Zimannasê Kurd: Ji bo Kurdî tişta herî xeter bêdewletbûn e!

Zimannasê Kurd: Ji bo Kurdî tişta herî xeter bêdewletbûn e!

Ji aliyê Aydin BAYRAM

Koma Kurmancî
Koma Kurmancî

 

Hewlêr (Rûdaw) – Civîna Koma Kurmancî ya 58emîn li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bi rêve diçe.

Koma Kurmancî ku ji çend zimannas, nivîskar, lêkolînvan û rewşenbîrên Kurd pêk tê, ji sala 1987ê ve her 6 mehan carekê kom dibe û li ser peyvên zaravaya Kurmancî dixebite, civîna wan 21ê Gulanê li Hotel Darîn Plazayê ya Hewlêrê dest pê kir û dê heya 28ê Gulanê berdewam bike.

Di Civîna Koma Kurmancî ya 58emîn de Reşo Zîlan, Mistefa Aydogan, Hemîd Kiliçaslan, Têmûrê Xelîl, Elîşêr, Zinar Soran, Lezgîn Çalî, Îsmaîl Taha Şahîn, Ahmet Kasimoglu, Mehmûd Lewendî, Rênas Evdal, Eyup Sinan Kiran û Umid Demirhan amade ne.

Endamên Koma Kurmancî cara yekem li bajarê Barcelona ya Îspanyayê û herî dawî jî li paytexta Swêdê bajarê Stockholmê civîna xwe li dar xistin.

Endamê Koma Kurmancî zimannas û lêkolîner Hemîd Kiliçaslan ji Rûdawê re diyar kir, ew encama ku ji civîna wan derdikeve di kovara Kurmancî de çap dikin û herwiha heya niha jî encamên xebatên xwe weke 2 pirtûkan jî belav kirine.

Derbarê xebata metodên komê jî Kiliçaslan dibêje, ew mijarên ku di dirêjiya 6 mehan de amade kirine tînin civînê û li ser devjeniyê dikin û tiştên ku li ser li hev dikin dinivîsin.

Kiliçaslan da zanîn ew li ser peyvên di warên gelek mijarên curbicur de radiwestin wekî alavên cotkariyê, tenduristî, anatomî, gul, giya, hiquqî, aborî û hwd.

Zimannas Kiliçaslan amaje kir ku ji bo zimanê Kurdî tişta herî xeter bê dewletbûn e, û got: “Dema ku ziman nebe zimanê perwerdeyê û bi wî zimanê zarok û endamên malbatê fêrî tiştan nebe xeter e. Ez ji tevahiya kurdan hêvî dikim bi Kurdî bi zarokên xwe re dan û standinê bikin û ew yek dê ji bo wan nebe kêmasî û dê bisûd be.”

http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/240520165

Tîmûrê Xelîl: Rûdaw televîzyonekê Kurdistanî ye

Rojnamevan û zimannas Têmûrê Xelîl jî diyar kir ku koma wan hinek caran li bajarên cuda yên Kurdistanê civînên xwe li dar dixin û sedema wê jî ew e ku zanayên hinek karan hene, ne endamên komê ne lê alîkariya wan dikin û tevlî xebatên wan dibin.

Xelîl da zanîn, ew hewl didin hin peyvên li hinek herêman hene ku ber bi windabûne ve çûne dîsa vegerînin holê.

Derbarê Tora Medyayî ya Rûdawê jî rojnamevan Xelîl anî ziman, Rûdawê di heyameke kurt de gavên gelek serkeftî tevî bêdewletbûn û derfetên kêm avêt û xwe gihand asteke bilind.

Herwiha Têmûrê Xelîl derbarê nûçeya Rûdawê ya li ser şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de dilgiraniya xwe anî ziman û amaje kir ku di wî şerî de ji herdu aliyan Kurd bibûn qurbanî û jiyana xwe ji dest dabûn, lê Rûdawê weke tenê ji aliyên Azerbaycanê bûne qurbanî nîşan da.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *