Destûrê Îraqê yê sala 2005ê nîşana peydabûna Îraqeka nû bû lê bicihneanîna destûrî rû û seqamgiriyên Îraqê têk dane. Hejmareka siyasetvanan jî amajeyê didin ku bendên destûrî di destên aliyên Şîe de wekî lastîkê lê hatine.
Sikirtêrê Partiya Komunîst a Îraqê Raîd Fehmî di wî warî de taybet ji K24ê re ragehand, “Aliyên Şîe wan madeyên destûrî yên ku di berjewendiya wan de bin bi cih tînin û yên ku di berjewendiya wan de nebin piştguh dixin”.
Herwesa amaje da, “Di dema pirojeqanûnan de ji bo mînak qanûna budceyê, lihevkirin çê dibe, lê dema bi qanûn û destûrî re hev nagire, arêşe jê çê dibin”. Her dîsa got, “Hindek aliyên Şîe bawerî bi hindek madeyên destûrî nîne ku di berjewendiya wan de nînin”.
Zêdetirî 55 madeyên destûrê Îraqê yên girêdayî Herêma Kurdistanê hatine binpêkirin, heta gehiştiye astekî ku Kurd û Sune wesa difikirin ku dadgeh jî bendên destûrî bi wî rengî şirove dikin ku zirarê digehînin wan.
Perlemantarê Firaksiyona PDKyê Sebah Subhî di wî warî de ji K24ê re ragehand, “Destûr Herêma Kurdistanê diparêze û divê Kurd pişta xwe pê gerim bikin û destan danehêlin”.
Tekez jî kir, “Divê ew aliyên Îraqî yên ku bawerî bi destûrî nîne li dawiyê her vebigerin destûrî ji ber ku ew hemî arêşeyan çare dike”.
K24