Ziman, unsûrê civata neteweyî ye

Siddik BOZARSLAN

Wek tê zanîn, her civatek xwedîyê qerekterê neteweyî nîne ye. Di civateke neteweyî da pêwist e hin unsûr (eleman) hebin. Bi kurtayî mirov dikare van unsuran weha rêz bike: Yekîtîya ziman, erd (ax), kultur (çand) û abûrî (ekonomi). Bê guman wek unsûrên neteweyî yên dî, ziman jî, berîya civata kapitalist- ku di berbanga kapitalizmê da netewe şikil sitand- hebû û di her civatî da dihat bikaranîn. Lê di şertên jîyana neteweyî da hebûn û yekîtîya ziman, cîyeke xwe yê taybetî distîne.

Jibo neteweyek, yekîtîya ziman pêwist e. Lê dibe ku hin neteweyên cîyê (cuda), zimanek bikar bînin. Wek neteweyên ingiliz û amerika, ku ev her du netewe jî bi zimanê ingilizî dipeyîvin û di her qadê jîyanê da wê bikar tînin. Ev nayê wê manayê ku neteweyên amerika û ingiliz yek in. Li cîhanê numûneyên weha hene.

Ji ber vê qerekterê ziman û rola wê ya girîng, dema welateke kolonyalist, neteweyek an xelkek (gelek) ji xwe ra dike koloni; jibo domandina politika xwe ya kolonyalist, zimanê wî neteweyî ango gelî qedexe dike, zimanê xwe bi wan dide hînkirin û jibo helandina zimanê bindest, çi ji dest bê(t) texsîr nake, Eger, dewleta kolonyalist di wê politika xwe da bi serkeve, di warên dî da jî êdî bi awayeke hêsatir dikare politika xwe bide domandin û hwd…

Dema ez werim ser xala zimanê kurdî; ez dê bi numûneyên cuda politika asimilasyona tirk û ecem û ereb raxînim meydanê û li hemberî van politikayên dagirkeran, şerpezetî û perîşanîya siyasetvanên kurd û nivîskar, rojnamevan û ronakbîrên kurd rawestim.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir