Weke tê zanîn, bi egera ku rêxistina Neteweyên Yekbûyî ku bi kurtî wek UNESCO tê zanîn, di civîna giştî ya 1999 de, 21. Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî îlan kir. Ji 21 Sibat 2000 û heta niha, her sal vê roja, bi armanca dewlemendîya pir zimanî û harmonîya cudarengîya çanda civatên cîhanê hatîye pîrozkirin.
Li gorî texmîna rêxistina UNESCO, îro li dunyayê şeş hezar zimanên cuda tên axaftin. Ji vana 2500 ziman di bin xetera tunebûnê de ne.
Îro li her herêma cîhanê, di nav sînorên dewletên nîjadperest û nîjadkuj de, ji ber guhnedan, qedexekirin û herifandinên zimanên hûrgel û neteweyên hêsîr ku bi fermî ev zimanên ku her yek xezîneyek çanda mirovahîyê ye, ji meydanê radibin!
Gotinek pêşîya heye, dibêje: “Sal bi sal xwezî bi par!”
Mixabin, ev jî tê wateya ku di nav van zimanên roj bi roj tune dibin, yek jê jî ziman û hin zaravayên Kurdî ye!
Qaşo hukumeta AK Partî, zimanê Kurdî di weşanên radîyo, tv`yan de, li dibistan û zanîngehan serbest kir(!) Pêşî ji van helwestan re kêfa me hat; piştre peyderpey pêşî li van xebatan hat girtin û heta mumkun be bergîya wan hat tengkirin!
Ev ne bes in, li bajarên Tirkîye, gelek kesên bi Kurdî dipeyivîn gef li wan tên xwarin û hin jê dibin armanca êrîşên lêdan û kuştinê! Li hin deveran jî bi rêbertîya hêzên ewlekerîyê dikan û xanîyê Kurdan dem dem tê şewitandin!
Li dijî Kurd, rûmet, çand û zimanê Kurdî, berê bêtir sazî û karmendên dewletê êrîşkar û bêperwa bû, îro bi rêya polîtîka hukumetê ya qaşo li dijî Kemalîzmê û li ser navê muslumanîyê bûn desthilat, ev nîjadperestî û neyartîya li dijî gelê Kurd xistîye serê civata Anadolê jî!
Dijwarbûna êrîşkarîya dewleta tirk û faris, rasterê bi pêşveçûna tekoşîna gelê Kurd li her çar perçan ve girêdayîye. Loma herdu dewlet, ji alîkî ve pêli Kurdên nav xwe dike û wan bêtir di bin guvaşê de dieciqîne, ji alî din ve destdirêjîya Kurdistana Başûr û Başûrê Rojava jî dike, ji bo ku nehêlin li wir Kurd mafê dewletbûnê bi dest bixin; nehêlin Kurd bibin xwedîyê mafekî demokratîk yê sîyasî û aborî ku karibin ziman û çanda xwe bidin jîyandin!
Komara tirk, di destpêka avabûna xwe de, li hember civata Kurdên Bakurê Kurdistanê, sîyasetek dijwar ya tunekirinê ku li ser şiddet, gef, terorîze kirin, kuştin, cezayê giran û asîmîlasyonê meşand! Ji ber hinek pirsgirêkên nav xwe û derve, ger dem dem sistbûn di vê sîyasetê de çêbûbe jî lê heta niha vê sîyaseta xwe bi îstîkrar dimeşînin.
PKK, bi navê partîyek Kurd, qaşo ji bo azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê derxistin meydanê. Pkk, ji Kurdan ava kirin û zaroyên Kurd xistin devê tivingê û wek avê xwîna wan da rijandin! Lê çi rûmet û hêjayîyekî civata Kurd yê netewî, civatî, çand û dîrokî hebû, bi destê pkk dan înkar kirin, qedexekirin û biçûkxistin!
Dewleta tirk ku ya ku pêşî pkk ew meşrû nedidît(!) zordar û mêtinkar bi nav dikir, îro pkk meşrûîyeta vê dewletê qebûl dike û rêvebirên wê li gor bernma xwe dibên em tenê ji bo demokratîzekirina Turkîye tekoşîn didin! Ev jî tê wateya ku ji serî de pkk ji bo berjewendîyên Turkîye ava bûye.
Zimanê pkk yê resmî û perwerdê bi tirkî ye! Ji bo pkk, tu hêjayî û rûmeta edebîyat, destan û hunera Kurdî tune ye. Tu rûmeta dîrok û dîrokzan, qahreman û navdarên Kurd tune ye. Rûmeta ala, sembol û sirûdên Kurd tuneye. Tu rûmeta hebûn û armanca civata Kurd tune ye! Loma ev çil sal in ku pkk wek partîyek dijim ku gelê Kurd ji holê rake tevgerîya. Ev jî bû egerek mezin ku civat bêtir bê eciqandin û ji zanîna hebûn û berjewendîyên xwe dûr bikeve, bitirse û êdî nexwaze bi zimanê xwe bipeyive.
Oto sansur ewqas zêde bûye ku êdî gelek mirovên Kurd nema dixwazin bi Kurdî biaxivin û nema dixwazin bifikirin jî!
Bi wendakirina ziman re, meriv berêberê kesayet û xîreta xwe (gotina min ji yên hîn bi Kurdî zanin û nema dixwazin pê bipeyivin re ye) wenda dike! Piştre bawerîya meriv bi xwe jî namîne.
Meriv bi qasî ku bi gotinê zimanê serdest nizene, meriv hişê xwe wenda dike! Çimku hiş, bi qasî gotinên meriv zane hey e û dixebite.
Loma meriv bi çend gotina zane, tenê bi wan gotinan kare bifikire û bipeyive.
Kesê kêmhiş û bi xwe ne bawer û famkor e. Ji kesê bêhiş û famkor huner û hunermed çênabe. Tenî dibe kole!
Tirk ji wana re dibên “Mankûrt”!