PAKê Li Enqereyê Kongreya xwe ya Yekemîn a Asayî li dar xist PAK 1.Olağan Kongresi’ni Ankara’da Gerçekleştirdi

PAKê di rojên 21-22.10.2017an li Enqereyê, Kongreya xwe ya Yekemîn a Asayî li dar xist.

Li gorî Qanûna Partîyan ya li Tirkîyeyê, her partî, mecbûre ku Kongreya xwe ya Giştî li Enqereye li dar bixe. Lê PAKê xwest ewil Komxebatekê li Amedê li dar bixe û ev Komxebata hate li dar xistin.

Ev Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî ku li Enqereyê hate li dar xistin, berdewamîya Komxebata PAKê ya li Amedê bû.

Kongre bi sirûda netewî ‘’Ey reqîb’’ê , di bin Ala Kurdistanê de bi rêzgitina şehîdên Kurdistanê destpê bû.

Zimanê Kongreyê Kurdî bû.

Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî , bi beşdarîya nûnerên Komîsyona Hilbijartinê ya Dewleta Tirkîyê , bi awayekî resmî hate li dar xistin.

Cîhê balê bû ku, li dora Hola Kongreyê ji delegeyên PAKê zêdetir, polisên Dewleta Tirkîyê hebûn.

Di Kongreyê de Mustafa Özçelik bi yekdengî, careke din weke Serokê Giştî yê PAKê hate hilbijartin.

Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî, bi rojeva ku berê hatibû amade kirin û bi beşdarîya piranîya delegeyên damezranêr hate li dar xistin.Kongreyê 2 rojan berdewam kir.Di roja yekemîn de li gorî prosedura yasayî Serokê Giştî û Meclîsa partîyê hatin hilbijarttin.Di roja duyemîn de jî, rewş û pêwîstîyên PAKê yên sîyasî, aborî, îdarî û yên din û herweha sîyaseta nû ya PAKê bi berfirehî hate gengeşe kirin.

Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî bi berfirehî li ser rewşa sîyasî ya her çar perçeyên Kurdistanê û li ser xebatên PAKê rawestîyan û gelek biryarên girîng sitendin.

Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî bi yekdengî û bêyî qeyd û şerd , piştgirî û xwedîlêderketina xwe ya li îradeya serxwebûna Başûrê Kurdistanê , weke biryar , dîyar kir.

Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî , êrîşa li ser Kerkûkê û ya li ser navçeyên din yên daxilî madeya 140î hatine kirin,weke êrîş û binpê kirina îradeya serxwebûna gelê me dibîne.

Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayîdi wê bawerîyê de ye ku, dagirkirina Kerkûkê, , bi plana Îran û Iraqê û di encama zeaf, ixanet û xeletîyên navxweyî hatîye li dar xistin.Dewleta Tirkîyê jî bi gotin û helwest û kiryarên xwe rê ji vê dagirkirinê re xweş kirîye.Kongreyê ev êrîş û dagirkirina rûreş kir.

Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî di derbarê dagirkirina Kerkûkê de balê dikşîne ser wê yekê ku bêdengîya Emerîka û hinek dewletên cîhanê jî rê ji vê dagirkirinê re xweş kirîye.

Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî, bangî hemû gelên cîhanê dike ku piştgirîya gelê me yê Başûrê Kurdistanê bike. Herweha Kongreya Yekemîn a Asayî ya PAKê bangî dewletên cîhanê jî dike ku nebin piştgirê Bexda û Îranê û rêzê li îradeya meşrû ya di referandûma serxwebûnê ya di 25ê Îlona 2017an de derketîye holê bikin.

Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî dibêje, Kerkûk Dilê Kurdistanê ye û îradeya meşrû û demokratîk ya referandûma serxwebûnê tu kes dê nikaribe tune bihesibîne, tu kes dê nikaribe vê îradeyê bişkîne.

Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî di wê bawerîyê de ye ku,Kerkûk û her bihosteke axa Kurdistanê miheqaq ji destê dagirkeran dê bê rizgar kirin û dê di demeke herî minasib de serxwebûn bê îlan kirin.

Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî bangî hemû partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê dike ku rêzê li encamên referandûma serxwebûnê bigirin, xwedî lê derkevin û bi yekrêzî li destkeftîyên heyî xwedî derkevin.

Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî, ji bo piştgirî u xwedî lêderketina deskeftin û îradeya serxwebûna Başûrê Kurdistanê, bernameya xebatê danî ber xwe û pêwîstî pê dît ku li gel hêz û partîyên sîyasî yên Bakurê Kurdistanê xebateke hevbeş bê hûnandin.

Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî biryar, perspektîf û helwestên xwe dê di rojên pêş de bi daxuyanîya Encamnameya Kongreyê li raya giştî belav bike.
23.10.2017

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *