Kovara JÎN (Stanbol- 07.11.1918- 02.10-1919)

Siddik BOZARSLAN

Kovara Jîn, li Stanbolê di 07.11.1918- 02.10.1919´an da derçûye. Bi tabîreke dî ev kovar 25 jimar hatîye weşandin û nêzîkî salek jîyana xwe domandîye. Tarîxa derketina jimareya pêşîn 07.11.1918 ye û di wê jimareyê da bi nivîsareka kurt amanca kovarê bi sernivîsara ”Amanca me” semedê (sedemê) weşandina kovarê weha hatîye ragîhandin:
”Jîn ne jibo bi destxistina lişteka (menfeet) maddî derdikeve. Amanca wê, belavkirina zanînê ye li ser jîyana Kurd a dîrokî, heqên wî yên neteweyî, bêjeya wî û rewşa wî ya civakî ku ji sedsalên dirêj vir da hatine ihmalkirin. Li gora bawerîya me, amadekirina cîyekî layiq jibo neteweyê Kurd di civîngeha neteweyan da, bi xebateka wisa mimkun e ku awayê wê xebatê li gora fama vê demê be. Em têdigîhîn ku ev teşebbusa me, xebateka pirr dijwar dixwaze. Belam, dema ku me ev wezîfa giran da ser milê xwe, me bi rastî hêvî kir ku em dikarin xwe bispêrin alîkarî û hêsanîyên maddî û manewî yên neteweyê Kurd. Ew neteweyê Kurd ku jibo welat û gelê xwe, her tim bi qebûlkirina fîdakarîyên mezintirîn hatîye naskirin. Rastanîn û lêkanîn ji xwedê ye.” (Binêre Kovara Jîn, jimare 1, yê ku ji Tirkî wergerandîye Tirkîya îro û bo Kurdîya xwerû, M. Emîn Bozarslan, Jîn Cild 1, r. 9, Weşanxana Deng, Kanûna Paşîn 1985, Uppsala/ Swed)
Kovara ”Jîn” bi Kurdî (Kurmancî û Soranî) û Tirkî (Tirkîya Osmanî) derketîye û alfaba wê bi tîpên Erebî bûye. Jîn, organa neresmî ya Komela Pêşketina Kurdistanê bûye. Ji despêkê heta jimareya 20´î serkar û berpirsîyarê kovarê, Hemzeyê Muksî bûye. Lê ji jimareya 21´ê heta jimareya 25´an, yanî heta jimareya paşîn jî Memdûh Selîm bûye berpirsîyarê kovarê. Wek mamosta M. E. Bozarslan jî daye xuyakirin, semedê guherandina kargêrî û berpirsîyarîya kovarê ne dîyar e. Yanê di vî derbarî da tu haydarî tunin. Di derbarê nivîskar û hozanên Kovara ”Jîn”ê da fêdeye em herin cem Seydayê Bozarslan:
”Gelek nivîskarên qedirbilind û zanayên gewre di kovara ”Jîn” da nivîsarên rûmetgiran nivîsîne. Hin ji wan nivîsaran bi Kurdî ne, hin jî bi Tirkî ne. Her weha, gelek ozanên welatevîn jî rûpelên ”Jîn”ê bi helbestên xwe yên hêja xemilandine.
Yek ji hozan û nivîskarên kovarê yên timî, hozan û nivîskarê gewre Pîremerd bûye. Pîremerd, hozanê merşa ”Newroz” e. Pîremerd di ”Jîn”ê da bi navê xwe yê rastîn ”Tewfîqê Silêmanî” nivîsîye. Çend nivîsarên wî û hin helbestên wî bi Tirkî di kovarê da derketine.
Yek ji nivîskarên ”Jîn”ê yên timî jî Xelîl Xîyalî bûye. Zana û nivîskarê gewre Xelîl Xîyalî, nivîsarên xwe bi navê ”Kurdîyê Bedlîsî” (Kurdîyê Bitlîsî) nivîsîne; di wan nivîsarên xwe da gelek şolên dîrokî, mîtolojîk, civakî, zimanzanî û felsefî girtine destê xwe û bi awayekî zanyarî ew tehlîl kirine. Nivîsarên Xelîl Xîyalî hemî bi zimanê Tirkî ne.
Şehîdê Kurd Kemal Fewzî jî yek ji nivîskar û hozanên ”Jîn”ê bûye. Nivîsar û helbestên wî dinumînin ku dilê wî tijî evîna Kurd û Kurdistanê bûye û bi wê evînê şewitîye. Nivîsar û helbestên Kemal Fewzî yên agirîn bi Tirkî ne. Evdirrehîm Rehmîyê Hekarî jî yek ji hozan û nivîskarên kovarê yên timî bûye. Pirrê nivîsar û helbestên wî bi Kurdî ne û evîna Kurd û Kurdistanê ji wan difûre. Her weha, pîyesa wî ya Kurdî ”Memê Alan” jî di ”Jîn”ê da derketîye. Wisa tê zanîn ku ev, pîyesa Kurdî ya pêşîn e.
Serkar û berpirsyarê kovarê yê diduyan Memdûh Selîm jî, yek ji nivîskarên timî bûye. Wî, nivîsarên xwe yên sîyasî û civakî bi navê ”Memdûh Selîmbegî” nivîsîne. Nivîsarên wî hemî bi Tirkî ne.
Ezîz Yamulkî jî di ”Jîn”ê da gelek nivîsarên hêja nivîsîne. Nivîsarên wî bi giranî li ser dîroka dewleta Baban a Kurdî ne. Yamulkî di wan nivîsarên xwe da dewleta Baban ji her alî ve nasandîye, gelek goşeyên dîroka wê dewletê ronî kirine; her weha lêkdanên Osmanîyan û Îranê li ser Kurdistanê jî anîne ber çavan. Nivîsarên Yamulkî bi Tirkî derketine.
Law Reşîd û Hîlmîyê Siwêrekî jî rûpelên ”Jîn”ê bi peyvên pêşîyan ên Kurdî xemilandine û li ser wan peyvên pêşîyan gelek axiftinên hêja nivîsîne, serçavîyên wan peyvan û semedên derketina wan dane zanîn. Ji bil peyvên pêşîyan , çend nivîsar û helbestên wan jî di kovarê da hatine weşandin.
Serekê Bizava Agirîyê Îhsan Nûrî, zanayê Kurd Kamran Alî Bedirxan, Qazîzade Mistefa Şewqî, Qazîzade Letîf, Huznîyê Dêrsimî, Mîrzayê Cizîrî, Zaxoyî û hin nivîskar û hozanên dî jî di kovarê da nivîsîne. Ji bil nivîsar û helbestên van hozan û nivîskarên jorîn, hin helbestên hozanên Kurd ên berîn, wek Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Sîyahpoş, Nalî, Hacî Qadirê Koyî û wd. jî di kovarê da hatine çapkirin. Mirov dikare bêje ku ew hozanên Kurd ên nemir jî di ”Jîn”ê da bûne hozanên şerefê, şewqa xwe dane rûpelên wê û xwendevanên wê.
Kovara ”Jîn” bi wê qadroya xwe ya xurt, nêzîkê salek jîyaye. Ew, ne tenê ji alîyê sîyasî ve, lê her weha ji alîyê civakî, bêjeyî û çandeyî ve jî kovareka gelek giring û hêja bûye, xizmeteka pirr gewre ji neteweyê Kurd ra û ji fikra Kurdîtîyê ra, ji fikra welatevînî û neteweevînîya Kurd ra kirîye. Heq e ku her Kurd, serê xwe li pêşberê xatira wê û xatira qadroya wê bi rêzdarî bitewîne.” (M. E. Bozarslan, Eynê eser, r. 11-12

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *