına ve halkımızın %92.73’lük bağımsızlık iradesinin bir blöf olmadığının dosta da düşmana da gösterileceğine inanıyoruz.

Güney Kürdistan’daki siyasi irade ve pêşmerge gücü kendi iç birliğini koruduğu , iç zaaflara yol verilmediği sürece zafer ve bağımsızlık kaçınılmazdır. Dünyadaki tüm Kürt ve Kürdistanlılar olarak sabırla, dirayetle ve soğukkanlı bir şekilde ve bu inançla hareket etmeliyiz.
19.10.2017

Mustafa Özçelik
PAK Genel Başkanı

Hinek nivîsên din:

Nerîna te